10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza rojnameger Dicle Muftîoglu taloqî 29’ê sibatê bû

Edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû di danişînê de parastina xwe kir hemû idîayên der barê xwe red kirin û wiha got: Ez wan idîayan red dikin, hemû xebatên min di çarçoveya karê rojnamegeriyê de ne.

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû ku di çaçroveya lêpirsîna bi navend axwe Enqere hat girtin de, îro cara duyan derket pêşberî dadger. Muftuoglû bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişîna dozê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 5’an a Amedê bû. Muftuoglû û parêzerên wê di danişînê de amade bûn.

Komeleya Rojnamevanan a Jinan a Mezopotamyayê (MKG), DFG, DÎSK Basin-Îş, Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA), Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) û gelek rojnamevan û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl danişînê şopandin.

Muftuoglû bi rêya SEGBÎS’ê bi berfirehî parasatina xwe kir û hemû idîayên der barê xwe de red kirin û wiha got: Hemû karên min kirine di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de ne.

Piştî parastina Muftuoglû û parêzerên wê, şahidê eşkere Kerem Gokalp axivî. Gokalp, îdiayên xwe yên di îdianameyê de dubare kirin.

Paşê dozger di mutalaya xwe de domandina girtina Muftuoglûyê xwest.

Şandeya dadgehê jî biryara domandina girtina Muftuoglûyê da û dozê taloqî 29’ê Sibatê kir.