28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Balafira ‘Roja Qiyametê’ li ezmanê Moskovayê ye

Firîna balafira ‘Roja Qiyametê’ li ser ezmanê Moskovayê ji alî şîrovekarên leşkerî ve wekî gef û peyameke Rûsyayê ya bikaranîna çekên nukleerî hate binavkirin. Li gorî wan şîrovekaran ew peyameke hişyariyê ya tund e ji bo welatên NATO’yê .

Balafira Rûsyayê ku navê ‘Roja Qiyametê’ lê tê kirin roja 3’ê gulanê bi bilindahiyeke nizim li ser ezmanê Moskovayê firiyabû û vê yekê metirsiya ku serokê Rûsyayê Vlademir Putîn çekên nukleerî bikar bîne anî hişê mirovan.

Ev balafir dikare bê navber 2 hefteyan li ezman bimîne û di dema şerekî nukleerî de wekî bargeheke leşkerî were bikaranîn. Ew balafir wekî kremlineke biçûk hatiye çêkirin. Di dema şerê nukleerî de Putîn dikare ji nava wê balafirê ji ezmanan şer birêve bibe û fermanê bide leşkrên xwe ku çekên nukleerî bikar bîne.  Tenê 4 balafirên wiha li Rûsyayê hene her wiha li DYA’yê jî 4 balafirên bi vî şêweyî hene.

Hêjayî gotinê ye ku rayedarên Rûsyayê ji destpêka êrîşên li ser Ukraynayê de gelek caran gefa bikaranîna çekên nukleerî anîne ziman. Putîn di destpêka êrîşê de gotibû: “Heke NATO’yê raste rast tevli vî şerî bibe Rûsyayê ji bo parastina xwe dê çekên nukleerî bikar bîne.”