2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi ku ve diçî

Madem ku hebûn her çûyîn e, lazim e mirov vê pirsê hema li ser çermê xwe bideqîne û welê bijî. Çimkî tu bipirsî nepirsî jî hebûn, xwezaya xwe dijî diçe û hey diçe.

Madem ku hebûn her çûyîn e, lazim e mirov vê pirsê hema li ser çermê xwe bideqîne û welê bijî. Çimkî tu bipirsî nepirsî jî hebûn, xwezaya xwe dijî diçe û hey diçe. Kes tu car ya doh vê çaxê nîne û dê ya sibê vê çaxê jî nebe, lê wê/î ne hay jê heye, ne dişopîne ne jî ji xwe re dike derd… Loma jî çi dibe? Piştî sala û zemanan û bi piranî jî piştê wendakirina hin tiştan hêj nû hişyar dibe û tu xwelî namîne ku li serê xwe dike! Belam tewş e, jixwe ku xêra xweliyê jê re hebûya, dê nebûya xwelî, her agir bimaya!

Helbet di vir de heyîna cîsmanî pir bi tesîr e, loma jî bi piranî dema li wêneyan dinhêrin ax û wax tên kirin û her kes, li wan  kesên di wêneyan de digere, bi hesret dest ji wan re dihejîne. Yanî ji xwe re! Ji xwe re yên ku êdî ne ew bi xwe ne, ên ku zeman û bûyînê wan zûda bi xwe re kişkişandiye û biriye! Jixwe mirov hemî di nav fîlm an jî wêneyek de tê dinê û ew fîlm û wêne jî malbat û civak e, erdnîgarî û dîrok e. Yanî her tişt bêmirov dest pê kiriye! Loma ye ku hevalê Viladîmîr Nabokov ê kronofobîk, dema li wêneyên berî hebûna xwe dinhêre û dibîne; ku way bêyî hebûna wî jî malbat heye û  bextewar e, li xwe dixe, nikarê vê rastiyê bipejirîne! Ji ber vê yekê ye ku kronofobî nexweşiyek e, nexweşiya tirsa ji zeman, nexweşiya ku ji derbasbûna zeman û heyîna zeman a beriya xwe jî piştî xwe jî ditirse! Lê belkî jî kronofobî, ne nexweşî ye û kronofob (ên ku bi vê nexweşiyê ketine) jî mafdar in. Çimkî zeman bi rastî jî serbixwe û azad e, berî me jî hebûye û dê piştî me jî hebe! Yanî tirs an jî fêmkirina cidiyeta wî lazim e. Lê helbet ew hinek mafdar bin û tirs an jî cidiyet lazim be jî, ne bi vê awê! Ji ber ku wan xwe pê ‘nexweş xistiye’ û bezandiye ba psîkanalistan! Lê li aliyê din jî wek ku me got sersarî û nehaydariya ji bûyîn û çîyînê jî nexweşiyek din e. Nexweşiyek ku xwediyên xwe tim bê hazirî diqefêle.Nexweşiyek ku xwediyên xwe di bin bar û piştiyên pêşeroj û paşerojê da dihêle, wan hew dike barkêş û nahêle ku zeman azad bijîn, dilop bi dilop vexwin di şûşeyek ferfûrî de.

“Ez berê gemiyek di nav çira û ronahiyan da bûm

Ku we ez bidîtama we yê min nas nekira”

Ev risteya ji helbestek Nîetzche behsa gemiyek ku êdî bûye bîranînek noqbûyî dike gelo an behsa mirovên ku dihêlin zeman wek dozer û tanqek di ser wan re derbas bibe? Hêvîdar im ku ev her du riste nebin diyariya zemên a ji bo me û mifta pêwendiya me û zeman di destê me da bimîne ne di destê fûhrerên cur be cur da. Loma jî ku roj bêzeman xwe bi me bide gotin, bila ew gotin ne poşmanî û sernizmî bin, lê kêfxweş û bê minet bin.

Lê vay vê helbesta min jî behsa derblêdana zemên dike:

Metamorfoz

Gulên te bûne stirî

Tu bê bêhnok jiyayî

Bêhnok nexweş ketin

Ji xema te

Te qet bêhna xwe neda

Gul bûn stirî

Bêhnok merezdarî bûn

Ji derdê te

Tu bê bêhnok jiyayî

Bêhn çikiyan

Zînê mir

Xecê xwe kuşt

Siyabend û memê bi avê re çûn

Gul hemû bûn stirî

Tu bê bêhnok jiyayî

Çikiya bêhna her tiştî (kirasê heyvê)

Dibêm qey di tu zimanek da navê bêhnokê (vîrgul) ‘bêhnok’ nîne, lê kurdiya me wiha dibêje. Bêhnok, ji bêhnstendinê, ji seknê, ji baldariyê tê. Lewre dema ku mirov bêhna xwe distîne hem li her tiştî vardiqle, hem hêza xwe kom dike, hem jî baştir dibîne. Bêhnok e ew, hem di nivîsan da nahêle kaosa deng û meneyê çêbe, hem jî di jiyanê da… Loma jî em fêm dikin ku çima gulên li vê  helbestê bûne stirî, lewre jiyan bê bêhnok hatiye jiyîn û her tişt li bin guhên hev ketiye. Belkî tişta ku kronofobîkan ji demê dibizdîne jî ev e: Destên demên yên hesinî û fermandar û serobinokirina wan a her tiştî… Ku tu bihêlî dê dem her wiha bike; ne vîn ne daxwaza te; tenê a li gor dilê xwe bike. Loma jî divê em destê wî -zeman- jî bernedin pêsîra wî jî. Da ku nikaribe me wek pertalek li pey xwe bigerîne û ku roj hat, bi ser belengaziya xwe da bigirîne. Bila gotin ev be; na zeman, heyînên vîndar in em, tu nikarî me bipirtîkînî û ji hêz û meneyê bixînî.