6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Beştaş: Wê têkoşîna me ya li dijî tecrîdê bidome

Serokwekîla Koma Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku armanca dewleta tirk ew e ku şer û tecrîdê bi hev re bimeşîne û got ku li dijî vê siyasetê wê siyaseta demokratîk biparêzin û têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin.

Desthilata AKP-MHP’ê, li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tecrîdeke giran li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyê li cem Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim dimeşîne. Bi tu awayî destûr nade ku bi wan re hevdîtin bê kirin. Di vê çarçoveyê de 30 meh in agahî ji Îmraliyê nayê girtin. Serokwekîla Koma Partiya Çepên Kesk û Parlamentera Erziromê Meral Daniş Beştaş ku di 17’ê mehê de li Amedê tev li “Konferansa Lozanê” bû, der barê tecrîda li ser Ocalan û girtiyên li cem axivî.

Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê dixwaze tecrîdê li ser civakê mayînde bike û wiha got: “Armanca dewleta tirk a bingehîn ew e ku şer û tecrîdê bi hev re bidomîne. Di heman demê de ji bo ku desthilata xwe li ser piyan bihêlin tecrîdê didin meşandin. Ji bo ku van polîtîkayên xwe yên asîmîlasyon, îmha û înkarkirine bidin meşandin her diçe tecrîda li ser birêz Ocalan, giran dikin. Hemû cîhanê ev tişt li ber çavan dît êdî realîteyeke ku nayê veşartin li holê heye. Ji bo pêvajoya çareseriyê hevdîtin bi birêz Ocalan re gelek girîng in. Di dîroka Tirkiyeyê de pêvajoyeke herî mezin da meşandin û hêviya aştiyê da afirandin. Ji bo mafê kurdan ê azadiyê bingeheke mayînde da afirandin. Em dikarin bibêjin bi polîtîkayên ku li dijî kurdan didiin meşandin dixwazin ku ji nû ve zextan bikin. Em weke gelê kurd vê hovîtiya hanê tu carî napejirînin. Armanca wan ew e ku tecrîdê li ser birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî bidin meşandin. Dixwazin ev tecrîd li ser civaka kurd û tirk mayinde bê hiştin.”

Siyaseta demokratîk

Beştaş, destnîşan kir ku li dijî tecrîdê dengekî bi hêz heye û wiha axivî: “Divê em vêya ji nedîtî ve neyên, heman têkoşîn li Ewropayê jî didome. Ji gelek welatên weke Kolombiya, Birezîlya, Îtalya, Brûksel û ji Enqerê heta Amedê li her derî çalakî didomin. Divê ku êdî birêz Ocalan ji civakê agahdar be û bikaribe biaxive. Dema ku birêz Ocalan diaxive hêviya aştî û çareseriyê dertê holê. Di kesayeta wî de her tim aştî û aramî heye. Em bi tenê siyaseta demokratîk diparêzin. Ji ber vê divê li birêz Ocalan bê guhdarîkirin.”

Berxwedaneke bêhempa

Di berdewamê de Beştaş, bi lêv kir ku desthilat dixwaze dengê birêz Ocalan hem ji malbatê û parêzerên wî hem jî ji cavakê bide qutkirin û ev tişt anî ziman: “Armanca wan ew e ku civakê jî bi tecrîdê bidin îzolekirin. Tecrîd li gorî lihevhatinên Dewletên Navneteweyî jî weke îşkenceyê hat qebûlkirin. Tu kes nikare bi birêz Ocalan re biaxive, nameyekê bişîne û telefonek bike û telgraf jê re bişîne. Nahêlin ne malbat ne jî parêzer xwe bigihîninê. Hewl didin birêz Ocalan bidin jibîrkirin. Birêz Ocalan, berxwedaneke bêhempa dide meşandin. Bîrdozî û felsefeya wî li hemû civakên navneteweyî hatiye belavkirin. Gelek mirovên zanyar ên navneteweyî wî wekî feylezofê demê dibînin.”

Têkoşîneke bênavber

Beşdaş, da zanîn ku wê têkoşîna xwe ya ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya Ocalan bidomînin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ji bo astengkirina çûndina cem birêz Ocalan her carê tiştekê dibêjin. Destpêkê digotin şert û mercên hewayê nebaş in. Di demên dawîn de jî ‘cezayê disiplînê’ dikin hincet. Van hemû hincetan ji ber xwe ve didin afirandin. Ya herî girîng ew e ku bi malbat û bi parêzeran re hevdîtin tê astengkirin. Divê kesên ku di girtîgehan de dimînin jiyana wan a taybet jî hebe. Çima ev mafê wan tê binpêkirin. Di vir de tabloyeke bi tirs dertê holê. Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber tê meşadin. Demên borî li dijî tecrîdê ji pêşnûmeyan bigire heta axaftinên li parlementoyê, ji nobetên li meclisê heta li ber deriyê Wezareta Dadê me her rêyên demokratîk û hiqûqî da meşandin. Ji niha pê ve jî em ê dîsa heman tiştî bidomînin û bertekên xwe bidin nîşandan. Em jî weke Partiya Çepên Kesk li dijî van bêhiqûqiyan e. Beriya her tiştî me çareserkirina pirsgirêka kurd daye pêşiya xwe.”