spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Schonveld: Abdullah Ocalan dilovan e û evîndarê azadiyê ye

Aktîvîsta avhewayê Eva Schonveld diyar kir ku sedeme herî esasî ya tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji ber jîrbûna wî ye û wiha got: “Ew dilovan e û evîndarê azadiyê ye. Gelek tişt pêşkeşî vê cîhanê dike. Jiyaneke bi hurmet û ciherêng diafirîne.”

Delegasyona Jinan a Navneteweyî ya ji 7 kesan pêk dihat, di nav de parêzer, parlamenter, ekolojîst û nûnerên saziyên sivîl ên ji welatên Ewropayê jî hebûn, di navbera 9-14’ê Kanûnê de li Stenbol û Amedê derbarê binpêkirinên mafên girtiyan û tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku 24 meh in agahî jê nayê girtin rêzehevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinan rapora xwe ya çavdêriyê ragihandin. Di raporê de daxwazên sereke yên wekî rawestandina êrişên li dijî Rojava, rakirina tecrîdê û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê cih girt. Li ser navê delegasyonê aktîvista avhewayê Eva Schonveld rapor xwendibû. Eva derbarê serdan û plansazî pêşerojê de pirsên Nûçegîhana JINNEWS’ê Melek Avci bersivandin. Hevpeyvîna bi JINNEWS’ê re wiha ye:

“Di navbera Stenbol û Amed ê de dijberwertiyeke balkêş heye. Stenbol bi her awayî dişibe bajarekî Ewropoyê. Lê Amed ne wisa bû, çend bajareke turîstîk bê xuyakirin jî lê welatî serê xwe dixin ber xwe û wisa diçin kar û barê xwe.”

 *Di meha kanûnê de we li Amed û Stenbolê serdanek pêk anî. Encamên serdanên xwe jî wekî raporek ji raya giştî re we ragihadin. Di rapora çavdêriyê de we kijan tespîtan kir?

Di serdanên ku me kir de me gelek tişt bihist. Bi taybetî jî kesên xwedî bi pîşe û li qadan dixebitin tirsên xwe anîn ziman û diyar kirin ku di jiyana rojane de jî zehmetiyan dijîn. Demek dirêj di bin çavan de dimînin, tên sûcdar kirin û tên girtin. Li Tirkiyeyê qanûnên derbarê mafên mirovan de nemaye û şert û mercên girtîgehan pir xirab e. Li dijî kesên ku li hemberî îktîdarê diaxife tirsek tê afirandin û min vê tiştî pir hîs kir û me dît jî. Li vir mayîn û jiyan bi rastî mirovan dîtirsine. Heke ez wek turîstek biçim min ferq nedikir. Li Amedê gelek polîs heye û li her derê polîs hene. Dema me çîrok û pirsgirêkên heyî ji parêzer, siyasetmedar û gel dibhist em gelekî matmayî diman. Di navbera Stenbol û Amed ê de dijberwertiyeke balkêş heye. Stenbol bi her awayî dişibe bajarekî Ewropoyê. Lê Amed ne wisa bû, çend bajareke turîstîk bê xuyakirin jî lê welatî serê xwe dixin ber xwe û wisa diçin kar û barê xwe. Heke min çîrokê welatiyên Amedê nebihistan gelê min ê çî hîs bikira nizanim. Me li Amedê kesên ku demek dirêj di girtîgehan de mane, bi îşkenceyê re rûbirû mane, dayikên şehîdan û hîn kesan re hevdîtin pêk anî. Welatiyên ku daxwaza domandina çand û jiyana xwe dike ji hêla hikûmetê ve tê astengkirin, min wî tiştî gelek di nav xwe de şîrove kir. Piştî ku ez vegeriyam min dest bi pirtûkên bandora faşîzmê ya li ser gelan xwend.

 “Li gorî min sedeme herî esasî ya tecrîdê ji ber jîr e, dilovan e û evîndarê azadiyê ye, gelek tişt pêşkeşî vê cîhanê dike. Jiyaneke bi hurmet û ciherêng diafirîne. Di vê hêlê de ragihînerekî bi hêz e. Hikûmeta Tirkiyeyê jî hewl dide ku dengê wî neyê bihistin.”

* Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hezar rojî jortir e agahî nayê girtin. Hûn derbarê tecrîdê de çi difikirin? Ji ber ku we di daxuyaniyê de piştevaniya azadiya fîzîkî kiribû.

Ev rewş skandal e. Hikûmetên welatên din jî bi bêdengiya xwe piştevaniyê wî tiştî deke. Li gorî min gelek sedemê vê hene. Li gorî min sedeme herî esasî ya tecrîdê ji ber jîr e, dilovan e û evîndarê azadiyê ye, gelek tişt pêşkeşî vê cîhanê dike. Jiyaneke bi hurmet û ciherêng diafirîne. Di vê hêlê de ragihînerekî bi hêz e. Hikûmeta Tirkiyeyê jî hewl dide ku dengê wî neyê bihistin. Tecrîda ku li hemberî Birêz Ocalan tê meşandin niha li tevahiya girtîgehan berdewam dike, ev tişt di axaftina welatiyan de hat ziman. Hewl didin ku civak nebin yek, xwe birêxistin nekin û têkoşînê nedin pergalek tê ferzkirin. Bi kurtasî hewl didin ku cudakariyê bikin. Dadgehên navneteweyî û mafên mirovan a navneteweyî tecrîdê wekî îşkence digire dest. Îzalasyon li girtîgehan kêm tê kirin, lê belê bi mehan, bi salan û bi dehan salan tecrîd û îzalasyon tê meşandin û ev tişt jî li dij wijdanê ye. Ez wek mirovek pir hers dibim li hemberî vê sepandinê.

* Niha girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de nin. Daxwazên wan nayê bicihanîn û tecrîd nayê bidawîkirin. Hûn derbarê çalakiya greva birçîbûnê de çi difikirin?

Bi rastî daxwazên girtiyên ku di greva birçûbûnê de ne nayê qebûlkirin mirovan xemgin dike. Mirovên ku li girtîgehan li gorî mirovên li dervê bêtir bi hêz in. Ji ber ku tiştên ku girtî bikin bi sînor in. Guhdarnekirina çalakvanên greva birçîbûnê, bi rewşeke nebaş ve dibe. Divê ev rojev ji bilî girtiyên siyasî derdarên cuda bigirin dest. Li vir li hemberî îktîdara faşîst tenê ev çalakî pêş dike.

“Ji bo vê jî dikarin bikevin girtîgehê û işkenceyê jî bibînin. Pir bi wêrek in. Kesên ku biryar bidin ev kes in ne welatê me ye. Gelek kes wekî tiştek nayê jîn çavên xwe girtiye.”

*Ligel nêzîkatiya Tirkiyeyê, CPT derbarê serdanên xwe de daxuyaniyek nade. Gelo çima ev bêdengî tê domandin?

Ji roja serdanê heta niha me nîşeyên xwe carek din girt dest û em pir bi her bûn. Derketina li dijî tecrîdê, mumeleya xirab û ragihandin, têkoşîn çawa dibe ku hikûmetên endam çawa bêdeng dibin. Heke encam wisa de çima hene? Îmajek e wek bê alîn û karê xwe dike û wekî tiştek nebûyî nêz dibe. Her wiha endameke Parlamentoya Ewropayê jî di nav delegasyona me de hebû. Her wiha gelek sazî hene ku li dijî îşkenceyê derdikevin, lê xizmetê didin pergala kapîtalîzmê. Hikûmet ne antî-kapîtalîst in, ji ber vê jî wek xeter nayên dîtin. Gelek kurdên ku ez nas dikim li dijî tecrîdê yekê derdikevin. Ji bo vê jî dikarin bikevin girtîgehê û işkenceyê jî bibînin. Pir bi wêrek in. Kesên ku biryar bidin ev kes in ne welatê me ye. Gelek kes wekî tiştek nayê jîn çavên xwe girtiye.

*Di çavdêriyên ku we weşandin de we xwest ku PKK ji lîsteya ‘terorê’ bê derxistin. Çima we bangek wiha kir, li gorî we çima derxistina wê ji lîsteyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd girîng e?

Di hêla dîrok û siyasetê de tecrûbeyên mîn nîne. Ez li Îskoçyayê aktîvîsta avhewayê me. Ez dîbînim ku çalakiyên civakî û avhewayê heman tiştin û lê bi awayê cuda têkoşîn tê dayîn. Ji bo min qadek nû ye. Niha gelek xal hene ku li ser hurbûnek pêk bê û bê raporkirin.  Armanc û îdiayeke Tevgera Kurd heye. Dema tevgera kurd ji lîsteyê derkeve vê demê her kes dê bizane ku ev çalakî çima hatine kirin. Lê gotina “Terorîst” tê wateya mirov ji mirovatiyê tê derxistin û armanca şer û têkoşînê li ber çavên civaka navneteweyî tê meşrûkirin. Îngilistan piştevaniya gelek siyasetmedarên kurd tirse tirs dike. Ji ber lîsteya heyî  Kurdistan yekcar hatiye etîketkirin. Li ser PKK’ê heman etîket heye. Li Belçîkayê gelek pêvajoyên darazê hene. Heke Belçîka vê pêvajoyê ciddî bigire dest girîng e. Divê tevgera azadiyê ya li Kurdistanê û dengê hemû welatiyan ciddî bê girtin.

“Em ji parlamenterên Îskoç daxwaz bikin ku li hemberî Hikûmeta Tirkiyeyê xwedî bi helwest bin, di mijara Birêz Abdullah Ocalan û polîtîkayên tecrîdê de. Em ê daxwaz bikin ku bila zextê li Tirkiyeyê bikin. Em ê ji bo azadiya Birêz Ocalan daxwaznameyek bidin.”

*Ji niha û pê ve hûn ê li hemberî vê yekê çi bikin? Bername û plana çalakiyê li pêşiya we heye?

Di vê mijarê de wek kes ez ê plansaziyêk derxim. Çawa ku delegasyona me vegeriya min dest bi xebatan kir. Ez nîşeyan digirim û ji bo amadekariya raporan. Di encama hevdîtinên ku derketin holê de ez dixwazim raporeke berfireh amade bikim. Piştî ku qediya ez ê li ser kovar, kovarên dijîtal û qenalên televîzyonan biweşînim. Ez û çend hevalên xwe derbarê mijarê de serdana Parlamentoya Îskoçyayê bikin. Em ê mijara PKK’ê bibin Quint’ê (Quint; Koma ku ji Amerîka, Fransa, Almanya, Îtalya û Îngilistanê pêk tê. Koma ku biryarên ne fermî digirin e). Em ji wan re bêjin divê bêtir aktîf bibin û li dijî lîsteya terorê ya ku PKK’ê xistine nav têbikoşin. Her wiha em ê guherînên ku li Belçîkayê tê kirin jî ji nez ve bişopînin. Em ê hewl bidin ku Îskoçya jî heman tiştî bike. Em ji parlamenterên Îskoç daxwaz bikin ku li hemberî Hikûmeta Tirkiyeyê xwedî bi helwest bin, di mijara Birêz Abdullah Ocalan û polîtîkayên tecrîdê de. Em ê daxwaz bikin ku bila zextê li Tirkiyeyê bikin. Em ê ji bo azadiya Birêz Ocalan daxwaznameyek bidin.

 *Di dawiyê de xalek heye ku hûn lê zêde bikin?

Ji bo min tecrûbeyek bû. Ez qet di nava delegasyona mafên mirovan de ne bûm. Cara yekem ez wisa nêzî pirsgirêka mirovan bûm. Ev tişt ji bo min xemginiyek e. Di serdanênan dê min dît ku gelek welatî gelek polîtîk in û di pênasekirina faşîzmê de cudakariyeke mezin bi min re pêş ket. Ferqkirin dibe sedema veguherînê jî. Heke mirov derbarê mirovan de nebe xwedî li agahî û têkilî daneyne û nebe bersiv ev tişt dê mirovan bibe cihêkî herî xirab.