18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP’iyan kesên di Newroza 92’yan de hatin qetilkirin bibîr anîn

Parlamenter û rêveberên HDP’ê li Navçeya Nisebîne bi minasebeta 30’emîn salvegera kesên di Newroza 1992’yan de di êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest dabûn meşek li dar xist. Parlamenter û rêveberên HDP’ê jî di navde bi dehan kes li avahiya HDP’ê ya Navçeya Nisêbînê kom bûn û heta Pira Şehîdan a Çemê Çex Çexê meşiyan. Koma rêveberên HDP’ê piştî gihiştin ser pirê, kesên jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anin. Rêveberên HDP’ê li vir qurnefil avêtin ava çem û kesên hatibûn qetilkirin bibîr anîn Li ser komê Parlamentera HDP’ê Pero Dundar axivî û anî ziman ku ew ê tu carî doz û tekoşîna wan ji bîr nekin.