28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di hevsengiya Rojhilata Navîn de kurd

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Kurd ne kurdên sedsal berê ne û dînamîkên li herêmê ne. Di vê hevsengiya heyî de êdî kurd bûne hêza herî sereke ya li herêmê. Ji ber vê yekê her aliyê ku hesabê xwe li ser herêmê dike divê vê hêzê jî hesab bike

Hêzên hegemon piştî Şerê Cîhanê yê 2’yemîn li gelek parzemînan li gorî berjewendiyên xwe sînorên nû avakirin. Li Rojhilata Navîn jî bi peymana Lozanê re hevsengiyek nû hate avakirin. Di çarçoveya vê hevsengiya ku li ser înkara gelê kurd hatibû avakirin de li herêmê siyaseta înkar û qirkirinê li dijî kurdan kete meriyetê.

Bi vê peymana bêyom ne tenê gelê kurd li dijî hemû pêkhateyên herêmê siyasetek qirêj hate meşandin. Di encama vê siyaseta qirêj de li herêmê rê li ber şer û pevçûnan hate vekirin. Hêzên hegemon û bi destê welatên dagirker herdem hewildan xelkê herêmê di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi hev bidin şerkirin û jê sûd bigirin. Di bin navê “Projeya Mezin a Rojhilata Navîn” de hêviyên erzan firotin gel û hewl dan ku hebûna xwe li herêmê bidomînin.

Bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê li herêmê hevsengiyên ku li ser înkara gelan hatibûn avakirin têk çûn. Hêzên hegemon ji bo înîsiyatîfa ku di encama siyaseta înkara sed salî ji dest nedin li pey plan û projeyên nû ne. Geşadanên li herêmê diqewimin aşkera dike ku ji bo domandina vê siyaseta qirêj planên nû xistine dewrê. Ji bo vê jî hin welatên dagirker ên li herêmê bi taybet hatine erkdarkirin. Yek ji van welatan jî dewleta tirk e.

Desthilata AKP-MHP’ê ku li ser înkara gelê kurd pêşketiye serkêşiya vê tifaqa qirêj dike. Li ser navê welatên hegemon ji komên çete û terorîst bigire bi hemû pêkhateyên dijmirovî re rûdinê û wan li gorî berjewendiyên xwe bi rêxistin dike. Bi taybet li Sûriye û Iraqê ji 2015’an û vir ve di çarçoveya vê stratejiyê de xebat dide meşandin. Dema mijar dibe gelê kurd û destkeftiyên wî welatên dagirker ên ku qaşo dijiminên hev in jî dibin yek û gotina xwe dikin yek.

Tevî tê zanîn ku dewleta tirk parçeyekî axa Sûriyeyê dagirkiriye jî rêveberiya Şamê li şûna li hemberî wê li gel pêkhateyên herêmê tifaqa xwe xurt bike û li dijî dagirkeriyê xwedî helwest be berê xwe dide Rêveberiya Xweser û herêmên di bin kontrola wê de ne. Em ji bîr nekin ku beriya êrişên li Dêrazorê dest pê bikin Wezîrê Parastinê yê Şamê û Wezîrê Karên Hundir ê rejima Esad digotin; “Em ê rê nedin li herêmê hebûneke bi vî rengî hebe.” Ev payebilindên ku qaşo li yekîtiya welat dixwazin li hemberî dagirkeriyê bêdeng in, li hemberî xelkê xwecîhî jî êrîşkar in. Ev jî aşkera dike ku êrîşên li ser herêmê bi destwerdana Îranû Rûsya bi destê Hikûmeta Şamê hatine rêxistinkirin. Desthilata faşîst û qirker a AKP-MHP’ê jî bi êrîşên li ser Minbic, Eyn Îsa, Til Temir û Babê hewl dide eniya şer fireh bike û HSD’ê di qadek berfireh de bikşîne nava şer.

Ji van aliyan ve dema mirov mijarê dinirxîne girîngiya operasyona HSD’ê careke din derdikeve holê. Ev operasyon bi qasî ku li dijî şaneyên veşartî yên bi destê van hêzên li herêmê hatine bicîhkirin jî ew bi qasî li dijî siyaseta ku li ser îradeya xelkê herêmê tê ferzkirin jî xwedî girîngiyek mezin e.

Ji bo vala derxistina operasyona HSD’ê bi destê MÎT’a dewleta tirk li hemû herêmên ku bi bandore di nava gel tê xwestin nakokî bê derxistin û dixwaze tifaqa heyî lawaz bike. Di vê mijarê de bi hin partiyên herêmî jî di nava hevkariyek xurt û demdirêj de ye. Çawa ku li Bakur û Rohilatê Sûriyeyê bi destê komên çete yên mîna DAIŞ, Heyeta Tehrîr El Şam/Cebhet El Nusra berê xwe dide Rêveberiya Xweser, li başûrê Kurdistanê jî bi hevkariya PDK’ê Eniya Tirkmen û hin aliyên erebê sunnî dixwaze li Kerkûkê di navberan pêkhatiyên herêmê aloziyê derxin. Di vê konsepta stratejiyê de bêîstiqrariya herêmê heye. Bi vê re dixwazin li Kurdistanê rê li ber nakokî û krîzên nû vekin û hebûna xwe li herêmê berdewam bikin.

Dewletên hêzên hegemon di vê mijarê de kur difikirin û bi planên demdirêj stratejiya xwe avakirin e. Li dijî vê siyaseta qirêj ku bi her awayî îradeya gelen înkar dike û nas nake hêza herî dînamîk û xurt Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ye. Ji bo vê hêzê têk bibin jî welatên ku bi peymana Lozanê Kurdistan li hev dabeş kirine, di nava hevkariyekê de ne. Ev welatên ku di warê bîrdozî de ji hev cûda ne dema mijar dibe berjewendiyên gelê kurd hemû pirsgirêkên xwe didin milekî û di dijberiya kurdan de bi hev re dixebitin.

Ji vî aliyî ve dema mirov li rûdan û pêşveçûnên li herêmê diqewimin dinere tê dîtin ku li herêmê hin alî dixwazin planên nû têxin dewrê. Lê divê demsalê de hemû hesabên li ser înkara kurdan têne kirin êdî ne mumkun e ku bigihêjin serkeftinê. Ji ber ku kurd ne kurdên sedsal berê ne û dînamîkên li herêmê jî ne yên mîna piştî Şerê Cîhanê yê 2’yemîn e. Di vê hevsengiya heyî de êdî kurd bûne hêza herî sereke ya li herêmê. Ji ber vê yekê her aliyê ku hesabê xwe li ser herêmê dike divê vê hêzê jî hesab bike.