3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îro kurd ji bo çarenûsa cîhanê têdikoşin

Ji Erdogan heye ku înkarkirin û qetilkirina kurdan doza kurdî jî dikuje. Ku wiha bifikire dê di hesabên xwe de pir şaş be. Çend hezar sal in kurd tên qetilkirin. Lê ji xwe zêdetir ji bo çareseriya doza kurd û cîhanê têkoşîn

Rojava! Li ev parçeyê herî biçûk ê Kurdistan a mezin, çi bû û çi nebû. Kurd di bin batonan de bi saxî hatin qetilkirin, bi saxî û tevî birînên wan ên giran bi erdê re hatin kaşkirin, tevî birîndariyê di jêrzemînan de hatin şewitandin, bi kîmyesalê şewitandin û ji balafirê bi saxî avêtin. Termên dayikên me di bin baranê de li kolanê hatin hiştin û di enfalan re derbas bûn. Gundên wan hatin şewitandin, hatin sirgunkirin û xwestin bajaran ji kurdan vala bikin û li erdîngariya kurdan tirk-ereb bi cih bikin. Çi kirin û nekirin kurd neqediyan û neqeliyan jî! Li her cihê ku xwîna wan rijiyaye kurdek din ên serhildêr jiyîn. Kurd jîn dibin! Lê tenê ew kurdên serhildêr ê ku îxanetê napejirînin jiyan û jiyana xwe bi hûrguliyên berxwedan, têkoşîn, serînetewandin, afirandina jiyaneke azad û birûmet ji bo gelê xwe, xemilandin. Kurd îro dibin du beş. Beşeke kurdîtiya xwe ji bo xizmeta dijminên xwe û beşa herî mezin ji bo jiyaneke azad û birûmet ji bo doz û gelê xwe têdikoşe. Kurdên li Rojava biryara vê dane ku yan jiyanek azad an jî rahiştinek birûmet li ser milan di wê darbesta pîroz de. Kurd ji dîroka kevn heta îro, ji bo bidestxistina jiyaneke azad bi nasnameya xwe wekî netewe, hemû dibin projeyên şehadetê.

Careke din dewleta tirk a dagirker, jehr û kîna xwe li hemberî doza kurdî li Rojava ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera kir. Ev gotin li ser zimanê her kurdekê/î li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî; “Tirk neêşîbana, ewqas har nedibûn” bi vê hevokê balê dikşînin ser derbên ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li wan xistine û bi dehan kuştiyên dagirkeran çêkirine. Gel bi wê baweriyê îro nêz dibe ku gel û gerîla yek in. Lê di vir de sedemên êrîşên dewleta tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek in. Ji van yek jê pêkanîna Hevpeymana Civakî ya ku dibe tovek herî bingehîn û dîrokî di dîroka şoreşên kurdan de, kûrbûna dostaniya gelê kurd bi gelên herêmê cîran û navdewletî. Yek ji wan tiştên ku Rêveberiya Xweser bihêz dike dewlemendiya binerda wê ye. Hedefgirtina bîrên petrolê û derxistina wê û binesaziya herêmê ji xizmetê ji bo ku krîzeke aborî derbixe û gel bi pêlên mezin ber bi rêya koçberiyê ve biherikînin. Binketina plana tevleheviyan û serweriya Îran, rejîma Baasê û komên çete yên girêdayî wan û bi taybetî jî li Dêrazorê ji aliyê HSD’ê vala derxistina wan, careke din hişt dewleta tirk har bibe. Wekî çawa Cebhet El-Nusra beriya niha (Heyet Terîr El-Şam) û DAIŞ di şerê li hemberî HSD’ê ji sala 2012’an heta 2017’an binketin û dewleta tirk bi xwe êdî dest bi êrîşên dagirkeriya li ser Efrînê kir û heta îro dewam dike û niha jî heman plan tê meşandin. Her ku plana dewleta tirk a ku dispêre çend kesên ku xwe bi çend qirûşan firotine, rejîma Baas û komên Îranê yên li Dêrazorê bin dikevin, ew bi xwe êdî dikeve tevgerê û dixwaze encaman bidest bixe. Em bêdengiya hêzên Koalîsyona Navdewletî jibîr nekin. Qadeke hewayî a ku ji 2014’an de bi rê ve dibe, çawa balafirên Tirkiyeyê têre derbas dibin û herêma ku ew û dostên xwe yê HSD’ê li ser erdê diparêzin hedef digire? Koalîsyona Navdewletî qada hewayî li hemberî dewleta tirk vekir, sedemên wê ya vê carê jî ew e ku Rêveberiya Xweser şerê bi Îranê re û taybetî li Dêrazorê nepejirand.

Êrîşa 23’yê kanûnê ku dewleta tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî û taybetî xeta sînor armanc girt, bi dehan binesaziyên herêmê ku xizmeta hemû kategoriya civakê dikin xira kir. 26’ê kanûnê jî Komîteya Karûbarên Derve ya Parlamentoya Tirkiyeyê daxwaza Swêdê ya ji bo endambûna NATO’yê pejirand. Ger tê bîra we jî ji ber dostanî û piştgiriya Swêdê ji bo Rêveberiya Xweser, Tirkiyeyê yek ji ew welatên ku tevlîbûna Swêdê ji bo NATO’yê nepejirandibû. Lê niha çi hat guhertin? Yek ji şertên tevlîbûnê jî qebûlkirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû! Di vir de destekdayîna Amerîka û Koalîsyona Navdewletî ji bîr nekin ku qada hewayî a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber balafirên Tirkiyeyê vekirin ku tevlîbûna Swêdê ji bo NATO’yê ji hêla Tirkiyeyê ve qebûl bike. Biqasî ku dewletên hegemon berjewendiyên xwe diparêzin, gel ne wisa ye, ya herî zêde di vê şoreşê de gelê Kurd qezenç kir dostaniya gelek hêzên demokratîk, kesayetên azadîxwaz, rêxistinên ji bo azadiyê têdikoşin, mezheb, ol û netewe li ser asta cîhanê bû. Gel qezenç kir, lê dewlet rûreşiya xwe ji bo dîrokê dihêlin. Ji êrîşên dewleta tirk a dagirker ku di her du salên dawîn de stratejiya êrîşên xwe dane guhertin ku ji êrîşên balafirên keşf û hedefgirtina fermandar, stûn û endeziyarên şoreşê û pêşengan ber bi hedefgirtina çavkaniyên enerjiyê û binesaziya herêmê, me dikarîbû çend xalan bînin ziman.

Çi zagon di dinyayê de heye ku di hundir bajarên ku sivîl lê dijîn de, bombebaran çêbibe? Nexweşxaneyên ku nexweş lê tên dermankirin werin bombebarankirin, çapxaneyên pirtûkan û xebatkarên wê bi awayekî hovane werin bombebarankirin, stasyonên petrolê ku xizmeta gel, ax û her kesî dike were hedefgirtin, kargeh, benzîxane û hwd. Erê! Evqas dever ku bi pêşengtiya jinan hat avakirin û pêşxistin, ji tirkan re metirsiyekê çêdike. Dewleta tirk fobiya kurdan pêre çêbûye, mesele ne ku li ser ewlehiya welatê xwe ditirse, ew di tirsa ku kurd di cîhanê de bibin xwedî statû, dijî û ji bo pêşiya wê bigire serî li her tiştî dide.

Di vir de “Çareseriya siyasî” winda dibe û civaka navdewletî destê xwe ji çareserkirina krîza Sûriyeyê pêre dikşîne. Doza kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji krîza Sûriyeyê ne qut e, çareseriya siyasî nebe êrîşên leşkerî dê ji wiha girantir bibin û sal salê bikşîne. Dewleta tirk êdî nizane bê li Sûriyeyê çi û bi çi awayî qirkirina kurd û gelê herêmê bi encam bike. Herwiha Sûriyeyeke nenavendî jî napejirîne û naxwaze ku çeteyên di bin destê wî de ji dest biçin ku piştî ewqas êrîşên ji Efrînê heta Girê Spî û Serêkaniyê jî ew anîne. Herî dawî tiştekî jî bidest nexe krîzeê derdixe. Dewleta tirk ji bo temenê siyasetên xwe yê çewt li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dirêj bike, dengê li dijî êrîşên li ser kurdên Rojava li Bakurê Kurdistanê bêtir bilind bibe û ev wê bihêle erşa Erdogan biheje wî wenda bike û di siyasetên wan bi dewletan re nehevsengiyek çêbike.

Ji Erdogan be ku înkarkirin û qetilkirina gelê kurd, doza kurdî jî dikuje. Ger wiha bifikire dê di hesabên xwe de pir şaş be. Ev çend hezar sal in kurd tên qetilkirin û dîsa jî îro ji duh zêdetir ji bo çareseriya doza kurd li her devera cîhanê têkoşîn di astên bilind de ye. Têkoşîna gelê kurd û êrîşên dewleta tirk li ser girîngiya doza kurdî di serdema 21’an de radixe ber çavan. Bi êrîşên dijwar, hovane û terorî dewleta tirk bêyî ku haya wî jê hebe dide xuyakirin ku doza kurd wekî doza Filistînê dozekî jênevegere di welat de û bêtir rûreşiya xwe û rewabûna têkoşîna gel bi cîhanê dide nasîn.

Li gorî xuya dibe sala 2024’an dê ji hêla êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wekî sala 202’yan û berî wê be, lê tekez di paşila wê de gelek suprîz tê de veşartî ne. Wê di roj û mehên pêşîn de perdeya li ser xwe bavêje. Lê ji bo ku doza kurd were çareserkirin û kurd wekî her neteweyekî bibin xwedî statû xwişkên malzarokekê dê her bibin şehîdên dozekê, wê evîndar evînên xwe ya salan gorî welat bikin. Wê dayik xwe bikin qurban û rêhevalên çekê rêhevalên xwe bispêrin axa pîro. Lê çi bibe bila bibe doza îro ji bo wê bi milyonan kurd û dostên wan ji bo wê têdikoşin, wê encam bigire îsal nebe du sal, du sal nebe sê sal û hwd.  Wê çaxê wê dewleta tirk di dadgehên navdewletî de bi belgeyên qetilkirina jin, zarok û sûcên li dijî gelê kurd û binesaziya herêmê kiribû, rû bi rû were. Dîrok dinivîse niha, lê her tişt di dema xwe de xweş e. Qelenê demokrasî û azadiyê buha ye, gel bi vê hişmendiyê têdikoşe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê