28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bawer: Malbat dikarin pêşî li pişaftinê bigirin

Berpirsyarê Weşanxaneya Morî Mem Bawer anî ziman ku bi gelenperî eleqeyek mezin ji pêşengeha pirtûkan re hebû û got: “Malbat dikarin pêşî li pişaftinê bigirin.

Di Fûara Pirtûkan a Amedê ku piştî 4 salan hat lidarxistin de weşanxaneyên kurd cihekî taybet girtin. Ji roja yekemîn heta roja dawî weşanxane û pirtûkên kurdî re eleqeyeke gelekî zêde hebû. Berpirsyarê Weşanxaneya Morî Mem Bawer der barê weşanxaneyên kurdî û kar û xebatên weşanxaneya Morî de ji ronameya me re axivî. Mem Bawer da zanîn ku bi gelenperî eleqeyek mezin ji pêşengeha pirtûkan re hebû û wiha pê de got: “Ev pênc sal in pêşangeha pirtûkan nehatibû li dar xistin. Em dikarin bibêjin ku di pêşangehê de bêtir bala mezin ji weşanê kurdî re hebû. Ev baldarî ji ber hezkirina zimanê kurdî ye. Lê ji ber ku hinek malbat ji dîjîtalbûnê dûr in me çiqas li ser onlinê pirtûk difirotin jî kêm dihat firotan. Ji ber ku li pêşangehê pirtûkan bi çavên xwe dibînin, digirin destê xwe, wêne û naveroka wan baştir dibîbin bêtir bala wan dikişîne. Tiştê bala wan dikişîne jî ji zarokên xwe re dikirin û didin xwendin.”

Vegerîna rastiyê

Bawer diyar kir ku tirsa malbata ew ku zorokên wan bi kurdî neaxivin û  wiha got: “Malbatên ku dixwazin zarokên wan çand, hebûn, foklor û zimanê xwe ji bîr nekin, divê bi pirtûkên kurdî yên ku wan temsîl dikin zarokên xwe perwerde bikin. Di vê peşangehê de bi rastî jî li pirtûkên kurdî eleqeyeke gelekî mezin hebû. Dema ez vala bûm ez li standên weşanxaneyên kurdî digeriyam û min çavdêrî kir. Yanî ez wekî kesekî ku tevli pêşangehên berê jî bûbûm dikarim bibêjim ku di vê pêşangehê de ji yê berê zêdetir aleqe ji zimanê kurdî re hebû. Di van salên dawî de li gorî çavderiyên me, axaftina bi zimanê kurdî di nav civakê de kêm bûye. Dema malbat jî bi xwe dihisin ku zarokên wan dibêjin ‘Em fêm dikin lê nizanin bi zimanê kurdî bipeyivin’ wê demê dixwazin vegerin rastiya xwe. Ez vê nizanibûna axaftina bi zimanê kurdî wekî pirsgirêkeke mezin û wekî bişaftinê dinirxînim. Tirsa malbatan jî ew e ku zarokên wan dema mezin bibin zimanê xwe yê dayikê nikaribin bipeyivin. Ev jî dê siberojê nivşên ku hev fêm nekin derxîne holê. Ji ber wê dixwazin zarokên wan bi kurdî bixwînin ku zimanê xwe fêm bikin û biaxivin.”

Nizanibûna zimanê dayikê

Bawer da zanîn ku tevî ku pirsgirêkên civakî û aborî bandora xwe li standina pirtûkan dikin jî pirtûk tên firotin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Malbat girîngiyê didin perwerdê û pirtûkan dikirin. Ji ber ku bi awayekî fermî perwerdeya bi zimanê kurdî tune ye. Tenê wekî derseke bijarte tê dayîn, ev pir kêm dimîne. Ev yek ji bo fêrbûna zimanekî têrî kesî nake. Çawa weke Almanek wek Ingîlîzek ku bêje ez bi zimanê xwe yê zikmakî nizanim ne tiştekî xweş be nizanibûna axaftina kurdekî ya bi zimanê wî jî ev qas nexweş û ecêb e. Ev yek li ser civakê di dawiyê de dê bibe sedema tramvayeke gelekî mezin.”

Bawer da zanîn ku ji ber civak di vê ferqê de ye girîngî dide xwendin û hînbûna zimanê kurdî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Civak dibêje ‘Derfet ji min re neyê avakirin ez ê ji xwe re derfetê ava bikim’ Berê di bin banê şaredariyê de zarokistan hatibû avakakirin. Hinekî be jî ji bo hînkirina zimanê kurdî derfet afirandibû. Bi vê zarokîstanê her çû axaftina zarokan ya bi zimanê kurdî pêş ket. Lê ev dibistan ji aliyê kesên ku dixwestin zarokan ji zimanê wan û çanda wan dûr bixin ve hatin girtin. Ger dilsoziyek hebûya dê dibistan nehatana girtin.

Me wekî Weşanxaneya Morî ji bo zarokan meteryalê perwerdehiyê amade kiriye. Ev materyal ji sedî 70’ê têra ku zarok fêrî zimanê kurdî bibin dikin. Li sûkê, li kuçe û kolanan li her derê bişaftin heye. Dibe ji bo ku malbat zarokan fêrî xwendin û axaftina zimanê kurdî bikin derfet nehatibin afirandin lê malbat dikarin bi derfetên xwe mala xwe wekî cihê perwerdekirina zarokên xwe bibînin û wan di nav malê de fêrî zimanê xwe bikin. Bi axafina kurdî malbat dikarin zarokên xwe ji bişaftinê xelas bikin. Wekî Weşanxaneya Morî me nêzî heftê û pênc pirtûkan çap kirine. Setên çand û foklora kurdî yên ku me çapkiriye hene. Em ji gelek zimanên biyanî jî wergerê dikin. Nîvîskarên me jî hene. Bi awayekî nûjen pirtûkan diafirînin. Kar û xebatên me tenê li ser zarokan e. Heşt sal in em vî kar û xebeta xwe dimeşînin. Bi rastî em dereng man. Wêjeya zarokan ya gelan tê wateya destpêka wêjeya wî gelî. Ger wêjeya zarokan bê piştguhkirin tenê li ser wêjeya mezinan bê sekinandin dê ev wêje hilweşe. Wêjeya zarokan bingeha wêjeyê ye. Ger bingeh tune be dê hilweşîn çêbibe. Divê em bingeha xwe bi berhemên zarokan xurt û qewî bikin.”