12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Banga ji bo beşadariya Meşa Gemlîkê

Hevseroka Partiya Çep a Kesk a Wanê Gonul Ûzûnayê diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûlah Ocalan bi civakê dide windakirin û her kes vexwand "Meşa Gemlîkê" ku dê di 6'ê Sibatê de li dijî tecrîdê bê lidarxistin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) dê di 6’ê Sibatê de bi boneya salvegera Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan û tecrîda li Îmraliyê bi dirûşma “Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin” ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Meş dê ji du milan pêk bê. Milek ji Gevera Colemêrgê û milek jî ji Qosera Mêrdînê dê pêk bê.

Hevseroka Partiya Çep a Kesk a Wanê Gonul Ûzûnay ji bo beşdariya meşê bang kir û got ku riya Tirkiyeyeke demokratîk di Îmraliyê re derbas dibe.

Ûzûnay diyar kir ku dewlet bi teslîmgirtina pêşengên şoreşê dixwaze civakê jî teslîm bigire û got: “24 sal in di şexsê birêz Ocalan de tecrîdeke giran tê pêkanîn. Halbûkî Abdûlah Ocalan bi paradîgmaya xwe ya azadiya jinan, demokratîk û ekolojiyê riyeke nû berpêşî Rojhilata Navîn û gelên cîhanê kir. Ji bo vekirina vê riyê divê em bitêkoşin.”

 Divê dewlet peyamê baş bixwîne

Ûzûnayê bi bîr xist ku di meha çile de du welatiyan ji bo tecrîdê protesto bikin agir bi bedena xwe dane û wiha got: “Dewlet jî û civak jî divê van peyaman baş bixwîne. Ger bixwazin di warê exlaqî, polîtîk û aborî de xweşiyek çêbibe, divê dawî li vê tecrîdê bînin. Her ku tecrîd kûr dibe, zimanê siyasî dijwar dibe, krîz rû didin. Pirsgirêka herî mezin a welêt pirsgirêka kurdan e û muxatabê vî karî jî birêz Ocalan e. Em baş bi vê dizanin, riya Tirkiyeyeke demokratîk ji Îmraliyê re derbas dibe.”

 Bangawaziya meşê

Ûzûnayê destnîşan kir ku ew tecrîda li ser Abdûlah Ocalan qebûl nakin û dê li dijî wê bitêkoşin û got: “Em hemû gelê xwe vedixwînin meşa ku dê di 6’ê Sibatê de bê lidarxistin. Gel, divê nehêle ku vîna wî bê binpêkirin û xwedî li vîna xwe derkeve.”