4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Baca her tiştî ji sedî 50 hat zêdekirin

Xercên Daraz, Daraza Bacê, Tapu û Kadastro, Konsolosxane, Pasaport, Tezkereya Îkametê, Vîze, Tesdîqa Wezareta Karên Derve, Keştî û Bendergeh, Îmtiyazname, Dîploma û Trafîkê ji sedî 50 hate zêdekirin

Di gelek beşdan de baca heyî hate zêdekirin û bi vê yekê re xerca telefonên li derveyî welat dikevin hundir ku 6 hezar û 19 TL bû, bi bacên nû re derket 20 hezar lîreyan. Her wiha rêjeya KDV’ê ji sedî 18’ê bû ji sedî 20.

Li gorî biryarên bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hatine weşandin; berhemên KDV ya wan ji sedî 18 bûn ji sedî 20 û yên ji sedî 8 jî bûn ji sedî 10.

Di meha adarê de ji bo berhemên sereke yên weke deterjan, sabun, kaxiza daşirê, pateyê pitikan û hwd., KDV ji sedî 18’ê daketibû ji sedî 8’ê. Bi biryareke nû ya îro hatiye ragihandin re di van berheman de KDV bû ji sedî 10.

Di kategoriya mobîlya, amûrên spî, berhemên ceyranê, otomobîl, cigare û vexwarinên bialkol de jî KDV ji sedî 18 bû. Lê bi biryara nû re ev rêjeye derket ji sedî 20’ê.

Qeyda IMEI ya telefonan

Xercên telefonên ji derveyî welat dianîn di demên berê de 6 hezar û 19 TL bûn. Lê xercên van telefonan derketin 20 hezar TL’an. Bi biryarê re anîna telefonên erzan a ji derveyî welat û çêkirina qeydên wan ên IMEI’yê, êdî dê bi bihayekî zêde be.

Ji sedî 50 zem

Bi biryara serokkomariyê re ji sedî 50 zem ji bo terîfeyên girêdayî Qanûna Xercan a Hejmar 492’yê hate kirin. Di terîfeyên girêdayî Qanûna Xercan a Hejmar 492’yê ku xercên Daraz, Daraza Bacê, Tapu û Kadastro, Konsolosxane, Pasaport, Tezkereya Îkametê, Muafiyeta Destûra Xebatê, Vîze, Tesdîqa Wezareta Karên Derve, Keştî û Bendergeh, Îmtiyazname, Destûrname, Dîploma û Trafîk digire nav xwe, ji sedî 50 hate zêdekirin.