6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ayşe Gokkan: Îşkence kirin, mafê min ê tedawiyê nedan

Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkanê diyar kir ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê îşkence û mûameleya nebaş lê hatiye kirin û mafê wê yê tenduristiyê hatiye astengkirin, giliyê berpirsyaran kir.

9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 12 sal û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” û her wiha dîsa “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh û ji îdiaya “propaganda rêxistinê” 3 sal cezayê girtîgehê li Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan birîbû.  9’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêma Amedê cezayê li Gokkan hatibû birîn di 19’ê nîsanê de erê kiribû. Biryar ji bo temyîzê biribûn Dadgeha Bilind. Hate diyarkirin ku Gokkan a li Amedê dihate ragirtin û di serê adarê de anîne Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê rastî îşkence û mûameleya nebaş hatiye û tedawiya wê hatiye astengkirin. Gokhan der barê berpirsyaran de bi daxwaznameyekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da û du caran giliyê berpirsyaran kir.

Rapora şopên îşkenceyê 

Gokkanê di daxwaznameyên ku da de diyar kir ku ew di 24’ê nîsanê de birine Nexweşxaneya Kampûsa Girtîgeha Sîncanê û di wesayita rîngê de bi saetan bi kelemçeyê hatine sekinadin bê bêhn hatine hiştin û peywîrdaran ev weke rêbazeke îşkenceyê bi kar aniye. Gokkan, da zanîn ku tevî îşkenceya sê saet û nîvan ew nehatiye tedawîkirin û wiha got: “Ev pêkanîneke hovane ye. Tevî hemû îtîraz û israra me jî pêkanînan dewam kir. Di zendên min de ji ber kelemçeyê ji bilî janên giran birînên kûr çêbûne. Gokkanê bi lêv kir ku daxwaz kirine ku şopa kelemçeya destên wan bê raporkirin,  da zanîn ku piştî israreke mezin hatiye raporkirin û wiha got: “Ez dixwazim ku der barê hemû peywîrdarên ku kelemçeya îşkenceyê pêk anîne, peywîra xwe niyeta xirab bi kar anîne û têkildarî muameleya xirab lêpirsîneke bibandor bê destpêkirin û kirariyên qanûnî bên destpêkirin, berpirsyar bên cezakirin û bergirî bên wergirtin.”

Ji bo derman daxwazname

Gokkanê giliyê duyemîn der barê girtîgehê û bareya (birim) revîrê de kir anî ziman ku mafê wê yê tedawiyê hatiye asteng kirin. Gokkanê diyar kir ku di 3’yê nîsanê de ji bo nexweşiya wê ya ortopedîk, ji bo dermanên bijîşk bi reçeteyê nivîsandine temîn bike û di roja tedawiyê de were dayîn daxwazname daye lê tevî daxwaznameyê jî dermanên wê nehatine dayîn. Gokkan anî ziman ku ji ber derman nebûna bijîşkê kampusê nekariye tedawiyê bike û dema ji peywîrdarên revirê pirsa çima derman nehatine dayîn kiriye bersiva “serlêdana we ya bi daxwaznameyê çênebûye” wergirtiye.

‘Astengkirina tedawiyê sûcê li dijî mirovahiyê ye’

Gokkanê da zanîn ku di sibeha 5’ê nîsanê de daxwazname dabû peywirdaran lê ev yek bi israr hat înkarkirin û ev tişt gotin: “Ev tê wê wateyê ku peywira xwe bi xirabî bi kar tînin. Astengkirina mafên tedawiyê yê girtiyan li gorî peymanên neteweyî û navneteweyî sûc e. Ev binpêkirina mafê jiyanê ye. Astengkirina tedawiyê sûcê li dijî mirovahiyê ye.”

Gokhanê xwest ku hem der barê kesên îşkence li wan kirine û hem kesên mafê wan ê tedawiyê astengkirine de demildest kirariyên qanûnî bên destpêkirin