10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bakirhan: Ev şer ê îqtîdar û sermayedaran e

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di Lijneya Giştî ya KESK’ê de axivî û wiha got: “Di rojên dawî de li welatê me şer û mirin pîroz tên nîşandan ji ber ku yên di şer de dimirin ne zarokên wan in.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di 11’emîn Lijneya Giştî ya Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) de axivî. Bakirhan, bi kurdî dest bi axaftina xwe kir û kesên di têkoşîna KESK’ê de ked û bedel dayîn silav kir û kesên di Komkujiya 10’ê Cotmehê de hatine qetilkirin bi bîr anî.

Bakirhan, balkişand ser qetilkirina Gerînendeyê Weşanê yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk û got ku tevî 17 salan jî kujerên wî yên esasî nehatine darizandin. Bakirhan, wiha got: “Tenê tetîkkêşek hate girtin û piştre hate berdan. Em Hrant jî bi rehmet bi bîr tînin. Em ê vê dozê bişopînin.”

‘Em ê bi têkoşîna hevpar îqtîdarê têk bibin’

Di berdewamê de Bakirhan ev tişt anî ziman: “KESK, serfiraziya têkoşîna sendîkayî ye. Mixabin piştî pêvajoya darbeyê bi îktîdara AKP’ê re Serokkomar Tayyîp Erdogan got; ‘di serdema me de grev bi dawî bûn.’ Îktîdara Erdogan mîna Halît Narîn keyfa sermayedaran anî, kedkar perîşan kir û neçarî xizaniyê kir. Di serdema AKP’ê de sermayedar mezin bûn û bihêz bûn. Lê kedkar xizan bûn. Em ê bi têkoşîna hevpar vê îktîdarê têk bibin. Di wê baweriyê de me ku em ê bi saya têkoşîna hevpar û piştevaniyê Komara Demokratîk ava bikin.”

Şer kedkaran eleqedar dike’

Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û ev nirxandin kir: “Hem li Rojhilata Navîn hem jî li erdnîgariya me şer heye. Ev şer jî kedkarên cemaweriyê jinêzve eleqedar dike. Tirkiyeyê bi polîtîkaya xwe ya derve ya xelet ve, bi polîtîya li dijî kurdan re roj bi roj welêt xizantir kir. Di encama vê polîtîkaya şer û pevçûnan de xelk hêj bêhtir xizan bû û pariyê nanê me biçûk bû. Em êdî nikarin debara xwe bikin. Yên ku vî şerî didomînin, ew kes in ku rantê ji şer dixwin.

Pirsgirêka kurd bi înkarê çareser nabe  

Kurdan xwestin li vî welatî bibin xwedî maf. Lê îktîdarên vî welatî ji bo kurd nebin xwedî maf, serî li hemû rêyên hovîtî û komkujiyan dan. Lê wekî ku hûn jî dibînin, tevî vê wehşet û zilmê jî îro li Rojhilata Navîn pirsgirêka kurd hêj li şûna xwe ye. Di hizûra we kedkaran de em careke din bang li hikûmet û aqilê dewletê dikin; pirsgirêka kurd bi rêya wehşetê, bi şer, bi cînayetên kiryarnediyar û girtîgehan bi dawî nebû. Êdî ev yek bandorê li 86 milyon kesên li vî welatî dike. Ev pirsgirêk bi polîtîkaya şer, red û înkarê çareser nabe. Divê çareseriyek jê re bê dîtin. Çareserî ne li Ingilistan û Amerîkayê, li Amed û Enqereyê ye. Ev eywane ye. Çareserî, kedkar û têkoşîna wan e.

Ev şer şerê îqtîdar û alîgirên wê ye

Di van rojên dawî de şer û mirin li welatê me pîroz tên nîşandan. Yên ku vî şerî weke tiştekî pîroz nîşan didin; ev 40 sal in ji bo kurd bi zimanê xwe neaxivin, polîtîkayên rizandina aborî, xweza û civakê meşandin. Ji ber ku kesên di şer de tên kuştin ne zarokên wan in. Zarokên kedkarên xizan in. Zarokên kedkar û xizanên nikarin kombiya xwe vekin in. Ev şer ne şerê kedkaran, şerê komeke biçûk a sermayedaran e ku welêt birêve dibin e. Şerê îktîdara rantxwir û alîgirên wê ye. Di wê baweriyê de me ku li dijî şer dê kedkarên cemaweriyê ji bo demokrasî, aştî, wekhevî û hemwelatiya azad têkoşîna xwe mezintir bikin.”