3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi deh hezaran li dijî dagirkeriyê meşiyan

Li Qamişlo bi deh hezaran şêniyên Hesekê û Qamişloyê li dijî êrişên hevbeş ên dewleta tirk û PDK`ê “Meşa Rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê” li dar xist. Beşdarên meşê ji bajar û navçeyên kantonên Hesekê û Qamişlo hatine û li çerxerêya Osman Sabîr a li Qamişlo kom bûn. “Meşa rûmetê” bi armanca şermezarkirina êrişên hevbeş ên artêşa tirk û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê û ji bo xwedîderketina li berxwedana gerîla hat orgenîzekirin. Bi deh hezaran şêniyên navçeyên Dêrik, Rimêlan, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çil Axa, Til Koçer, Til Birak, Til Hemîs, Amûdê û Qamişlo yên kantona Qamişlo û şêniyên Şedadê, Hol, Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan û Hesekê yên kantona Hesekê bi al û pankartên xwe tev li meşê bûn.

Nûnerên meclisên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên herêmê, partiyên kurd, ereb û suryan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên tevger û rêxistinên jinan, rêxistinên civakî û sivîl, ciwan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hunermend cihê xwe di meşê de digirin.

Girse piştî li qada li kêleka stada 12’ê Adarê ya li Qamişlo raweste, dê li vir daxuyaniyê bidin çapemeniyê.