spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Balefirên şer ên Tirkiyeyê 56 qadên xizmetê bombe kir

Balefirên şer ên Tirkiyeyê di 48 saetên dawî de 56 qadên xizmetê bombe kir. Di êrîşan de 5 leşkerên Hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan, 6 welatî birîndar bûn û ziyanên mezin ên madî çêbûn.

Êrişên dewleta tirk ên li dijî axa Rojava di rojên dawî de zêde bûn. Bi taybetî ji 2017’an heta niha balafirên şer ên Tirkiyeyê li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe dike. Lê di 2 rojên dawî de bi dijwarî bombe dike. Balafirên şer û yên bêmirov-biçek ên dagirkeran ji şeva 12’yê çileyê ve ji Dêrikê heta Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Kobanê û Şehbayê binesazî û navendên xizmetguzariyê bombebaran dikin.

Di 48 saetên dawî (Ji şeva 12-13’yê çile heta şeva 14-15’yê çileyê) de 56 dever hatin bombebarankirin û ziyanên mezin ên madî derketin holê.

Şeva 12-13’yê Çileyê de Stasyona petrolê ya Zarba û navendeke din a petorlê yên li başûrê rojhilatê navçeya Tirbespiyê û Bendava Başûtê ya rojhilatê bajarê Dêrikê 5 caran bi balafiran hatin bombebarankirin.

Êrîşên din tevahî şeva 13-14’yê Çileyê û tevahiya 14’yê heta sibeha 15’yê Çileyê pêk hatin. Li gorî nûçeya ANHA’yê cihên hatine bombebarankirin wiha ne:

*Gundên Xirbet Şeala û Hirbil ên kantona Efrîn û Şehbayê hatin topbarankirin. Bi 2 roketan nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li bendava Şehbayê hat bombebarankirin.

*Nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Xerbîsan ê Kobanê bi balafira bê mirov a bi çek hate hedefgirtin.

*Gundê Şewarxa yê navçeya Şera ya Efrînê hat topbarankirin.

*Stasyona petrolê ya li başûrê rojavayê navçeya Tirbesipiyê ya di navbera gundên Gir Dahol û Gir Şêran de hatin bombebarankirin.

*Bankeya çandiniyê ya li başûrê Tirbespiyê, devera navbera gundên Gir Kendal û gundê Şirk ên herêma Koçerat a Dêrikê de hat bombebarankirin.

*Navenda navçeya Eyn Îsayê.

*Stasyona kehrebeyê ya Eyn Îsayê.

*Benda kontrolê ya li deriyê başûrê yê ketina Eyn Îsayê.

*Gundê Xalidiyê yê rojavayê navenda navçeya Eyn Îsayê.

*Bajarokê Celebiyê yê 45 kîlometre dikeve başûrê bajarê Kobanê.

*Navenda Temwînê (Çavdêriya bazarê) ya li Dirbêsiyê.

* Cihê berê yê şirketa Lavarge ya fransî ya li rojhilatê Kobanê 3 caran hat bombebarankirin.

* Di êrişa bi balafira bê mirov a bi çek a li ser gundê Kerbetlî yê navçeya Dirbêsiyê  de jina bi navê Ehlam Ebdurezaq Remo û zarokên wê Rojan (3) û Can (4) birîndar bûn.

*Stsayona ceyranê ya bajarê Kobanê.

* Gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê.

*Çewilka pez a li gundê Şêx Copan ê başûrê bajarê Kobanê hat bombebarankirin.

*Li devera navbera gundên Quneytra û Şaemsûr ê rojavayê Dirbêsiyê 3 cih hatin bombebarankirin.

* Nuqteya hêzên Şamê ya li gundê Şewarxe yê navçeya Şerayê 3 caran hat topbarankirin.

* Tîmên agirkujiyê yên hewl didan şewata ji ber bombebaranê ya li şîrketa Lavarge ya li Kobanê vemirînin, ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin.

*Li navneda bajarê Kobanê embareke genim hat bombebarankirin.

*Li rojavayê bajarê Kobanê daristanek hat bombebarankirin.

*Di êrişa hewayî ya li dijî noqteya hêzên Şamê ya li gundê Dibane yê Qamişloyê de 5 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan.

*Stasyona kehrebeyê ya li navçeya Amûdê û gundê Kotihê yê rojavayê navçeyê hatin bombebarankirin.

*Rojnamevanan dîmenên cihê êrişa li Kobanê dikişandin jî hatin hedefkirin.

* Aşxaneya Dirbas a li Amûdê hat bombebarankirin û 2 karkerên bi navê Mihemed Xêr Şêxî (23) û Hisên Ayiş Hisên (45) birîndar bûn.

*Gundê Merkeba yê Amûdê hat hedefkirin.

* Şirketa Nêrgiz a li gundê Heremê Şêxo yê rojavayê bajarê Qamişloyê hat hedefkirin.

* Stasyona kerebeyê ya li Qamişlo hat bombebarankirin.

* Depoyek li ser rêya balafirgeha Qamişloyê hat bombebarankirin. Di êrişê de zarokek bi navê Hêlin Mihemed birîndar bû.

*Dibistana fêrkirina ajokariyê ya bajarokê Girbawî yê Qamişlo hat bombebarankirin.

* Kargeha çêkirina helawê û tehînê ya li rojavayê Qamişlo hat bombebarankirin.

* Depoyeke amûrên xizmetguzariyê ya li nêzî balafirgeha Qamişloyê hat bombebarankirin.

*Stasyoneke petrolê ya li başûrê rojavayê Tirbespiyê hat bombebarankirin.

*Benda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li gundê Xeznê ya Tirbespiyê hat bombebarankirin.

* Cihê petrolê ya li gundê Xatûne yê Tirbespiyê hat bombebarankirin.

*Stasyona petrolê ya Ude ya li rojhilatê Tirbespiyê hat bombebarankirin.

*Stasyona gazê ya sereke ya li Tirbespiyê 10 caran hat bombebarankirin.

* Benda kontrolê ya hêzên ewlekariyê ya li gundê Kevirê Spî yê başûrê rojavayê Qamişlo hat bombebarankirin.

* Stasyona kehrebeyê ya li Tirbespiyê hat bombebarankirin.

*Navenda petrolê ya li rojhilatê Tirbespiyê 3 caran hat bombebarankirin.

* Navenda petrolê ya li gundê Girê Pirê yê Tirbespiyê hat bombebarankirin.

* Navenda Siwêdiyê ya ku kehrebeyê dide kantona Cizîrê hat bombebarankirin.

* Navenda Tifle ya safîkirina sotemeniyê ya li herêma Koçerat a Dêrikê hat bombebarankirin.

* Stasyona xazê ya li gundê Siwêdiyê ya li navbera Girkê Legê û Dêrikê 10 caran hat bombebarankirin.

* Gundên Eyn Deqnê, Minx û derdora navçeya Til Rifatê yên girêdayî Şehbayê hatin topbarankirin.

Êrîşên sibeha 15’yê Çileyê

* Li navçeya Til Temir depoyên genim ên Um Kêf ên rojavayê navçeyê bi çekên giran hatin topbarankirin.

* Embarên genim ên li Um El-Kif ên li rojavayê Til Temirê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin topbarankirin.