6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî banga dadgehkirina rejîma Îranê kir

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî di daxuyaniyekê bi boneya salvegera kuştina Jîna Emînî,daxuyaniyek da û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku ji bo kujerên xwepêşandêran û rayedar werin dadgehkirin xebatan bimeşînin

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî di daxuyaniyekê bi boneya salvegera kuştina Jîna Emînî,daxuyaniyek da. Rêxistinê  kuştina bi sedan xwepêşandêran û îşkencekirin, destavêtin û girtina bi deh hezaran kesên din li Îranê bi bîr xist.  Rêxistinê daxwaz ji civaka navdewletî kir ku ji bo van kiryarên rejîma Îranê bixebitin ku sûcdar werin dadgehkirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo welatên cîhanê hişyariyeke girîng e ku dest bi lêkolîna sûcên hovane yên ku ji aliyê rayedarên Îranê ve hatine kirin, bikin.”

Her wiha da zanîn ku tevî xwepêşandanên vê dawiyê yên ku Îranê salek berê li dijî “hicaba mecbûrî” rû dabûn, rayedarên Îranê dewriyeya polîsên exlaqî vejandin û gelek tedbîrên din ji bo bêparkirina jinan ji mafê hîcaba dilxwazî ​​girtin. Di nava van binpêkirinan de desteserkirina otomobîlan û dûrxistina ji kar, girtin, ceza û heqaretên li jinan jî hebûn.

Rêxistina Efûya Navdewletî (Amnesty International) got ku desthilatên Îranê di heyama salekê de, ti gav neavêtiye ku berpirsên tawanên dijî xwepêşandêran werin cezakirin. Rayedarên dewletê bi aşkereyî derew li gelê xwe û civaka navdewletî kirin û sûcdar nehatin cezakirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: Desthilatdarên rejîma Îranê ji bilî girtina bi deh hezaran kes, bi awayekî keyfî herî kêm 90 rojnamevan, 60 parêzer û malbatên kuştiyan desteser kirin, û zext li ser xwendekaran kirin ku beşdarî xwepêşandanan nebin.

Li gorî (Amnesty International), hêzên ewlekarî yên Îranê raste rast gule berdane xwepêşandêran û di encamê de gelek kes hatin kuştin, felc bûne û giran birîndar bûne.

Vê rêxistinê bal kişand ser wê yekê ku desthilatdarên Îranê darvekirinê weke amûreke zext û zordariya siyasî bi kar tîne. Rêxistinê bal kişand ser Dadgeha Bilind ya Îranê jî û wiha got: Bêyî delîl û bêyî lêkolînkirina îşkencekirina van xwepêşandêran, cezayê darvekirinê li ser heft xwenîşandêran erê kiriye. Di heman demê de, bi dehan xwepêşandêrên din jî di bin metirsiya darvekirinê de ne.

Rayedarên Îranê li şûna cezakirina sûcdaran û hovîtiya li dijî xwepêşandêran pesnê hêzên xwe yên ewlekariyê dide ku çawa xwepêşandan rawestandine. rejîmê gef li malbatên qurbaniyan xwar ku eger ew giliyên xwe berdewam bikin, dê wan bikujin yan jî ziyanê bidin wan.

Rêxistina Efûyê tekeq kir ku divê hemû welat bi lêkolînên tawanan, naskirina berpirsên tepeserkirina xwepêşandêrên îranî û derxistina biryarên girtinê yên navdewletî li dijî wan, alîkariya dadgehkirina sûcdaran bikin.

Ji aliyekî din ve Cîgira Rêvebira Herêmî ya Amnesty ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Diana Eltahawy got: “Desthilatên Îranê di sala borî de bi tundî û hovîtîyeke bêhempa xwepêşandêrên wêrek ên îranî tepeser kirin û ti sûcekî ku hatiye kirin nehatiye lêkonkirin da ku ceza li wan were birîn.”