9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bêdengî komkujiyên nû bi xwe re tîne’

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê li aqûbeta kesên ku tîmên taybet di 22-26’ê 1993’an  de li Liceyê kuştin pirsîn

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 768’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xistin. Kesên di çalakiyê de amadebûn wêneyê windayan hildan û pankarta ku wêneyên windayan li ser e li erdê raxistin. Xizmên winda, endam û rêvebirên ÎHD amade tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de li aqûbeta kesên ku li Liceyê di 22 û 26’ê cotmeha 1993’an de  ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin pirsîn. Endamê lijneya rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Alî Îhsan Demîrtaş daxuyanî da.

Endamê lîjneya reveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yakup Guven beriya daxuyaniyê axivî. Guven salveger komarê bi bîrxist û wiha got: “Nedana cenazeyan, windakirina gora di serdema komarê de dest pê kir. Gora Seyîd Riza, Şex Said û hevalê wî hîn nehatiye dîtin. Kujer nehatin darizandin, dewlet lêborîn nexwast. Hîn jî aqûbeta bi hezaran mirova nayê zanîn. Piştre Berdevkê Platforma Licê ya Edaletê Şiyar Kaymaz axivî. Kaymaz diyar kir ku ew ê têkoşîna 30 salî bidomînin û got: Ji bo dîtina kujeran em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em di pêvajoyên ne hiqûqî re derbas bûn û me hewl da ku bi malbatên mexdûr re hemû gavan bavêjin. Bersûc bê ceza tên hiştin. Hemû doz bi vî awayî bê ceza tên hiştin. Ger rêvebirên qanunê li hember qetlîamên berê bêdeng nebûna, qetlîamên îro yên li Xezze û Rojava nedihatin kirin. Nexweşxane bi hêsanî nedihatin bombekirin. Ev bêdengî komkujiyên nû bi xwe re tîne. Ev doz ne dozek e ku mirov ji demaboritê re bihêle, divê bi komîsyona lihevhatina civakî bi rengekî li gorî rûmeta mirovî bê encamdan.”

Navçe bi şev û roj tê bombebarankirin

Piştre Alî Îhsan Demîrtaş daxuyanî xwand. Demîrtaş diyar kir ku Fermandarê Tîma JÎTEM’ê Tûnay Yanardag îdia kiriye ku gelek endamên PKK’ê ketine Licê û li ser vê yekê Fermandarê Herêmê yê Cendirmeyan ê Amedê Tûggeneral Bahtiyar Aydin dişîne navçeyê û wiha got: “Aydinê ku bi helîkopterê çûbû Licê, ji ber ku tiştekî neasayî tune dema ku bi wê rehetiyê li baxçeyê Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê bi alîkarê xwe re sohbet dike bi çeka sûîqestê ya tîpa “Kanas” tê gulebarankirin û jiyana xwe ji dest dide. Li navçeyê bi hinceta kuştina Aydin qedexeya derketina derve tê ragihandin. Navçe bi şev û roj ji aliyê hêzên asayîşa navçeyê ve tê gulebarnadin. Li gorî hin şahidan; Dema gulebarandin dest pê dike, leşkerek gazî gel dike û dibêje: ‘Me generalek kuşt, hûn kî ne, em ê we hemûyan bikujin’.”

Têkiliya Licê bi cihanê re qut dibe

Demîrtaş anî da zanîn ku piştî bûyerê ketin û derketina navçeyê hatiye qedexekirin û wiha pê de çû: “Di operasyonê de bi rojan têkiliya Licê bi cihanê re qut dibe. Di bûyeran de 3 jê hêzên dewletê, 17 jî sivîl 20 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi dehan kes bi guleyên çekan birîndar dibin. Hin mal û cihên kar ji aliyê hêzên dewletê ve têne şewitandin. Bi giştî 401 xanî û 242 cihên kar zirar dîtine. Çûna navçeyê ji bo parlementer, siyasetmedar, nûnerên STO û gel 4 rojan qedexe dikin. Hêzên dewletê nehiştin ku cîgirê Serokwezîrê wê demê Denîz Baykal jî bikeve navçeyê. Ji ber ku di nava 3 mehan de bi sedan kes neçar man koç bikin, nifûsa navçeyê ji pêncan yekê kêm dibe.”

Lêpirsînê 30 sale dawî bi heman hincetî tên bidawîkirin

Demirtaş di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku lêpirsîna ku di sala 1993’an de der barê bûyerê de hatibû destpêkirin piştî 20 salan bi dawî dibe û wiha bi dawî kir: “Rûniştina doza cemaweriyê ya ku Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Amedê yê wê demê Eşref Hatipoglu û Korgeneral Tûnay Yanardag dihatin darizandin dest pê dike. Lê her du bersûc tu carî nayên girtin. Li ser wan hukmên kontrola edlî jî nayên sepandin. 30 sal piştî qetlîamê ji ber ku her du bersûc mirine biryara betalkirina dozê te dayîn. Kujer bi zirxên bêcezakirinê hatin parastin. Xebatên lêpirsîn û darazê yên ku li herêmê bi taybetî di 30 salên dawî de li dijî sûcdarên sûcên bi vî rengî tên kirin, bi heman awayî dewam dike û bi heman encamê bi dawî dibe. Weke ku me di doza Komkujiya Licê de jî dît, yekîneya darazê ya li dijî hezên dewletê ku sivîlên li herêmê qetil kirin; Ji karê mekanîzmaya edaletê dûr ket û veguherî mekanîzmaya meşrûkirina kiryarên sûc û beraetkirina sûcdaran.”

Navên kesên di qetliamê de jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

“Tutiye Talan (66), Tahîr Kozat (70), Zana Mercan (16), Suna Canturk (4), Dilbirîn Canturk (2,5 ), Huseyin Canturk (13), Alî Canpolat (25), Huseyîn Boga (34), Salîh Boga (29), M. Rezzak Yildirim (65), Abdullah Îzgî (40), Mehmet Kaya (32), Mustafa Çakir (40), Zana Çakir (18), Halîl Dogan (70), Îmam Mehdîn Guler (47), mamoste Nurettîn Soyer.”

Daxûyanî bi çalakiya rûniştînê bi dawî bû.