4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Xwedî li daneşînê Gok û Oruc derkevin û tevlî daneşînê bibin’

Berdevka MKGP Roza Metîna bang li hemû sazî û dezgehên neteweyî û navnetewî kir û xwest xwedî li keda Oruç û Gok derkevin û wiha got: “Divê rojnameger dikaribin li welatekî demokartîk bi awayekî azad karê xwe bikin.”

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdûrrahman Gok û rojnameger Mehmet Şah Orûç di 25’ê nîsanê de hatibûn binçavkirin û girtin. Rojnameger nêzî 5 meh in di girtîgehê de ne. Îdianameya der barê Gok de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kiriye” hat amadekirin, ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Îdianameya der barê rojnameger Orûç de hat amadekirin jî, bi biryara “bêrayetiyê” ji Bedlîsê re hat şandin. Îdianameya ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat amadekirin ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê ya Giran a Bedlîsê ve hat qebûlkirin. Danişîna rojnamegeran wê di 14’ê îlonê de bê lidarxistin. Danişîna doza Gok dê li Edliyeya Amedê, ya Orûç jî dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê bê lidarxistin. Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya yê MKGP Roza Metîna bal kişan ser helwesta dewletê ya li dijî rojnamegerên kurd û banga tevlîbûna danişînê rojnamegeran  kir.

Deshilatdar çapameniya azad ji xwe re wek talûke dibîne

Roza Metîna diyar kir ku ji ber çapameniya azad rastiyê ji civakê re radigîhînin, kêmasî û qirêjiyên ku ji aliyê AKP-MHP’ê û pergal dewletê ve tê kirin derdixe holê tên girtin û wiha got: “Wexta em vedigerin li dîrokê dinêrin kîjan desthilatdar dema hatibe di serî de çapameniya azad hedef girtiye. Ji ber ku çapameniya azad xwedî roleke girîng û taybet e. Çapameniya azad rastiyê derdixe holê. Ji ber wê pergal û desthilatdar êrîşeke mezin li dijî çapameniyê azad pêk tînin. Di heman demê de ji xwe re çapameniyek alîgir avakiriye. Dixwaze bi çapameniya alîgir civakê manîplasyon bike û birdoziya xwe dibin hişmediya civakê de bicih bike. Wexta çapameniya azad weke altarnatîf derdikeve, desthilatdar wê ji xwe re weke talûkeyekî dibîne. Ji ber wê êrîşî xebatkarê çapameniya azad dike. Îşkenceya dêrûnî li wan dike û wan ji karê wan dûr dixe. Lê ya girîng xebatkarê çapameniya azad tu carî serî natewîne. Her tim pênûsa xwe bi aweyekî saxlem digrin.”

Nikare pênûsa kurdan rawestînin

Metîna bi birxist ku dema Abdurahman Gok û Mehmet Şah Oruç hatine girtin peyama çapameniyê azad li dijî faşîzmê serî natewîne dane û wiha domand: “Wê 14’ Îlonê de danîşina wan bê lidarxistin. Armanca AKP û MHP’ê çewisandina çapameniya azad û kurd e. Dixwaze pênûsa wan bi tewîne. Lê wê nikaribin. Em ê karê xwe bidomînin. Banga me li hemû sazî û dezgehên ku hem di qada navnetewî de hem jî li bakûrê Kurdistanê parastina mafê rojnamegera dikin, xwedî li keda Oruç û Gok jî derkevin. Yên ku mafê civakê diparêzin rojnameger in. Ji ber wê jî xwedî derketina çapameniya azad, xwedî derketina li rûmeta xwe ye. Xwedî deketina li têkoşînê ye.”

Dema mesele dibe kurd bêdengin

Metîna bi lêv kir ku deshiladtariya AKP û MHP’ê dixwaze ragihandina agahiyên rast ji destê civakê bigire û wiha pê de çû: “Ji ber wê ev qas dijwar êrîşî rojnamegeran dikin. Divê rojnamegerên çapameniya azad ji aliyê civakê ve were parastin. Rojnamegerên aliyê bajarê Tirkiyeyê dema mesele dibe kurd bêdeng dimînin. Lê belê vê yekê bila baş bizanibin ku wexta ew jî derkevin û bipeyîvin ew ê jî hedef bên girtin. Ji bo wê hemû kesên ku îdîa dike ku ew rojnamegerin divê xwedî li keda rojnamegeran derkevin. Li dijî vê bê edaletiyê dengê xwe bilind bikin. Li Tirkiyeyê heq û edalet nemaye. Dikarin bi hêsanî rojnamegeran bigrin. Divê rojnamegerî nê darizandin. Divê rojnameger dikaribin li welatekî demokartîk bi awayekî azad karê xwe bikin.”

Tevlî daneşîna rojnamegeran bibin

Metîna destnîşan kir ku êrîşa li rojnamegera erîşa li serhildan û berxwedane gelê kurd e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê rojnamegerên navnetewî xwedî li rojamegeran derkevin. Bi taybet li Tirkiyeyê rojnamegerên kurd ji ber nasnameyên xwe dibin hedefa pergal ê. Erîşa ku li dijî çapameniya azad tê kirin, di heman demê li dijî nasnameya gelê kurd tê kirin. Em bi taybet bang li rojnamegeran dikin ku xwedî li çapameniya azad derkevin. Xwedî li keda wan derkevin. Em bangê li hemû sazî û dezgehên qada navneteweyî dikim. Li dijî erîşên li ser gelê kurd bê deng nemînin û dengê xwe bilind bikin. Ev pîşeya pîroz divê li qadeke azad bê kirin. Ji ber wê xwedîderketina 14’ Îlonê roja daneşîna hevalê me Mehmet Oruç û Abdurahman Gok gelekî girînge. Ji ber wê em bang li hemû sazî û dezgehê kurd dikin ku di 14’ê Îlonê de li pêş Edliyeya Amed û  Bedlisê kom bibin û xwedî li daneşînê derkevin, tevlî daneşînê bibin”