4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bê sedem kesên deng didin tên astengkirin

Li gorî zanyariyên ku ajokarên seyareyên bazirganiyê yên Bakurê Kurdistanê dane ajansa Rojnews’ê, 3 roje bêyî ti sedemek were nîşandan bi sedan kes li asayîşeke navbera Ranya-Şeqlawa (Hewlêr) de hatine sekinandin.

Li gorî zanyariyan bi sedan ajokarên wesayîtên barhilgir ku dixwazin ji bo hilbjiartinên 14’ê Gulanê derbasê Tirkiyeyê bibin, bêyî ti sedemek were nîşandan li herêmeke navbera Ranya-Şeqlawa de ji aliyê hêzên asayîşê ve hatine rawestandin.

Ajokarên ku ji ber sedemên ewlekariyê nexwestin navê xwe bidin, diyar kirin ji bo derbas nebin bi keçpeyan ax rijandine ser rê û gotine, heya talîmat ji jorê wan neyê ewê destûr nedin vegerina bakurê Kurdistanê.

Ev ajokarên ji bakurê Kurdistanê gotin, ji asayîşê re gotine divê biçin tevlî hilbijartinên 14’ê Gulanê bibin û weke sedem jî wer difikirin ku siyasîbe û astengiyek ji bo tevlîbûna hilbijartinên serokkomarî û parlementeriyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê be.

Her wiha ajokar dibêjin, rawestandina evqas kes li wê herêmê ewlekariya wan dixe xeteriyê û gotin, pirsgirêka wan ya xwarin û vexwarinê jî derketiye û li herêmê asê mane.

Heman ajokar bang li hêzên asayîşa Herêma Kurdistanê, saziyên peywendîdar kirin ku pirsgirêkê çareser bikin û di demeke herî zûde rê vekin ji bo vegerin malên xwe.