26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Başûrê Kurdistanê di sêgoşeya tirk, Iraq û malbata Barzanî de ye

Sîyamed Sîpan

Piştî têkçûna referandûma serxwebûnê yeka Başûrê Kurdistanê nebû dudo. Gelek lîstikên qirêj li ser Başûr tên meşandin. Di van hemû lîstikên qirêj ê dijminên kurdan de agahî ango tiliya malbata Barzanî jî heye. Bêguman şaş e ku mirov hemû Başûr têxe bin tawanbariyekê, bes ji ber ku malbata Barzanî Başûr bi rê ve dibin, êdî Başûr ketiye sêgoşeya dewleta tirk, dewleta Iraq û Malbata Barzanî.

Bi niyeta serxwebûna referandûmê dest pê kirin, di dawiyê de hate asteke wîsa ku hemû hêza xwe jî ji dest da kir. Balafirgeh û cihên herî stratejîk dewleta Iraqê desteser kir. Her wiha cihên sînor û girîng jî hemû ketin destê artêşa Iraqê. Ev kêmasiya malbata Barzanî, Başûr bi dehan salan paşde xist. Her wiha piştî wê aloziya der barê vekişandina ji Serokatiya Heremê ku Mesûd Barzanî divê 2013’an ji Serokatiyê vekişiya bes 2 salan zêde li ser desthilatdariyê ma.

Di sala 2014’an de pêşmêrgeyan heremên kurdên êzidî tenê hiştin. Ya rast ew e ku pêşmerge bi fermana malbata Barzanî ji Şengal û heremên derdorê reviyan. Ev ne çûyîn an jî vekişandinek bû, navê vê ya “rev e” – ji ber DAÎŞ ê reviyan.
Her wiha, nexistina Seroka Parlemenê hwd. Her wiha hilbijartinên di bin zext û qedexeyan ên 2017’an. Van bûyeran derbeyên giran li vîna Başûr xist û ji azadiyê dûr xist.
Gelek caran dibe ku we bihîstibe, nûçeyên der heqê ku malbata Barzanî li Baverly Hills vîlayek bi 47 mîlyon dolar kirîne. Aliyê ecêb ew e ku dema Pêşmerge bi mehan bê mehane (meaş) xwe dimîne û tu biçe bi pereyê gelê xwe li Amerîkayê belav bike. Tê gotin ku pereyên malbata Barzanî derdorê 41 mîlyar dolar e. Ev tê wateya ku malbata Barzanî di nava 10 malbatên cîhanê yê herî dewlemend de ye. Heger wek kes mirov lê binêre Barzanî di nava 20 kesên dewlemend ên cîhanê de ye. Bi gotinek din dikarin bi pereyên xwe Kurdistana Başûr ji Ewropa pêşdetir bixin û moderntir bike. Lê bes Şam şekir e, pere jê şêrîntir e!

Balkêş e ku dema di havîna 2014’an de DAIŞ’ê êrîşî bajarên Kerkûk û Mûsilê dike, gelek malbatên başûrê Kurdistanê ku nêzî Malbata Barzanî ye û gelek dewlemend in Başûr terk dikin û diçin Kuveyt, Libnan û Urdinê. Mesûd Barzanî bi xwe di wê demê de ji PKK’ê alîkariyê dixwaze û ji ber ku serkeftî ne spasdariyên xwe ji wan re bi lêv dike. Dîmenên wî yên li wargeha Mexmûrê bi gerîla re, di bîra her kesî de ye. Ji xwestina alîkariyê û spasdariyê em hatine xala şerê bi gerîlayan re. Gelo çi qewimî ku malbata Barzanî dev ji Kurdistanê berda û tenê li bêrîkên xwe difikire?

Ez tenê dixwazim hinek pirsan bikim:

3 Çima hemû sazî û organên dewletê di destê malbata Barzanî de nin? Biraziyê Mesûd Barzanî – Nêçîrvan Barzanî Serokê Herema Kurdistanê ye. Lawê Mesûd Barzanî – Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Lawê Celal Talabanî jî Cigirê Serokê Herema Kurdistanê ye. Her wiha lawek Mesûd Barzanî yê din jî wek Fermandar li ser hêzên Peşmergeyan e. Lawek din jî berpirsyarê zanîngeh û cihên zanistî ye?
3 Bo çi hemû TV û çapemenî di destê malbata Barzanî de nin?
3 Çima li herêma Kurdistanê bi dehan baregehên leşkerî û li gorî çavkaniyên herêmê nêzî 30.000 leşkerên dewleta tirk hene?
3 Çima îstixbarata tirk MÎT bi hêsanî dikare bigere û kuştina kurdan organîze bike û pêk bîne?
3 Çima TV yên dewleta tirk dikare navendên xwe li başûrê Kurdistanê veke û Ronahî TV nikare?
3 Çima deriyê Sêmalka ji aliyên PDK’ê ve tê girtin û kesên ku bixwaze derbasî Rojava bibin bi pirsên ku xebatkarên MÎT’ê amade kirine re rû bi rû dimînin?
Ev tê wê wateyê ku ne Başûrê kurdan e – ev Başûr yê Malbata Barzanî û dewleta tirkan e.
Bûyerek heye ku gelek pê bi hêrs bûm. Dibêje dema şahiya serokatiyê de ku ji Mesûd Barzanî derbasî Nêçîrvan Barzanî bû, ji ber ku Wezîrê Karê Derve ê tirk amade bû, “Ey Raqîb“ nehate xwendin. Mirov dikeve, lê ewqas nakeve. Mirov xwe bi çûk dixe, lê ewqas bêrûmet nake. Girtina deriyê Sêmalka tê wateya birçîhiştina Rojava û Başûr jî. Divê rojek berî rojekî KDP ji vê şaşiyê vegere. Jixwe ji her aliyî ve êrîş li ser Rojava hene. Malbata

Barzanî jî dixwaze xencerekê li pişta Rojava bixe

Vekişandina gerîla ji herêmê nabe mijara nîqaşê jî: ji ber ku gerîlayên PKK’ê di salên 1981-1982’an de li wan çiyayan bi cih dibe. Yanî ev nêzî 40 sal in. Her wext di çapemeniya malbata Barzanî de wisa tê xuyakirin, ku ev 5-10 sal in gerîlayên PKK’ê li heremê bi cih bûne. Bes rastî tiştek dinê ye.

Tu biçe ji zarokek 7 salî jî bipirse, ew ê ji te re bibêje ku niyeta dewleta tirk dagirkeriya başûrê Kurdistanê ye. Hemû cîhan jî vêya dizane û dibêje, tenê malbata Barzanî ji vê xeteriyê re çavê xwe digire. Hemû cîhan zane ku dewleta tirk heya niha ketiye ku derê jê derneketiye. Ji Başûr jî bi xweşî dernakeve. Tenê bi berxwedanê dikare derkeve.
Heger malbata Barzanî zextan li ser gel neke ew ê gelê başûrê Kurdistanê tu car dagirkeriyê qebûl neke. Çawa ku li Bamernê û gelek cihên din, gelê Başûr rabû ser piyan, ew ê nehêle ku dewleta tirk têkeve xwîna kurdan.

Gelê Başûr ew ê xwedî li vîn, rûmet û axa xwe derkeve

Xala dawî ya ku gelek girîng jî ew e ku heger gerîlayên PKK nebûya, ew ê heya niha dewleta tirk Başûr ji mêj ve dagir bikira. Ew ê bi awayekî fermî dagir bikira û li her deverê alaya xwe biçikanda. Gelek caran (wek Oremar, Zap, Metina, hwd.) gerîlayên PKK’ê nehiştiye dewleta tirk bi hêz û çekên giran derbasî Başûr bibin û dagir bikin.
Ez bibêjim çi, hêvîdar im Başûr rojekê bibe Başûrê hemû kurdan – we demê ez ê jî bi serbilindî biçim Başûr û navê wê li her derê cîhanê belav bikim…
Çavkanî:
Firatnews, Geopolitik, Giga-Hamburg,
Kurdistan Report, Weser Kurier, eKurd.net, Heise.de, Der Standard, Jungle World,
Nikolaus Brauns