4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel li Almanya û Damîmarkayê bi girseyî Newroz pîroz kir 

Gelê kurd û dostên kurdan li welatên Ewropayê Almanya û Damîmarkayê bi girseyî Newroz pîroz kirin. Li Moskovayê jî bi şahiyekê Newroz pîroz kirin.

Gelê kurd li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, bi pêşengiya Navenda Ciwanên Kurd Newroz pîroz kir. Bi banga Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinê ya Sêvê li salona Isojê Newroz hate pîrozkirin. Şahiya Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de afîşên mezin ên ji wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK; YPG û YPJ’ê, TEV-DEM û posterên kesên di Newrozê de jiyana xwe ji dest dan hatin hildan. Girseyê bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK”, “Bijî Newroz” qîriyan û daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn ziman. Di şahiyê de Cigerres Efrîn, Mahsûm Derîkî, Ergîn Xelîkan, Hozan Fîgen, Koma Barîn, Sîvan Can, Hozan Gîrîn, Seyda Perînçek û Siyar û Dijwar stran gotin. Li bajarê Hernîngê yê Girava Jûlentê ya Danîmarkayê jî Newroz hat pîrozkirin.

Frankfurt

Newroza 2022’an a bi pêşengiya KON-MED, FED-KURD, FCK, FED-MED, FCKM-KAWA, YJK-E-Elmanya bi dirûşma “Newroz azadiya Rêber Apo Pîroz be” Newroza 2022’an bi coş û biryardariyeke mezin hat pîrozkirin.

Bi deh hezaran Kurdistaniyên ku ji 150 navendan ji eyalet û bajarên cuda yên Elmanyayê bi sedan otobusan hatin qada Newrozê û Newroz dirûşmeyan pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de xwestin tecrîd bi dawî bibe û qedexeya PKK’ê bê rakirin. Girseyê ji destpêka pîrozbahiya Newrozê heta kêliya dawî, bênavber dirûşmeya “Bijî Serok Apo“ berz kirin. Girseya ku bi giranî ji ciwan û jinan pêk tê, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gotin, “Bijî berxwedana PKK’ê”, “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Bijî Serok Apo”, “Gerîla Bijî berxwedana.” “Bêjî berxwedana Serok”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” berz kirin.

Îsal li Frankfurtê li gorî salên borî beşdarbûn û kelecana Newrozê zêde bû. Bi taybetî jin û ciwanan qad bi cil û bergên herêmî xemilandin. Li vir axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan Hunermend Şehirbana Kurdî, ji Koma Bajar Vedat Yildirim derketin li ser dikê û bi stranên xwe girse coşandin.Li ber stranan govend hate gerandin. Pîrozbahî bi gerandina govendê û bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Moskova

Li Moskovayê jî bi sedan kurd û dostên kurdan li salonekê şahiyek li dar xistin. Di şahiyê de yekîneyên folklorê derketin ser dikê û govend gerandin. Dîsa stranên li ser Newrozê hatin strîn. Beşdarên şahiyê li ber stran û muzîkê li salonê govend gerandin.