28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Orûç: Rojnamegerî ne suc e

Birayê Rojnameger Mehmet Şah Orûç, Recep Orûç diyar kir ku birayê wî ji ber karê rojnamegeriyê tê darizandin û got: “Birayê min tiştekî şaş nekiriye. Ji ber karê rojnamegeriyê kiriyê, girtî tê darizandin. Rojnamegerî ne sûc e.”  

Edîtorê Ajansa Mezoptamyayê (MA) Abdûrrahman Gok û Nûçegîhanê MA’yê Mehmet Şah Orûç di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 25’ê Nîsanê de bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” hatibûn binçavkirin û girtin. Gok û Oruç nêzî 4.5 meh in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Amedê girtî tên darizandin. Danişîna yekemîn a Gok û Oruç dê di 14’ê Îlonê de li Amed û Bedlisê bên dîtin. Beriya danişîna Gok û Oruç, birayê Mehmet Şah Orûç, Recep Orûç, banga tevlêbûna danişîna dozê kir û wiha got: “Birayê min Mehmet Şah û hevalê xwe Abdurrahman Gok çima rojnamegeriyê dikin ew wekî sûcdar tên dîtin. Dema ku wî jî li dosyaya xwe nihêrt got ‘Min rojnamegerî kiriye ev ne sûc e. Tişta ku em dibînin û agahiyên distînin em dikin nûçe. Ev jî ji bo me sûc tê hasibandin.’ Birayê min karê ragihandinê dike. Dixwazin rojnamegeriyê wekî sûc nişan bidin. Lê rojnamegerî ne suc e.”

Recep Orûç diyar kir ku armanca vê pergala heyî qutkirina dengê rojnamegerane û wiha got: “Di dosyeya wan de tiştekî sûc tune ye. Ji karê rojnamegeriyê tên darizandin. Çi kare kirine wekî delîla sûc nişan dane û xistine dosyayê. Tiştekî veşartî û xelet nekiriye. Ji ber karê rojnamegeriyê tên sucdarkirin. Ji ber ku rastiya pergalê ronî kiriye û bi raya giştî re parve kirine tên darizandin. Dîsa agahî û îdîayên dosyayek berê li dosyaya niha zêde kiriye. Ew dosyaya berê pir kevn e. Dema nû dest bi rojnamegeriyê kiribû dîsa doz lê hatibû vekirin. Pergal armanc dike ku dengê rojnamegeran qut bike û karê rojnamegeriyê asteng bike.”

‘Pirsgirêkên jiyanî gelek in’

Recep Orûç bal kişand ser rewşa şert û mercên girtîgehê û wiha pêde çû: “Cihê ku girtîgeh hebe mirov nikare qala tenduristiyê bike. Hem ji aliyê hişmendiyê hem jî ji aliyê fîzîkî ve mirov her tim îzole kiriye. Ev 4-5 meh in girtî ne. Têkiliyên wan û hevalên wan gelek kêm in. Ev tişt zexteke derûnî li ser girtiyan dide avakirin. Li wir gelek pirsgirêkên wan ên jiyanî hene. Pirsgirêkên wekî xwarin, vexwarin û yên avê gelek in. Ji ber van pirsgirêkan di nava 4.5 mehan de nexweşiya gurçikan lê peyda bû. Girtîgeh bi her awayî li ser mirov zext û zehmetiya dide avakirin.”

‘Pergal ji bo havîtiya xwe bidomîne rojnamegeran digirin’

Orûç, di dawiya axaftina xwe de bal kişan ser hovîtiya pergalê û got: “Pergal û girtîgeh bi xwe tundiyê pêş dixin. Dibe ku girtî di aliyê fikrê de azad bin. Lê di aliyê bedenê de azadiya wan tê binpêkirin. Ew her tim ji geşedanên li dijî xwe bêzar in. Pergal dixwaze bi çewtiyên xwe hovîtiya xwe bidomîne. Ev karê ku rojnameger dikin li dijî xeletiyê wan in. Ji ber wî dixwazin hemû rojnamegeran bigirin û dengê wan ji ser civakê bidin qutkirin.”AMED