Wednesday, Çile 26, 2022

Bajarê çand û nivîskaran kirine bajarê tevliheviyê

Bajarê Silêmaniyê di sala 1784’an de ji aliyê mîrê kurd Îbrahîm Paşa Baban ve hatiye avakirin. Baban navê bavê xwe Silêman Paşa li bajêr kiriye. Silêmaniyê ji sala 1784 heta 1850’î paytexta mîrnişîna Baban a dîrokî bû. Ji dema bajar hatiye avakirin heta niha hertim navenda helbestvan, nivîskar, dîroknas, siyasetmedar, zaniyar û hunermendan bû. Yên weke Nalî El-Şehrezorî, Mehwî û Pîremêrd li vî bajarî mezin bûn.

Bajarê Silêmaniyê weke navenda zaravayê soranî (kurmanciya jêrîn) tê nasîn. Li vî bajarî gelek nivîskar û romanûsên kurd ên weke Nalî, Mewlewî, Mehwî, Kurdî, Pîremêrd, Goran, Fayiq Bêkes, Şêrko Bêkes û gelek navdarên din hatin û çûn. Dîsa di warê çand û hunerê de kesên wekî Izeddîn Mistefa Resûl, Mehmoyî, Nalî, Ehmed Salar, Enwer Qeredaxî, Kerîm Kaban, Elî Çola, Fûad Mecîd Misrî, Bedîha Dartaş, Fader Dîlan, Kejal Ehmed û hin kesayetên din, derketin.

Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) di dema damezirandinê de di 1 hizêrana 1975’an de derbasî qonaxa nakokiyên hundurîn ya bi partiyên kurdî re bû. Hin ji wan nakokiyan şerê çekdarî li hemberî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hin partiyên îslamî yên kurdî li herêmê bû. Di encama van rêzenakokiyan de du hikûmetên cuda hatin avakirin. Li Silêmaniyê YNK’ê serweriya xwe ferz kir. Li deverên din jî Partî Demokratî Kurdistan (PDK) serweriya xwe ferz kir. Hewlêr ji xwe re weke navend hilbijart.

Piştî rêzenakokiyan û piştî salên 90’î yên sedsala borî, YNK’ê bi rêveberiya Celal Talebanî karibû hevsengiya xwe biparêze û ji nakokiyan dûr bikeve. YNK’ê tevî ku beşdarî şerê leşkerî li dijî PKK’ê bibû jî, heta koça dawî ya Talebanî karibû siyaseta xwe biparêze.

PKK’ê destê alîkariyê pêşkêşî YNK’ê kir ta ku ji xefkên partiyên ku dijminahiya xeta netewiya Kurdistanê dikin û hevkariyê bi dewletên dagirkerên Kurdistanê re dikin, biparêze.

Siyaseta tevliheviyê ku pergalên sermiyadar ku di serî de Amerîka û Birêtaniya didin meşandin, di vê dawiyê de dewleta tirk jî fêrî van siyasetan bûye. Ev hêz her tim hewl didin tevger û partiyên Kurdistanî û tevger û partiyên azadîxwaz ên cîhanê tune bikin. Diyar e PDK’ê jî fêrî van siyastan bûye. Êdî armanca ku dewletên sermiyadar di tunekirina tevgerên kurd de dixwazin pêk tîne, tenê ewe ku bibe serokê Kurdistanê.

Ji ber ku Herêma Kurdistanê ji 30 salan ve xwedî rêveberiyeke kurdî ye, hikûmetê nikaribû daxwazên gel pêk bîne û berovajî wê alozî zêde û komî ser hev bûn. Heta niha herdu partiyên serwer PDK’ê û YNK’ê nikaribûn helwesta xwe bikin yek û heta niha di nava nakokiyan de ne.

Ji dema koça dawî ya Celal Talebanî ve PDK’ê hêdî hêdî destwerdanê li karên YNK’ê dike. Bi destwerdanan nakokî di hundirê YNK’ê de çêkir. Ta ku rola YNK’ê li tevahiya Herêma Kurdistanê lawaz bike. Buyerên di van demên dawî de weke nakokî û jehrkirinê di hundurê YNK’ê de û xwepêşandan û çakakiyên kuştin û revandinê jî mînaka herî ber bi çav e.

Ji dema ku nakokî di navbera hevserokên YNK’ê Lahor Şêx Cengî û Bafil Talebanî de derketine, gelek çalakiyên kuştinê derheqê çalakvan û siyasetmedarên Herêma Kurdistanê de rûdan. Yek ji wan kuştina Endamê PKK’ê Şukrî Serhed û buyera Fûad Reş û hin hewldanên kuştin û girtinê ne.

Tişta ku li parêzgah Silêmaniyê rû dide, em dikarin weke hesab jihevxwestina di navbera Lahor Şêx Cengî û Bafil Talebanî de bi nav bikin. Hêzên ewlekariyê di van demên dawî de hemleyeke girtinê li dijî hemû alîgirên Lahor Şêx Cengî dide meşandin. Buyera Raniya jî ku serkirdeyê Pêşmerge Murad Kanî Kurdîyî têde hate kuştin û xwepêşandanên li Silêmaniyê û bajarên din nîşana metirsiyeke mezin li ser Silêmaniyê û YNK’ê tîne pêş çavan.

Dema em li siyaseta tevliheviyê temaşe dikin, diyar dibe ku PDK’ê ji dema koça dawî ya Talebanî ve ev siyaset daye meşandin. Heta ku YNK’ê bixe bin serweriya xwe tev digere. Lê gelo Lahor û Bafil van siyasetên xapînok dibînin? Yan jî bi parvekirina mîrasa Celal Talebanî ve mijûl in? Ev dema pêş ji bo YNK’ê dê dijwartir bibe. Ji ber ku nakokiyên hundurîn dijî û PDKê jî dixwaze ji van nakokiyan sûd werbigire. Bi van nakokiyan serweriya xwe li tevahiya Herêma Kurdistanê ferz bike.

Gelek çavdêr van xwepêşandanên dawî li parêzgeha Silêmaniyê weke siyaseteke PDK’ê û dewleta tirk dibînin û armanca wan jî tunekirina YKK’ê û serweriya li ser bajarê Silêmaniyê ye. An jî armanc dike ku YKK’ê li herêma Kurdistanê bê bandor bibe.