spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Banga li hemû partiyên Rojhilat: Pişta xwe bi xeta xiyanetê germ nekin

Endamê Meclîsa PJAK’ê Ehwen Çiyako, ji bo serhildana “Jin Jiyan Azadî” got ku şoreşeke zihnî û fikrî ye û ev bang li partiyên Rojhilat kir: “Pişta xwe bi xeta xiyanetê germ nekin û pişta xwe bidin civaka kurd.”

Di ser kuştina jina ciwan a kurd Jîna Emînî de salek derbas bû. Ji ber kuştina Jîna Emînî sala borî li seranserê Rojhilat û Îranê bi pêşengiya jinên kurd serhildana “Jin Jiyan Azadî” hat destpêkirin û bi qasî 5 mehan berdewam kir. Serhildanê bi a xwe li cîhanê deng veda. Rejîma Îranê ku ji serhildanê ders negirt gelek kesî bi hinceta serhildanê girt û darve kir. Her wiha bi hinceta serhildanê hewl dide êrîş bibe ser hêzên partiyên Rojhilat ên li başûrê Kurdistanê. Bi rêya telefonê me xwe gihand Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Ehwen Çiyako û der barê mijarê de pirsan jê kir.

Pirsên me û bersivên Ewhwen Çiyako wiha ne:

Em bi rojên beriya serhildana “Jin Jiyan Azadî” dest pê bikin. Beriya serhildanê li Îranê rewşeke çawa hebû ku kuştina Jîna Emînî bû sedem li dijî rejîma Îranê serhildaneke mezin bê destpêkirin. Mirov dikare serhildanê tenê bi kuştina Jîna Emînî ve girê bide?

Di rastiyê de rewşa ku bi kuştina Jîna Emînî dest pê kir mirov nikare tenê bi kuştina Jîna ve girê bide. Sîstema ku Komara Îslamî ya Îranê ava kiriye û zêdetirî 40 salan e dimeşîne, li dijî neteweyên bindest bi taybet jî li dijî kurdan, jinan, kedkaran û baweriyên cuda ku ferqa wan ji baweriya fermî ya rejîmê heye (yaresan, baheyî, misilmanên sûnî) her tim zilm pêk aniye. Tevî zilma wê jî di nav 40 salan de her li dijî rejîmê serhildan hebûye û teslîmbûn nebûye.

Bi taybetî di nav 7-8 salên borî de meşrûyeta rejîmê nema. Ji ber vê rewşê di salên 2017, 2019 û herî dawî salek berê li dijî rejîmê serhildanên mezin û radîkal çêbûn. Zilm û zordariya Îranê hîç kêm nebû. Bi vê re acizbûna gelan jî her ku çû mezin bû. Gel li benda derfetekê bû ku careke din li dijî rejîmê bêne meydanê. Kuştina Jîna Îxtixarî Emînî (Çima dibêjim Îxtixarî; ji ber ku paşnavê dayika Jîna Îxtixarî ye. Dema ku tenê Emînî bê gotin wê li dijî ruhê serhildana “Jin Jiyan Azadî” be) ev derfet afirand. Ji ber ku bingeha wê hebû li her derê Îranê belav bû.

Dirûşma “Jin Jiyan Azadî” jî bû sedem ku serhildan tesîrê li hemû cîhanê bike. Dirûşm nîşan da ku li Îranê jin, jiyan û azadî di bin çewisandin û înkarkirina rejîma îslamî de ye. Her wiha dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ya berhema têkoşîna gelê kurd a Apoyî bû sedem ku ferqa serhildana dawîn a ji serhildanên beriya niha çêbibe. Ev di heman demê de keda PJAK’ê ye. Lewre du peyvên (Jiyan û Azadî) vê dirûşmê di navê PJAK’ê de hene. Ji ber vê sedemê heke mirov ji PJAK’ê re bibêje, ‘Partiya Jin Jiyan Azadî’ jî di cih de ye. Bi têkoşîna PJAK’ê kuştina Jîna Îxtixarî Emînî bû çirûskek.

Her çiqas serhildanê zorê dabe rejîma Îranê ku daxwaza hilweşandina wê dihat kirin jî lê rejîm nehat hilweşandin û îro li ser kar e. Li gorî we di kîjan hêlan de kêmasî çêbûn ku serhildanê hilweşandina rejîmê pêk neanî?

Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” dema ku dest pê kir Komara Îslamî gelek tirsand. Hêzeke pir mezin hat meydanê û rayedarên rejîmê bêhêvî bûn. Bi qasî 5 mehan serhildan bi awayekî xurt berdewam bû û herkes hêvî dikir ku rejîm hilweşe. Lê hilneweşiya. Çend sedemên vê hene; hêzên derve tevî nakokiyên xwe yên pê re jî ji bo berjewendiyên xwe nexwestin rejîm têk biçe. Zextên ku çêkirin jî ji bo hin tavîzan ji rejîmê bigirin bûn. Ditirsin ku bi vîna gelan rejîm hilweşe û rê ji wan re nemîne. Lewre ew dixwazin bi destê wan guhertin çêbibe. Di şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de bandora hêzên derve nebû. Şoreş bi vîna jin û gelan pêk hat. Heke rejîm hilweşiyana wê vê vînê destûr nedana ku hêzên derve ango modernîteya sermayedarî kontrola xwe çêbikin.

Li aliyê din potansiyeleke pir mezin di nav civakê de hebû, lê di hêla siyasî de belavbûn hebû. Yanî hêzên şoreşger û gelê kurd jî di nav de gelan nikaribûn yekgirtin û rêveberiyeke siyasî çêbikin ku bikaribin rewşê baş kontrol bikin. Ji aliyekê ve jî hinek hêzên rastgir ku dixwestin xwe bikin alternatîfê Komara Îslamî û careke din pergala Şah li Îranê rast bikin ketin dewrê. Li derve jî piştevaniya van hêzan hat kirin. Van hêzan di heman demê de refên şoreşê belav kirin.

Divê ku em şoreşa “Jin Jiyan Azadî” tenê weke şoreşeke siyasî negirin dest. Bêguman şoreşa siyasî girîng e. Heya şoreşa siyasî çênebe destkeftiyên din nakevin garantiyê. Li aliyê din divê em bizanibin ku şoreşa “Jin Jiyan Azadî” şoreşeke zihnî, fikrî, çandî û civakî ye. Roj bi roj xwe nûjen dike. Em bawer in ku bi vê şoreşê em dikarin di demên pêş de guhertinên pir mezin li Îranê pêk bînin. Wê ev şoreş bingehekê ji şoreşeke siyasî re jî çêbike.

Ji serî heta niha hûn weke PJAK çawa nêzî serhildanê dibin. Li gorî çavdêrî û tespîtên we serhildanê li Rojhilat û Îranê guhertinên bi çi rengî pêk anî û bandoreke çawa li herêmê kir?

Piştî serhildana “Jin Jiyan Azadî” di nava civaka kurd û civakên Îranê de guhertinên mezin çêbûn. Ev guhertin bixwe her tim bingehên serhildanên nû ava dike. Çima? Ji ber ku fikir, zihniyet, çand û pêwendiyên civakî roj bi roj tên guhertin. Ev guhertin jî bi tu awayî çanda Îranê qebûl nake. Roj bi roj nakokiyên Îranê zêdetir dibin. Her çiqas hewldanên Komara Îslamî ji bo girtina pêşiya serhildanan hebin jî wê nikaribe bigire. Belkî astengî û zextên mezin li ser civakê çêbike. Lê êdî nikare pêşî li şoreşa “Jin Jiyan Azadî” bigire. Ew tirsa ku rejîmê bi salan di nav civakê de çêkiribû jî şikestiye. Komara Îslamî dixwaze careke din wê tirsê li ser civakê serwer bike. Lê niha nikare û wê nikaribe jî. Gel êdî bi wêrekî li dijîi Komara Îslamî radiweste.

Rast e di demên dawî de serhildanên mezin tune ne lê serî tewandin jî tune ye. Di nav salekê de her tim li Kurdistan û Belûcistanê nerazîbûn hebûn. Êdî rejîm nikare şêwayên berê bimeşîne, gel jî bi tu awayî destûr nade ku bi metodên rejîmê bên birêvebirin. Tu carî Îran meşrû nebûye û nehatiye qebûlkirin. Lê bi şêwazên cuda karibûye xwe li ser piyan bihêle. Ev nakokî êdî gihaştiye asta herî jor.  Em niha ber bi salvegera şoreşa “Jin Jiyan Azadî” ve diçin. Li aliyekê hêzên şoreşger dixwazin têkoşîn û  serhildan bilind bibe, li aliyê din Îran dixwaze bi hemû hêza xwe pêşiya vê yekê bigire. Yanî esas du vîn hatine beramberî hev û di şer de ne. Em di wê baweriyê de ne ku wê vîna gel bi ser bikeve. Di demên pêş de hem li Kurdistanê hem jî li seranserê Îranê em ê bibin şahidê serhildanên mezin ên gel.

Salek di ser serhildanê re derbas bû û partiya we jî di nav de 6 partiyên Rojhilat ji bo salvegera serhildana “Jin jiyan Azadî” daxuyaniyeke hevpar dan û gelê Rojhilat û Îranê vexwendin greva giştî. Hûn çawa gihîştinê vê lihevkirinê?

Kes nikare pêşengiya jin û gelê kurd a di şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de înkar bike. Hemû gelên Îranê û hêzên demokratîk û azadîxwaz jî vê rastiyê qebûl dikin. Civaka kurd li Îranê civakek li ser piyaye û wêrek e. Ji bo civakên din ên Îranê civakeke mînak e. Lê çima me nikaribû vê derfetê baş bi kar bianiya? Sedem beriya her tiştî nebûna yekitiya nav kurdên rojhilatê Kurdistanê ye. Partiyên siyasî yên Rojhilat beriya şoreşê nikaribûn bi hev re karekî bikin. Di berdewamiya şoreşê de têkilî çêbûn. Lê ji ber ku pêşî tiştên pêwîst nehatibûn kirin, ev têkilî jî nikaribû ji pêvajoyê re bibe bersiv. Lê qeneetek çêbû ku bi awayekî hevpar kar bên meşandin. Li ser vê esasê di navbera hêzên kurd de diyalog çêbû. Bangawaziya me 6 hîzbên kurd jî di vê çarçoveyê de bû. Ev ji aliyê gelê kurd ve hatiye pejirandin. Heta ji aliyê hêzên çepgir û demokratîk ên Îranê ve jî hatiye pejirandin.

Rejîma Îranê ku ji serhildanê ders negirtiye herî dawî li dijî partiyên Rojhilat bi Iraqê re peymanek îmze kir û dixwaze partî bên bêçekkirin û li kampan bên bicihkirin. Ev peyman ji bo we tê çi wateyê?

Komara Îslamî dixwaze hêzên ku li dijî wê şer dikin belav bike. Mixabin partiyên rojhilatê Kurdistanê jî bi salan e mayîna xwe ya li kampan qebûl kirine. Li gorî şert û mercên şoreşê xwe tenzîm nekirine. Ji aliyekî ve dixwaze şerê derûnî bimeşîne û partiyan ji hev belav bike, ji aliyekî ve jî dixwaze li gel Iraq û başûrê Kurdistanê xebatên dîplomatîk bimeşîne. Komara Îslamî PJAK jî kiriye hedef û hewl dide bi dewleta tirk re derbê li PJAK’ê bixe. Lê şêwayê jiyana PJAK’ê û cihê lê bi cih bûye ji partiyên din cuda ye. PJAK partiyeke ku ne di nava kampan de ye ne jî di nav bajaran de ye. Di bin kontrola başûrê Kurdistanê de nîne. Li çiyayên Kurdistanê ye. Şêwaya jiyana PJAK’ê gerîlatî û şoreşgerî ye. Ji ber vê yekê nikare li dijî PJAK’ê rêbazên partiyên din bi kar bîne. Bi awayekî din dixwaze li derbê PJAK’ê bixe. Em weke PJAK di vî alî de hişyar in. Em ê bi tu awayî nehêlin ku Komara Îslamî bigihêje armanca xwe. Weke PJAK me gelek caran gotiye em ji bo çêkirina hêzeke hevbeş a parastina rojhilatê Kurdistanê û seranserê Kurdistanê amade ne. Tecrûbeya gerîlayên modern a tevgerê heye. PJAK jî li gorî gerîlayên modern tevdigere.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku ew li dijî partiyên Rojhilat li gel peymana di navbera Îran û Iraqê de ye. Hûn vê nêzîkatiya PDK’ê çawa şîrove dikin?

Cara yekem nîne ku PDK li dijî şoreşên rojhilatê Kurdistanê bi dagirkerên Kurdistanê re dibe yek. Em dizanin, di salên 1967-1968’an de dema ku bi pêşengiya Silêman Muînî şoreşek li Rojhilat dest pê dike, PDK li gel rejîma Şah dibe yek û şoreşê serkut dikin. Dema ku Xumeynî tê ser kar jî PDK bi rejîmê re dibe yek û êrîşî şoreşa Rojhilat dike. Bi sedan mirovên Rojhilat şehîd kirin. Bi dehan pêşmêrgeyên rojhilatê Kurdistanê li başûrê Kurdistanê bi alîkariya partiyên Başûr bi destê Komara Îslamî ya Îranê hatin şehîdkirin. Lê partiyên Rojhilat vê rastiyê nedîtin, bergiriyên xwe li gorî vê negirtin û ketin bin kontrola PDK’ê û partiyên din ên Başûr. Divê ku hêzên Rojhilat şiyar bin, rastiya PDK’ê baş bizanibin û li gorî wê tevbigerin. Weke PJAK me vê rastiya dîrokî dîtiye û tu carî pişta xwe bi xeta xiyanetê germ nekiriye. Li ser ked û têkoşîna xwe me pişta xwe daye felsefeya Serok Apo û Tevgera Apoyî ku bi salan e li dijî dagirkerên Kurdistanê şer dike. Em dixwazin ku partiyên din ên Rojhilat jî ji vê dîrokê ders bigirin û pişta xwe bidin civaka kurd û Tevgera Apoyî.

Dîsa Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî jî ji bo heman mijarê serdana Îranê kir. Hûn vê serdana Talabanî çawa dinirxînin?

Her tim têkiliyên YNK’ê yên kûr bi Îranê re hebûne û rayedarên wê çûne serdanên Tehranê. Li herêma YNK’ê destê Komara Îslamî jî vekirî ye. Tecrubeyên pêşî bêguman dilgiraniyên gelê Rojhilat bilind dikin. Ji ber ku di vê hêlê de xesarên li şoreşa Rojhilatê Kurdistanê ketiye li ber çavan e. Ji bo vê jî divê tevdîrên hemû hêzên Rojhilat li dijî vê serdanê hebin. Komara Îslamî bi her awayî dixwaze hêzên Başûr bi kar bîne. Berê jî hem PDK hem jî YNK’ê bi kar aniye. Ji bo bêdengkirina şoreşa Rojhilat hêzên Başûr daîm piştgirî dane Komara Îslamî. Divê em şiyar bin û hay ji van têkiliyên dîplomatîk hebin. Ev serdan ne tiştekî asayî ye.

Heke Îran dest bi êrîşa li dijî partiyên Rojhilat bike, hûn ê çawa tevbigerin. Di rewşeke wiha de divê partî û tevgerên kurdan ên her çar parçeyan çawa tevbigerin?

Li dijî gefên Îranê tişta ku bê kirin bilindkirina asta têkoşîn û yekitiya gelê kurd e. Weke PJAK em teslîmê wan gef û êrîşan nabin. Di sala 2011’an de êrîş anî ser hêzên me. Lê me berxwedaneke mezin nîşan da. Tu hewldaneke me ya êrîşkirinê nîne lê heke êrîşek jî bê em ê li dij li ber xwe bidin û teslîm nebin. Divê hêzên din ên parçeyên Kurdistanê jî li dijî êrîşên Komara Îslamî li gel hêzên Rojhilat bin. Xeta xiyanetê çiqas hevkarî bi Îranê re bike divê hêzên şoreşgerên parçeyên Kurdistanê jî ewqas hevkariya hêzên Rojhilat bikin.

Ehwen Çiyako kî ye?

Di sala 1979’an de li gundekî herêma Hewreman a bajarê Kamyaran ê rojhilatê Kurdistanê ji dayik dibe. Dibistana seretayî li gund û dibistana navîn jî li bajarê Kamyaran dixwîne. Di sala 1998’an de Tevgera Azadiyê ya Kurd nas dike û tev li dibe. Di sala 1999’an de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve tê girtin piştre azad dibe. Piştî azad dibe di nav PJAK’ê de cih digire. 7 salan li çiyayên Kurdistanê têdikoşe. Di 2013’an de derbasî Ewropayê dibe. Weke nûnerê PJAK’ê yê Ewropayê dixebite û Endamê Meclîsa PJAK’ê ye.