10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîlgirtiyekî din piştî 30 salan hat berdan

Tahîr Temel ê di sala 1994’an de li Manîsayê hatibû girtin û cezayê muebetê lê hatibû birîn, piştî dîlgirtina 30 salan hat berdan û kêfxweşiya xwe bi firandina kevokên spî anî ziman

Tahîr Temel di 26’ê Çileya 1994’an de li Manîsayê bi îdîaya “Xerakirina yekîtî û yekparebûna dewletê” hatibû binçavkirin û cezayê muebetê lê hatibû birîn.

Tahîr Temel ê 55 salî, ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Depê ya Xarpêtê hate berdan.

Tahîr Temel di dema dîlgirtinê de li girtîgehên Mêrsîn, Elbîstan, Yozgat, Edene Kurkçuler, Meletî, Wan, Mûş, Oltûya Erzîrom û Gumuşxaneyê hat ragirtin. Herî dawî jî li Girtîgeha Tîpa T a Depê ya Xarpêtê dihate ragirtin.

Temel di nava 30 salên dîlgirtina xwe de, 12 caran bêyî daxwaza xwe sirgûnî girtîgehên cuda hat kirin.

Temel li ber girtîgehê ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve yên ku ji navçeya Wêranşarê ya Rihayê hatibûn, bi çepik, tîlîlî û kulîlkan hat pêşwazîkirin.

Temel piştî serbest hate berdan kevokên spî ku temsîla aştî û azadiyê dikin, firandin.

Piştî vê pêşwazîkirinê Temel û kesên pê re ber bi navçeya Wêranşara Rihayê ve ketin rê.