6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sancar: Dem dema azadî û serkeftinê ye

Zêdeyî sed hezar kes ji 39 navçeyên Stenbolê herikîn qada Newrozê ya Yenîkapi ya Stenbolê. Girseya ku bi pankart, dowîz û dirûşmeyên xwe li qada Newrozê kom bûn, bê navber diruşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Dem dema  serkeftinê ye” berz kirin. Di pirozbahiyê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî û anî ziman ku Newroza 2022’an teqez wê bibe Newroza serkeftin û azadiyê.

Axaftina Mîthat Sancar wiha ye: “Em ê Newroza 2022’an bikin Newroza serkeftinê. Ji vê yekê u gumana me tune ye. Em ê bi ser bikevin. Tu hêza ku li pêş me bibe asteng tune ye. Ji ber ku ev agirê Newrozê hezar sal berê ji aliyê Kawa ve hatiye pêxistin didome. Dîsa agirê bi 3 çixatan li Zindana Amedê hatiye pêxistin gihiştiye milyonan û ev agir geş dibe. Bi hezaran hevalên me bi bedena xwe mîrateyek bi rûmet ji mere hiştine. Ji ber vê yekê teqez em ê bi ser bikevin. Em bi hevre bibêjin teqez em ê bi ser bikevin. Bibhîzin ey kesên şerxwaz. Guh bidin vî dengê bi rûmet. Hûn li vir biryara berxwedan û têkşînê dibînin. Bi milyonan soz dane dê bi vê biryarê aştî û serkeftinê bînin. Ev îqtîdar bi polîtikayên şer li ser piyan in. Dixwazin xwe bi şer bidominin. Ev şer li dijî mirovahî û li dijî xwezayê xwe dide meşandin. Ji ber vê yekê em ê berî her tiştî polîtikayên şer bidin rawestandin. Em ê berê rêya aştiyê  vekin. Ji bo vê yekê divê em berê pirsgirêka kurd çareser bikin. Newroz bi salan e bûye semola çareseriya demokratîk û aştiyê. Em li pişt deklerasyona ku di Newroza Amedê de hat xwendin in. Em li pişt projeya demokrasiyê ne. Em ji bo vê yekê têdikoşin.

Gelê kurd bi salan e bi biryarî têkoşîna azadiyê dimeşîne. Ya girîng em vê têkoşînê bi têkoşîna hêzên demokratîk re bikin yek. Em soz didin ku em di vê rêyê de bimeşin. Hêza me heye. Roj dê bi vê qêrînê hilê. Em ê li dijî şer heta dawî aştiyê bixwazin. Em ê heta dawî ji bo mafê gelan têbişokin. Em ê ji bo demokrasiya herêmî têbikoşin. Têkoşîna herî dijwar têkoşîna aştiyê ye. Ji ber ku di şer de tenê tang û top naxebitin. Tenê polîs û leşker şer nakin. Bi heman rengî çapemeniya derewan jî şer dike. Em ê teqez aştiyê bînin vî welatî. Biji aştî. Bimre baronên şer. Ji polîtîkayên şer re na. Em aştî niha û li her derê dixwazin.

Hin kesên sermayedar çavkaniya vî welatî talan û wêran dikin. Em destûr nadin vê yekê. Rêya çareseriyê rêya sêyemîn e. Xeta ku demokrasiya rastîn, aştiya rastîn û edaleta rastîn bîne, azadiya gelan bîne, jiyana hevpar a gelan bîne xeta sêyemîn e. Xeta ku li dijî mêtînger û dagirkeran derkeve xeta sêyemîn e.

Serokê giştî yê AKP’ê dibêje çi? Dibêje ‘Hûn dizanin buhayê guleyekê çiye?’ Em jî dibêjin ne pereyê guleyan, em mafê ked, nan û azadiyê dixwazin. Em ê hevalên xwe yên girtî azad bikin. Dengê me digêje hemû hevalên me yên girtî. Em ê di azadiyê de bên cem hev. Dem dema em di azadiyê de bigêjin hev e. Dem dema azadiyê ye. Hemû hevalên me yên girtî wê derkevin. Em ê bi hevre bimeşin. Em ê aştî, demokrasî û azadiyê bi hevre ava bikin. Di vê yekê de baweriya me tam e. Em ê bi ser bikevin.

Ji hemû hevalên me yên dîlgirtî re azadî. Bi milyonan kesên hatine vir baweriya azadiyê ye. Newroza 2022’an Newroza fînalê ye. Newroza serkeftinê ye. Ev îqtîdar  çi lîstikê dilîze bila bilîze. Hemû bêfêde ye. Çi dikin bendavê dadixin ji sedî 7’an. Ji bo MHP’ê daxistin. Kê ev bend hilweşand. Me ev bend hilweşand. Li dijî me ev benda ji sedî 10’î anîn. Niha dadixin ji sedî 7’an û diyarî MHP’ê dikin. Lê xem nake. Em hilbijartina bê bend dixwazin. Em dixwazin nûnertiya her kesî li meclisê hebe. Em li vî welatî jiyana azad, wekhev û bi edalet dixwazin. Ev hikûmet bi salan bi polîtîkayên şer xwe dide jiyandin. Di hişmendiya vê îqtîdarê de firsenda şer heye. Hişmendiya aştî û demokrasiyê tune. Wê têkoşîna gelan a hevpar aştiyê bîne Rojhilata Navîn. Em ê tevgera aştiyê ava bikin. Buhara gelan tê. Her ku em bi hêz bibin û her em bibin yek ew ê parçe bibin û tune bibin. Ji ber vê yekê dem dema serkeftinê ye. Bi vê baweriyê em li dora agirê Newrozê dibin yek. Ji bo em aştî, azadî, demokrasî û edaletê bînin dem dema serkeftinê ye.”