28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kaniya ku li dengbêjiyê der dibe: Mûhammed

Mûhammed Taha Erkan ku di meha tebaxê de dîmenên wî yên ku kilamên dengbêjiyê dibêje li ser platformên medya djîtal belav bûn, ji rojnameya me re axivî û qala çîroka xwe kir û got: “Hem guhdar dikim hem dibêjim.”

Herêma Serhedê ku kaniya dengbêjan e, gelek dengbêj lê rabûne, êş û elemên ku kurd di dîrokê de pê re rû bi rû mane û kêfxweşiyên ku jiyane anîne ziman. Gotin di cih de be her çiqas di salên dawîn de ava vê kaniyê kêm bibe jî kaniyên ku nû der dibin jî hene. Yek ji van kaniyan jî di meha tebaxê de li navçeya Tatos a Erziromê bi navê Mûhammed Taha Erkan (14) der bû! Belê wê bê bîra we di rojên destpêkê yên meha tebaxê de dîmenên Mûhammed ku kilama “Besrayê” ya Şakiro dibêje li ser platformên medya dijîtal belav bûn.

Di bin dîmenên Mûhammed ku dihatin parvekirin de gelek kesan şîrove dikirin û kêfxweşiya xwe ji bo dengê Mûhammed dianîn dinivisandin. Ez jî li pey şopa Mûhammed ketim û çîroka wî hîn bûm. Beriya çendekê rêya min bi Erziromê ket û min xwe gihand Mûhammed û çîroka wî ji devê wî guhdar kir. Berî ku xwe bigihînim Mûhammed li navçeyê pirsa wî dikim û gelek kes wî bi malbatî dinasin. Mûhammed li navçeya Tatosê li medreseyeke kurdî feqî ye. Bi rêya midurê berê yê maliyeya Tatosê Harûn Deger min xwe gihand bavê Mûhammed û destûra hevpeyvînê jê girt.

Malbata Mûhammed

Li ser destûrgirtina bavê Mûhammed Bîlal Erkan ku li gundê Mezrê yê navçeya Dûtax a Agiriyê meletiyê dike me Mûhammed ji medreseya lê dixwîne girt û bi meşê derbasî parqeke navenda navçeyê bûn. Malbata Mûhammed ji gundê Mele Mihemed ê Tatosê ye. Bi gotina bavê Mûhammed Mele Bîlal sewteke wan a xweş heye û dikarin stran, beyt û îlahiyan bibêjin. Lê kesî dengbêjî nekiriye. Tevî vê yekê jî dema ku ji wan bê xwestin her ferdê malbatê ne stranek dikare çend stranan bibêje.

Her wiha malbata Mûhammed ji berê ve ilmzade bûye û gelek ferdên malbatê li medreseyên kurdî xwendine û bûne alim. Ji ber vê sedemê jî Mûhammed di sala 2010’an de ne li gundê malbata xwe Mele Mihemed li gundê Xirbê Xelo yê navçeya Tatosê ku bavê wî lê meletî kiriye ji dayik bûye. Ji ber meletiya bavê xwe Mûhammed got ku heta niha 7-8 gundan geriyaye û piraniya temenê xwe li medreseyên bi usûla kurdî derbas kiriye.

Bi ‘Besrayê’ dest pê kir

Her çiqas medreseyê bixwîne jî bala Mûhammed li kilamên dengbêjiyê ye û dixwaze gelek stranên dengbêjan ji ber bike û bibêje. Destpêkê kilama Şakiro “Besrayê” ku me li jor qal kir meraq dike û çîroka wê ji bavê xwe dipirse. Piştî ku çîrok û bûyera ku di kilamê de derbas dibe fêr dibe, bi alîkariya bavê xwe kilamê ji ber dike û beriya du mehan dibêje.

Ji vir pê ve dixwazim cih bidim sohbeta xwe ya bi Mûhammed re. Mûhammed ku malbata wî li Agiriyê dijî, diyar kir ku ji bo xwendina medreseyê ji Agiriyê hatiye Tatosê û li bendê ye ku belgenameya xwe ya hafiztiyê bigire û têkiliya xwe ya bi kilamên dengbêjiyê re wiha vegot: “Ez guhdariya kilamên dengbêjiyê dikim. Ji dîrokê gelek hez dikim. Bi malbatî dengê me pir xweş e. Dengê min jî nîvê dengê bavê min e. Erê bavê min mele ye lê kilamên dengbêjiyê jî xweş dibêje. Kilama ku ez dibêjim min hem ji bavê xwe hem jî bi xalê Şakirê rehmetî guhdar kiriye.”

Bala wî li ser Şakiro ye

Mûhammed, destnîşan kir ku kilama ku dimenên hatine belavkirin de dibêje destpêkê ji bavê xwe pirsî ye û wiha pêde çû: “Strana ku ez dibêjim bavê min digot. Min jî meraq kir jê pirsî. Bavê min dîrok û çîroka wê ji min re got. Pir kêfxweş bûm û piştre dil ketimê û min jî ji ber kir. Hin caran dema ku ez biwestiyama min ev kilam digot. Heta hin caran dema di sûkê de dimeşiyam jî digot. Rojekê li sûka Tatosê dema min dîsa kilamê digot milet li ser serê min kom bû û min birin qehweyekê. Ji min xwestin ku ez ji wan re jî kilamê bibêjim. Piştî ku  min li vir kilam got dîmenên min parve kirin.”

Mûhammed, got ku kilamên Şakiro xweşa wî diçin û ev tişt anî ziman: “Xalê Şakir nas dikim û kilamên wî xweşa min diçin. Kilama dibêjim jî min ji xalê Şakir guhdar kir û di du rojan de ji ber kir. Gotinên kilamê yên nizanibûm min ji bavê xwe pirs dikir. Niha tenê du stranên dengbêjiyê dizanim. Lê dixwazim gelek stranan ji ber bikim. Niha derfetên min nînin. Dema dibistan vebibe ez ê li dibistanê hewl bidim ku gelek kilaman ji ber bikim.”

Çîroka apê wî

Di xwendina xwe ya medreseyê de jî Mûhhamed serkeftî ye û li Agiriyê di xwendina Quranê de yekemîn e. Her wiha di pêşbirka herêmê de jî sêyemîn e. Mûhammed dixwaze bibe mele lê dibêje ku dengbêjî jî gelek xweşa wî diçe lê dixwaze bi melatiyê re dengbêjiyê jî bike. Mûhammed feqiyek dilêkî ye û dixwaze rojek zûtir mezin bibe û bi hezkeriya xwe re bizewice. Di dawiya sohbeta me de Mûhammed kilama “Besrayê” û kilameke din a dengbêjiyê û kilameke evîniyê got.

Balkêş e apê Mûhammed ê bi navê Mehmet Erkan di Pêşbirka Muzîkê ya Altin Kaset a Sala 1981’an (1981 Yılı Altin Kaset Müzik Yarışması) de li seranserê Tirkiyeyê di nav 400 kesî de dibe yekemîn. Mehmet Erkan ku der barê mijarê de min xwe gihandê, diyar kir ku piştî vê pêşbirkê ji ber hin sedemên ku naxwaze bibêje dev ji muzîkê berdaye û niha li bajarê Îzmîrê yê herêma Egeyê dijî.