spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Barzanî xwe avêt bextê Biden

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di nameyek ku bi dizî ji Serokê DYA'yê Jeo Bîden re şand diyar kir ku xwîn ji laşê wan diçe û xwe avêt bextê bîden ku alîkariyê bide wan

Di demên dawî de rageşiya di navbera hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de zêde dibe. Malpera Al-Monitor nameya Mesrûr Barzanî ku bi  dizî ji bo Serokê Amerîkayê nivîsiye parve kir. Malperê diyar kir ku Barzanî ji Biden xwestiye pirsgirêkên di navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de çareser bike.

Li gorî nûçeya malpera Al-Monitor, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di nameya xwe de bang li Serokê Amerîkayê Joe Biden kir ku destwerdana krîza navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike. Barzanî di nameya bi dizî de got eger qeyran û pirsgirêkên di navbera her du hikûmetan de kûrtir bibe wê bibe sedema rûxana statuya Herêma Kurdistanê.

Barzanî di nameya ku bi dizî şandiye de wiha nivîsiye: “Ez niha vê nameyê ji we re dinivîsim ku dîsa di demek diyarker û çarenûsa  dîroka me de, di rewşek wisa de ku ez ditirsim em nekarîn kontrol bikin, ji we re dinivîsim. Di aliyê aborî de xwîn ji me diçe. Di aliyê siyasî de jî vaye xwîn di laşê me de xilas dibe. Yekem careke ku di dema serokwezîrtiya xwe de ez ketime nava fikarên kûr ku pêvajo û hemleyeke neşerefetmendane li dijî me birêve diçe. Dibe ku bibe sedema rûxana modela federal ya Iraqê ku Amerîkayê sala 2003’yê sponsoriya wê kir û ji wê demê ve li pişt vê modelê rawestiya ye.”

Malpera Al-Monitor diyar kir ku Wezareta Derve ya Amerîka ne amadeye bersiva nameya Mesrûr Barzanî bide û Koşka Spî jî ew name bêbersiv hiştiye.