4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ûysal:Em ê heta ku Ocalan azad bibe têbikoşin

Di mîtînga Cizîra Botan de namzeta Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Newroz Ûysal diyar kir ku heta deriyên Îmraliyê vebin û Abdullah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin.

Partiya Çepên Kesk li warê Mem û Zînê li navçeya Cizîra Botan mitînga hilbijartinê li dar dixe. Mîtîng li Qada Newrozê tê lidarxistin û qad bi alên partiyê hatiye xemilandin. Bi hezaran kes hatin qada mîtîngê. Ji navenda Şirnexê û navçeyên û ji gundan beşdariyek zêde heye. Jinên Cizîra Botan bi cil û bergên xwe yên netewî tev li mîtîngê bûn û demek dirêj li ber stranan govend gerandin. Bi piranî jin û ciwan tev li mîtîngê bûne. Hin dayik bi baqên kulîlkan hatin qada mîtîngê.

Dayika Mehmet Tûnç, Esmer Tûnç, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê Ayetullah Aşîtî û namzetên Şirnexê dema hatin qada mîtîngê coş û peroşa xelkê zêdetir bû. Girseyê bi çepik û tîlîliyan pêşwazî li şandeyê kir.

Beriya mîtîng dest pê bike, di ekrana sînevziyonê de der barê bikaranîna dengan xalên ku wê baldar bin hat nîşandan.

‘Divê gel hemû biçe ser sindoqan’

Mitîngê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Komîteya Amadekar Metîn Bayik di destpêkê de axivî û destnîşan kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê ne hilbijartinek ji rêzê ye û got: “Gelê Kurd wê qedera Tirkiyeyê biguherîne. Em ê di 14’ê Gulanê de dersa wan bidin wan. Divê gel hemû biçe ser sindoqan.”

Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş û Nûran Îmîr derketin ser dikê û axaftinên Kurd kirin û gotin her denga were bikaranîn dê ji bo azadiyê be û peyama berfirehkirina têkoşînê dan.

Paşê namzetên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Newroz Ûysal, Zekî Îrmez, Ayşegul Dogan û Bedîrhan Osal derketin ser dikê û girseyê silav kirin.

‘Em ê heta azadiyê bi dest bixin têbikoşin’

Newroz Ûysal, wiha got: “Hewcedariya gelê Cizîrê bi pêşniyaz û şîretan tune ye. Heta ku deriyên Îmraliyê vebin û birêz Abdullah Ocalan azad bibe û bi hezaran girtiyên me bigihîjin azadiya xwe em ê têbikoşin.”

Zekî Îrmez jî got serkeftin a gelê Botanê ye.

Dogan:Êdî dema wê hatiye

Ayşgegul Dogan jî destnîşan kir ku Cizîr warê serhildan û berxwedanê ye û wiha axivî: “Cizîr di heman demê de warê derwêşan e. Dema Cizîr radibe ser pêya, Botan radibe. Cizîr warê Mem û Zîn û Melayê Cizîrî ye. Cizîr bi biryar e, êdî dema wê hatiye. Dem dema tifaqa me ya neteweyî ye. Dem dema govenda azadiyê ye. Serkeftina me serkeftina Stenbol, Dihok û Ûrmiyeyê ye. Rêya me vekirî be.”

Bedîrhan Osal jî got: “Cizîr cihê berxwedanê ye. Warê Mihemed û Asyayan e. Gelê me yê hêja di her hilbijartinê de Cizîr rekorê dike. Gelo dîsa em ji bo vê rekorê amade ne? Bila dijmin û dostêm me her kes baş dizanibe, wê Cizîr tu demê çong daneyne.”

Aşîtî: Hebûn û kurdbûnê qebûl nakin

Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayatullah Aşîtî jî wiha axivî: “Îro yên desthilatê û welat bi rê ve dibin, hebûna gelê Kurd qebûl nakin. Hebûn, Kurdbûnê û Kurdistana me qebûl nakin. Yên ku înkarê dikin wê Xwedê wan qet efû neke û nebin nûnerên xwedê. Tenê dikaribin bibin nûnerên zaliman.”