17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Zextan li girtiyan dikin’

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediya ye, lê nayên berdan, çalakiya Nobeda Edaletê ya Amedê 170 li pey xwe hiştin. Di çalakiyê de xizmên girtiyên nexweş, rêveber û nûnerên MED TUHAD-FED, TUAY-DER, MEBYA-DER, HDP û DBP li pêş Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê kom bûn û daxuyanî dan.

Di çalakiyê de dayika Ciwan Boltan Nazîme Boltan anî ziman ku 4 sal in kurê xwe nedîtiye û wiha got: “Em 6 meh in li vir in. Di çalakiya nobeda edaletê de li edaletê digerin. Ez nikarim cejna kurê xwe pîroz bikim. Hem ez nexweşim û hem jî kurê mîn ji min gelek dûr e. Em ê li pey doza edaletê bin. Em dev ji heq û hiqûqê bernadin”

‘Li girtîgehan zext heye’

Xwişka Hamdusena Ada Reşahat Ada jî bal kişand ser tundiya li girtiyan tê kirin û wiha got: “Di vê roja pîroz de bila dengê me bibhîzin. Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin. Dema em diçin dîtina zarokên xwe, ji mere dibêjin zextan li me dikin. Bila êdî zext û zora  xwe dawî bikin. Heta dawiyê em ê li ser şopa zarokên xwe bin. Ne 6 meh hezar sal jî derbas bibe em ê li pey keda wan bin. Cejna hemû girtiyan pîroz bê. Bijî berxwedana zîndanan.”

Çalaki bi dirûşmeya “Heq, Hiqûq, Edalet” dawî bû.