spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Thomas Schmidt: Lazim e CPT têkeve tevgerê

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Parêzeran a ji bo Mafên Mirovan a Cîhanê û Demokrasiyê ya Ewropayê (ELDH) Thomas Schmidt xwest, astengiya li pêşiya hevdîtina parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya bi Ocalan re bê rakirin. Schmidt ji ANF’ê re axivî û destpêkê li ser sedema serlêdana xwe ya ji bo CPT agahî da. Schmîdh anî ziman ku Yekîtiya Parêzeran a ji bo Mafên Mirovan a Cîhanê û Demokrasî ya Ewropayê (ELDH) bi Parêzerên Demokratîk ên Ewropayê (AED-EDL) û Parêzer ji bo Parêzeran re daxwaznameyek şandine ji CPT’yê re û wiha got: “Me xwest ku di Roja Parêzeran a li Tirkiyeyê de CPT serdana Girtîgeha Îmraliyê bike û qedexeya hevdîtina bi parêzeran re lêkolîn bike.”

Schmidt diyar kir ku hurmet ji mafên parêzerên Abdullah Ocalan re nayê nîşandan ku karibin karê xwe bikin û wiha got: “Mafê mirovên li Îmraliyê girtî ne, bi rengekî nehiqûqî tê astengkirin. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve bersiveke erênî ji serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê re nayê dayin.”

Thomas Schmidt destnîşan kir ku li Girtîgeha Îmraliyê ji 15’ê tebaxa 1999’an û vir ve tecrîdeke cihêkar û taybet tê meşandin û wiha berdewam kir: “Qedexekirina serdana parêzeran, Pîvanên Neteweyên Yekbûyî yên li ser Girtiyan û Pîvanên Nelson Mandela, her wiha pêşniyarên CPT û Qanûna Înfazê ya Tirkiyeyê bi rengekî eşkere binpê dike. Berpirsyariya dewletan e ku bêyî li nasname yan jî cezayên girtî û hikumxwaran binihêre, mafên wan ewle bike.”

Thomas Schmidt têkildarî baweriya bi CPT jî anî ziman ku Komîteya Pêşîgirtina li îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) organeke şopandinê ya serbixwe ya Konseya Ewropayê ye ku pispor bûye û wiha lê zêde kir: “Ji pisporên serbixwe û bêalî yên parêzer, dadger û kesên di mijarên girtîgeh û polîsan de pispor in pêk tê. CPT herî kêm çar salan carekê bi rêk û pêk serdana 47 dewletên endamên Konseya Ewropayê dike. CPT eger pê biheseke ku rewşeke cidî heye bêyî agahiyê bide dikare serdanê bike.”

‘Rayedarên tirk mafên Ocalan binpê kirin’

Schmidt anî ziman ku rayedarên tirk dema derbasbûyî pêşniyarên CPT bi cih neanîn û wiha dirêjî da axaftina xwe. “Meqamên tirk dema ku ev kirin ne tenê mafên Abdullah Ocalan û hevalên wî binpê kirin. Di heman demê de hukmên Peymana Ewropayê ya li ser Pêşîgirtina li Kiryarên Nemirovî û Êşkenceyê jî bi cih neanîn û hurmet ji CPT û pêşniyarên wê re nîşan neda. CPT ji sala 1999’an û vir ve 10 caran serdana Girtîgeha Îmraliyê kir. Rewşa tecrîda giran a li Girtîgeha Îmraliyê di rapora 5’ê Tebaxa 2020’î ya CPT de jî cih girt ku li ser serdana 6-17’ê Gulana 2019’an hate amadekirin. Dihate hêvîkirin ku li Girtîgeha Îmraliyê li gorî pêşniyarên rapora CPT sererastkirin bê kirin, lê belê cezayên nû yên dîsîplînê û qedexe têne ferzkirin.”

Weke saziyên qanûnî yên ku mohra xwe danîne binê vê daxwaznameyê em bang li CPT dikin ku rapora xwe ya 5’ê tebaxa 2020’î bişopîne û tedbîrên pêwîst werbigire. Li dijî qedexeya serdana parêzeran a li Girtîgeha Îmraliyê bikeve nava liv û tevgerê û serdana Girtîgeha Îmraliyê bike, li ser vê serdanê jî raporekê amade bike.”