27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

72 roj in Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin

Ji Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 71 rojin agahî nayê girtin.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin. 72 rojin agahî jê nayê girtin.

Nûnerên Ajansa Rojnews’ê diyar kirin ku hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek  tije berovajîkirin û nerast de got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine. Nûneran da zanîn ku Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê de wek edîtor dixebite û gotin: “ Em weke Ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin. Lê hîna ji bilî daxuyaniyek tejî derew a PDK’ê, tiştek din ji aliyê hikûmeta Herêmê ve di derbarê rewşa Rojnamevan Silêman Ehmed de nehatiye ragihandin.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed di daxuyaniyek ji bo Rojnews de got: “Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin, me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir. Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin. Tevî ku me piştrast kir ew li wê derê ye û agahiyên li ser cihê wî di nav Asayîşa Duhokê de hene, lê piştre wan gotin ku ew li jêr lêkolînê de ye û nayê dîtin.”

Parêzer Nerîman got; “Piştî ku em hatin astengkirin,  me serdana dadwerê asayîşa Duhokê kir da ku daxwaza dîtina Silêman Ehmed bikin û hemû rêkarên yasayî cîbicî bikin û bikin bi wekalet. Dadwerê asayîşê razî bû û biryar da ku em wî bibînin û piştî ku biryar gihandin Asayîşa Giştî, rê nedan ku em wî careke din bibînin.”

Nûnerên ajansê daxuyandin ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa wan Silêman Ehmed berpirse.