9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Qamişlo Mîhrîcana Pêşbaziya Hespan

Li kantona Qamişloyê bi beşdariya 80 hesp û siwaran Mîhrîcana Pêşbaziya Hespan di 15′ê Îlonê de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar dikeve

Bi koordînaya Yekitiya Cotkar û Sewalvaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Komeleya Hespên Erebî ya Herêma Cizîrê li bajarokê Til Marûf ê navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê Mîhrîcana 1′emîn a Pêşbaziya Hespan li dar dixe.

Di mîhrîcanê de xwediyên hespan ên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar dibin. Her wiha li gorî komîteyan amadekar dê şêx, rûspiyên eşîrên herêmê, nûnerên partiyên siyasî, aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser û nûnerên rêveberiyê amade bibin.

Îsal, Yekitiya Cotkar û Sewalvaniyê ji bo piştgirî bidin xwediyên hespan ji êm û dermanan re serjimariyeke giştî ji hespên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re çêkir. Armanc jê jî hespên esîl ên li herêmê biparêzin, bi taybet piştî salên ziwanbûnê ku di ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re derbas bûne û dorpêça li ser herêmê.

Hevserokê Yekitiya Cotkaran û Sewalvaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûredîn Ebdullah diyar kir ku dê pêşbazî ji aliyê hejmara beşdar û hespên esîl ên ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve birêxistinkirî be.

Ebdullah destnîşan kir ku amadekarî baş hatiye kirin, bi taybet jî piştî Komeleya Hespên Esîl îsal hate damezrandin. Armanca damezrandina wê jî piştgiriyê bidin xwediyên hespan û wê neslên esîl bi pêş bixin û biparêzin.