28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di şexsê Dîcle de rojnamegerî tê darizandin

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan û Etîdora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk neberdana Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu nirxandin û anîn ziman ku di şexsê Dîcle de rojnamegerî tê darizandin û cezakirin.

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû ku di çaçroveya lêpirsîna bi navend axwe Enqere hat girtin de, cara duyan derket pêşberî dadger, lê dîsa nehat berdan.

Komeleya Rojnamevanan a Jinan a Mezopotamyayê (MKG), DFG, DÎSK Basin-Îş, Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA), Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) û gelek rojnamevan û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl danişînê şopandin. Dadger piştî îfadeyê biryara neberdana Dîcle da û danişîn taloqî 29’ê sibatê kir. Têkildarî biryarê Hevserokê DFG’ê Serdar Altan û Sekretera DFG’ê Gulşen Koçuk bertekên xwe anîn ziman.

Bi şahidên nepen dixwazin bêhiqûqiyê  veşêrin

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan anî ziman ku mixabin rêhevala wan Dîcle vê car jî nehate berdan  û wiha got: “Careke din rûyên xwe yê reş û bêhiquq nîşandan. Wek tê zanîn angaştnameya Dîcle ji 43 rûpelan pêk tê û di 41 rûpelan de, der barê Dîcle de yek sûcdarkirin tuneye. Me hemûyan bi hevre danişîna yekem jî yê duyem jî şopand. Ji nûçeyên ku Dîcle çêkirine bigire, heta mayîna Dîcle ku li gel bavê xwe li Stenbolê di otelekê de maye, bi angaştên sosret tê sûcdarkirin. Bi rapora MASAK’ê pereye ku wê û malbata xwe ji hevre şandine kiriye mijara sûc. Gera Muftuoglu ya dervê welat, axaftinên wê yên bi hempîşeyên xwe re wekî delîlê sûc nîşan dane. Bi daxuyaniyên şahidên nepen dixwazin vê bêhiqûqiyê veşêrin. Dixwazin pîşeya rojnamegeriyê kriminalize bikin. Lê Dîcle û parêzerên wê hemû sûcdarî tev li valahiyê derxistin. Bi kurtasî hemû angaşt û şahidên nepen ên di angaştnameyê de pûç bûn. Ji xwe ev aganşt ji bo me bêqîmet in.”

 Raya giştî Dîcle nas dike

Altan, da zanîn ku bendewariya raya giştî ya ku Dîcle bê berdan gelek zêde bû û wiha pêde çû. “Ji ber ku sûcdariyên der barê Dîcle de ne ew sûcên ku Dîcle pê were girtin. Ji ber ku raya giştî  Dîcle nas dike. Lê heyeta dadgehê şahidên nepen esas girt û Muftuoglu berneda. Piştî binçavkirin û girtina nêzî neh mehan a dervê hiqûqê dîsa biryara berdewama girtinê dan. Di danişînê de Dîcle ne tenê xwe parast, tevahiya rojnamevanan û rojnamegerî parast.”

Rojnamegerî tê darizandin

Altan, destnîşan kir ku ew careke din dibêjin ku li vir ya tê darizandin ne Dîcle ye û wiha bi dawî kir: “Ya tê darizandin rojnamegerî ye. Pir aşkere ye ku girtina Dîcle êdî ji tedbîrê zêdetir derbasî asta cezakirinê bûye. Ya ku ji bo Dîcle rewa tê dîtin, nîşan dide ku bi tevahî ji bo hemû rojnamegeran û bi taybet li dijî rojnamegerên Kurd xuya dike ku azadiya çapemeniyê hatiye çi astê. Em vê bêhiquqiyê qebûl nakin, em helwesta dadgehê şermezar dikin. Divê Dîcle demlidest bê berdan. Ji bo wê jî divê tevahiya rêhevalên wê behtir bixebitin. Her wiha divê raya giştî bêhtir hişyar û baldarê vê dozê be. Bila zanibin ku bi girtina Dîcle çav û devên gel tê girtin. Bila vê rewşê qebûl nekin.

Li dijî rojnamegeriya kurd û jinên kurd dijminantî tê kirin

Sekretera DFG’ê û Edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk jî anî ziman ku Dicle Muftuoglu ji 3’ê Gulana 2023’an ve girtî ye û wiha got: “Mixabin di danişîna 18’ê çile de jî nehat berdan. Di şexsê Dîcle de rojnamegerî tê darizandin. Ji be ku Dîcle ji xeynî rojnamegeriyê tu tiştekî din nekiriye. Ji bo ku Dicle tawanbar bikin ji xeynî karê rojnamegeriyê her tişt wekî delil li dosyayê zêde kiriye. Dîcle wekî danişîna ewil, di danişîna duyemîn de jî xwe neparast. Pîşeyê rojnamegeriyê û çapemeniya azad parast. Sucek li holê tune. Lê bi delîlên bêbingeh û derew dixwaze Dîcle tawanbar bikin. Niha Dicle wekî dîlgirtiyekê tê girtin. Dîlgirtina Dîcle û biryara dadgehê ya neberdana Dîcle, nîşan dide ku li dijî rojnamegeriya kurd û jinên kurd dijminantiyek heye. Biryara dadgehê dijminantiyê nîşan dide.”

Gulşen Koçuk, da zanîn ku wekî dosyayên siyasî yên berê her tişt ji berê ve hatiye amadekirin û wiha lê zêde kir: “Ji ber ku suc û delil li holê tune, îfadeyên şahidên nepen li dosyayê zêde dikin. Ji xwe Dicle di du danişînan de jî anî ziman ku li dijî hiqûq û qanûnan îfadeyên şahidên nepen hatine girtin. Hemû delîl li ser derewan hatiye avakirin. Li ruxmê vê yekê Dicle dîsa nehat berdan. Ev nîşanî me dide ku biryar li dijî hiqûq û edaletê ye. Nîşan dide ku daraz li hemberî kesên rastî û heqîqetê dinivîse tehamul nake. Divê bê zanîn ku wekî duh îro û sibê jî wekî hempîşe û hevrêyên wê em ê her tim li gel Dîcle rawestin. Em ê her tim li dijî zext û tundiya li dijî rojnamegerî û çapemeniya azad têkoşîna xwe ya bi rêxistinkirî bimeşinin.”