26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bajarê Şêrko

Qudsê ji min re wisa got: “Îro tenê di nava du saetan de, di sînga bajarê min de
pêncî çem xeniqandin.”

Heyva şeva bajarê Santiagoyê ji min re wisa got: “Îro tenê di nav saetekê de,
di nav serê bajarê min de, sed stêrkên min ser jê kirin.”
Hespekî reş î bijîsor î efrîqî ji min re wisa got: “Îro di nav nîv saetê de
li ser kevirê reş ê pişta min, mejiyê gelek mirovên min perçiqandin.”
Min got: “Birano! Tenê cudahiya di navbera me de ev e, bajarê min wisa kuştin ku, deqîqe jî pê nehesiya.”
Şêrko Bêkes

Roj kirasên peritîne li bejna vî bajarî
Û şev xencerên devtûj in li ser qolincan
Zarokên li çolên Efrîqayê ji birçîna dimirin
Zeximtir in ji hêviyên jinên bajarê me
Hewarên jinan di qirikên ezanan de difetisin
Kenên xenîqok dibin pîneyên şerma giriyê
bajarê me

Dilê şeqaman bi pilqîniyên derewîn diderizin
Û çi dest û derzî têra dirûtina dilan nakin li vî bajarî
Nêrehizr e ev bajarê bêwec û stewr
Ditirse ji zayînê, ji heyînê, ji jin û jînê
Bûye dêwekî xwexwer û dirinde ev bajar
Ji bîr kiriye pîrozî û rûmeta dayik û dayînê
Bê reh û rîşe bûye, şadîmij e, xwekuj e ev bajar
Xewar û xayîn e, xwîna jiyanê dinûşe ev bajar
Wijdanxesayî ye û xwenenas e
Ramanxela ye û bêbîr û rût û xas e
Bûye nêçîrvanê dildarên xwe
Bi çavsorî dikole gora evîndarên xwe
Ger li bajarekî rûmet ji qesran bilindtir nebe
Mirovbûn ji pere bi qedr û qîmetir nebe
Hezkirin ji çek û tundiyê bihêztir nebe
Divê xwe bikuje û ji nû ve bizê ew bajar
Divê di çirkeyan de xwe bikuje û ji nû ve bizê
Ji dilê ronahiyê, ji dilê jin û jiyanê, pakiyê û
başiyê

Şarav bibe bi gihiştina giyanê heqîqet û rastiyê
Divê ev bajar cardin berê xwe bide serbilindiya çiyayan
Dilê xwe dagire bi xweragirî, vîn, bawerî û hêviyan
Bi tirêjên germiya evîna xwe bikewîne birînên dilên
Bajarê Qudsê û heyva bajarê Santiago, janên hespê efrîqî
Bi hizr û giyana Ko’yê Şêran, ji dildarên xwe re bibe evîngeh
Û wekî hizr û giyanê Şêrko bêmirin bibe li asoyên azadiyê.