26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Balafirên şer gundên Amediyê bombe kir

Balafirên şer ên Tirktiyeyê gelek gundên navçeya Amediyê ya bajarê Duhokê bombe kirin.

Gundiyên herêmê agahî dan û diyar kirin ku balafirên şer ên bê mirov ên Tirkiyeyê gundên Sigêrê, Guherzêpan û Nihêlê yên Amediyê bombe kirine.  Têkildarî encama êrîşan agahî nehatin bidestxistin.

Balafirên şer berê jî gelek caran li herêmê bombe barandibûn û gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn.

Rêxistina Aştiyê ya Xiristiyan (CPT) jî di rapora meha hezîrana 2021’ê de ragihandibû ku di nava pênc salên derbasbûyî de di êrişên Tirkiyeyê de herî kêm 103 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 148 gund hatin valakirin û gefa valakirinê li 500 gundan tê xwarin.