4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê berê yê Brazîlyayê Putîn, Zelenskî û Biden rexne kirin

Serokê Brazîlyayê yê berê Luiz Lula da Silva di hevpeyvînekê bi kovara Time ya DYA’yê de behsa şerê Rûsya û Ukraynayê kir.

Da Silva der barê şerê Rûsya û Ukraynayê de daxuyaniyeke balkêş da û got ku berpirsiyariya Zelenski jî bi qasî ya Putîn heye. Serokê Brazîlyayê yê berê bang li serokê herdu welatan kir û got: “Rewşa Vlodomir Zelenskî gelekî ecêbe sibe, nîvro û êvarê li ser ekranê televizyona ye, wekî ku li ser dika şanoyê be.”

Her wiha rexne li serokê welatê Rojava kir û wiha got: “Divê serokê welatên ewropayê ji Zelenskî re wiha bêjin: “ Başe tu şanogerekî başî lê ji bo ku tu li ser ekranan xuya bikî hewce nake ku şer hebe, her wiha divê ji serokê Rûsyayê Vlademir Putîn re jî wiha bêjin: “Gelek çekên te hene lê hewce nake ku tu tevan li Ukraynayê bikar bînî.”

Luiz da Silva rexne li serokê Amerîkayê Joe Biden jî kir û got ku Amerîkayê li şûna gurkirina şer dikaribû pêşî lê bigire û wiha rexneyên xwe li Biden kirin: “Li gorî min Bıden di vî warî de biryareke rast negirtiye.”

Da Silva Neteweyên Yekbûyî jî rexne kir û li hemberî vê saziya navdewletî wiha bertekên xwe anîn ziman: “Hewcedarî bi avakirina rêveberiyeke cîhanî ya nû heye, Neteweyên Yekbûyî îro nûnertiya tiştekî nake ji ber ku her welat bi serê xwe biryarên xwe digire.”