spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêhna Qîrê-II

Di vê navberê de min bihîstiye ku ew ê bavê min qemyonek nîsk jî bibê Mêrdînê, hedara min nayê. Dem dibihure û miraqa min zêde dibe.

Debara min nabe, xeber nayê, nehat, “wele apo em nedan efûkirin, ji bîra kir” ma çi îşî wî jê ye, şîva xwe xwar, kêfa xwe kir û çû! Dem çawa niçe nizanim û rojek dîsa bû êvar, şivan dîsa hatin, yekî ji wan got me şîva we aniye; çi xeberek xweş! Wek ku efwa mirovê idamkirî were. Em li dorê bûn kom, şabaş, petex, qitî, tirozî jê re kirin çirik, de ka bêje lo… Apê Fikrî gotiye; “Ev zarok pir jîr in, wan wisa nexin tengasiyê, ma şîvek dan me ku me heta niha bilxwirek, girarek werê bi tehm nexariye. Çi kêfçî ne hûn nizanin, wele hûn ê wan efû bikin…” devê me çû pişt guhên me, me zêdeyî guhdar nekir, efû hatiye. Paşê li tenîştekê, ji min re bi dizî got, “ez mizgîna xwe dixwazim, bavê te go bila bê mal, qemyonek jî li gund hebû!” Ma edî ez çi dixwazim. Nizanim çawa bû sibe, min heywan û her tişt di stûyê xweha Nûrê de hişt, yela gund…

Gund heyhole ye, qemyona nîskan bar dikin, emele pir in, nan tê hazirkirin li aliyekî û ez jî wek beriyan, hov, qiler û perişan im. Bi awayekî min xwe vedizî, sere xwe şûşt, porê xwe şeh kir, xwe ediland, li gund av jî tune bu, Dengiza bejî ye, em ji ava çalan, çalên di tehtan û ava baranê, sûd werdigirn, welhasil ev jî perîşaniyeke din… Di xizmeta mêvana de, amadekariya min bala bavê min kişand;

-Xêr e, te ew qasî xwe li hev aniye?

-Ez têm bajêr.

-Na, kurê min. Xizmeta mevana ku qediya, qemyonê bi rê bik û her ba heywanê xwe…

-Çima?

-Niha zû ye, ku karê havîniyê qediya ez ê kurê xwe bibim bajêr.

Tiştek, wek ku hûrikek di dilê min de şikest, dîsa heman çîrok. Girî fêde nekir, hevkar Ferecê Hemo jî pir israr kir, na! Bavê min carekê li intê siwar bûye. Go na, na ye, ez dizanim… Êêê.. Ma wisa dibe. Min li rewşa qemyonê nêrî, barkirin qediya ye. Min muawên da aliyekî, berê jî xweş-bêşa me li ba hev hebû. Min got, “ku qemyon bi rê ket, tu wer dawiyê, rajê destê min..” got, “temam” min bi destê xwe karê xwe rast kir, de çi dibe bila bibe, wele lêdana bavê min dijwar e, de bilake, ez ê herim bajêr, ez ê herim Mêrdînê… Ka ev kêf bi destê kê dikeve, ma min nakuje! Her tişt temam bû, wê qemyon ji nav erdê Mala Hemo bi rê keve, ez jî amade me û me biryara xwe anî cî, ez li ser qemyona nîska me û devê min li pişt guhên min. Bi baldarî li her tiştî û derdorê dinerim, me esirkî da rê, gava ku em gihan Deriyê Meşkîna (Deriyê Diyarbekir) roj çûbû ava û ez ji ber dîtinên xwe û kêfxweşiyê serxweş im. Her tiştî ji muawên dipirsim û ew jî qilawizê min. Ev çi lempeyên rengorengo, xweşik û bi şewq in. Bi rêz in, tew berî, ji dûr ve lempe wek stêrkan in. Muawên go, “ev elatrîk in, hê tê gelek tiştan bibînî!” îca elatrîk çi ye? Devê min ji hev, aqil tevli hev! Li Deriyê Meşkîna ên me û yên ku nîsk kirîn li hev kirin, divê ez dakevim, îca ew ê çawa be? Weke pisîkê ku di ser satila mast de hatibe girtin soromoro, çav li revê me lê ez ê bi ku ve birevim. Bavê min bi qehr û xezeb berê xwe da min, lê hevkarê (şirîkê) wî Ferec nehişt û xwe xeyidand, got;

-Lawik jê hatiye, serkeftî ye, te soz daye, îca ev çi xezeb e?

Wele bavê min aciziya xwe domand, xwe kişkişand lê wexta ku bikirên nîskan bazareke nû vekirin û gotin, “nîskan ji qemyonên danexin û rast bibin Diyarbekir, bibin Carbekir…” û perene baş dan wan, bavê min sist bû, rûyê min jî weke gul. Bavê min êdî dev bi ken e;

-Lawo wele te du caran qezenc kir, tew tê Diyarbekir jî bibînî. Tu tê yî Carbekir!

Periyê min hebûna ez ê bifiryama….

Îca bavê min ez xistim ba şifêr(Şifêr Mehelî) cem xwe, bi kêf û eşq me berê xwe da Carbekir. Lê bi qasî min fêhm dikir, rê ne xweş bû, qemyon diket kortalan, toz û ecacok radibû û meşa me jî ya kîso! Her ji bênkê em dipengizîn. Lê de va kêfa çûna bajêr ev e. Îcar bavê min qelawiz e, her tiştî ji min re ravê dike lê şev e û aqlê min li gorî zarokiya min têdigihêje, tenê min Xanka Jorî ya Jêrî fêh mkiriye, kêfa bavê min li cî û distirê, Ferecê Hemo jî ditewîne, (xweş kilam digotin, dengê wî jî xweş lê her tim nedistira, çawa be mezinê azbetê ye, divê giran be, xwe sivik neke!) Kilama Bavê Lalo di aqlê min de mabû û “de haydê kurdo yûrî…!” ev çi sewt e, ev çi gotin e lo… Lê ber bi ciwaniyê de ez ê jî bibim bengiyê “Bavê Lalo” û ez ê zû fehm bikim ku “de hayde kurdo yûrî!” çi ye?! Ez di navbera Ferec û Bavo de me, Ferec her ji bênkê şiqamek sivik li min dide, “De eferim, te li ber xwe da, va tê bêyî Carbekir. Ev jî xelata te.”

Nizam çi wextê şevê, bû çewçewa wan, her kes daket, bû çepçepa şewqên wan, pê cilên xwe paqij kirin… Ez jî ba hawayekî daketim, bala kesî ne li min! Şaşwaz im û bêhnek tîr î ne xweş li pozê min dixe, tehma devê min tirşo û qirka min bi tûjiyeke nenas dişewite. Dikim ku vereşim, hevnasîna bi bajêr re ne xweş, bi bêhngenîtî dest pê kir, na ez xerîbim. Bajar ne li gorî min e, da ka em binerin. Demek derbas bû, bavê min hê hişyar bû, bangî min kir, “de were, bimeş em herin otêlê…” Îca ‘otêl’ çi ye?

Em çûn ber avahiyeke nizam çendqat, hayho, ev çi mezinî ye, ji xwe şewqên qaşo elatrîkê têra xwe ez gêj kirime, spî-kesk-sor-zer… Min nivîsa ser xwend “Marmara Oteli- Otêla Marmaraye…” piştî bîstikekê, min fêhm kir ku ev cihê razanê ye û bi pere ye, em hilkişiyan qatê dudoyan, em hersê ketin odeyekê, cihê sê mirovan hebû, tiştek jê re digotin ‘qeryole’ em ê li ser razanan. Bavê min deriyekî ber bi derve vekir û got, “Werin balqonê, şansê te heye Aydîno, va sinema jî dixebite, ya havînî, em ê belaş lê temaşe bikin.” Balqon, sinema, temaşe… gêjiya min zêdetir bû. Ez çûm cihê ku jê re digotin, balqon-şaneşîn çi bibînim; li pêşiya me, di ser kuçeyekê re, weke ser xanî, cihekî fireh, li dawiyê perdeyeke spî heye û sî li ser dileyzîn, siya mirov, çiya, av û hwd. Way bavo… Çi çemekî xweş-boş diherike, xwezka li wir bûma, min ê têr av vexwara, çiqas tî me! (Paşê wê navê wira bibe Nîlgun sînemasi, ez ê gelek caran bibim mêvanê wira, hey emro, hey gidî dinya. Ez ê li vî bajarî Mekteba Mieliman-Oğretmen okulu û ya Mielimtiya Bîrkariyê ango Matematîkê- Enstituya Perwerdehiyê-Egitim Enstîtûsû Beşa Mat. bixwînim bibim mamoste… Dê jiyan û qedera min û Carbekir bibe yek, Carbekir wê bibe Amed, Ameda Rengîn, Ameda min) Yek diçû ser bênderê, dêran dikir, av ji şerbikekî vedixwar, diçû aş, qîzek xweşik, qey destgirtiya wî bû ji lêvan maçî dikir, tew, eyb-meyb tune ye. Nizanim, hişê min serobino bû, bavê min rave dikir lê aqlê min ranedigirt. Lê ez lê heyirî-heyran mam. Tiştekî ecêb î xweş…. Sînema, wek tiryato-tiyatro-şano lê xeyal e, sî ye… Ji wê çaxê û vir ve, heyraniya min a sinema, şano domand-didome.. ez ê jî di tiyatro-fîlman de bilîzim, bi rê ve bibim. Li malê min ew teqlîd dikirin, diya min dixeyidî, “ma tu dîn î, dîn bûyî! Hela, hela..” Bavê min ji xwendinê hez dikir, tim rojname-qezete tanî malê û min jî navê artist û fîlman li deftera xwe dinivîsî, bi ya min fîlmê pêşî ku min dît, ê vê şeve, yê Ehmet Mekîn(Ahmet Mekin) bû… niza’m çawa razam û zû bû sibê. Em çawa çûn wî cihê ku em şevê dinê lê daketibûn, nayê bîra min.

Tişta min dît, qemyon pir in, erd reşqîr e, bavê min digot, “ew riya qîrê ye, asfalt e, ev der jî Deriyê Mêrdîn ê Carbekirê ye”, bêhna şevê din zêdetir, tew ku tavê lê dixist, eyş! Himmm! Deriyê Mêrdîn-Mardin Kapısı, Cafero, Caferê Tepî bi tirkî strana vira digot, “Mardîn Kapısında vûrdûlar beni…” her der bi qîr û çewçew; yekî serrût diqîriya; “Yela yabo Mardîne…  Bîr lire, wereqe. Mardîne ustî açik makine; şifêre binmek bîr lîre, muawinê binmek îkî biçûx lire… Yela yabo Mardîn, Mardîn, wereqe, wereqe… Mêrdîn wereqe, wereqe…” Muawên jor, ser qaruserê, şifêr jî şifêr Mihelî bû… paşê li Mekteba Mieliman Eskero, Eskerê Sêwazî ew ê di tiyatro-skeçan de wek vî sîmsarî(pîşeyê serrûto sîmsarî bû, miştirî ji qemyonan re peyda dikir) bi qîriya, em jî li şifêr mehelî siwar bûn, me berê xwe da Mêrdînê, paşê jî warê xwe Dengiza.

Lê Bêhna qîrê hiş, jiyan û zanîna min pir guhert lê ez hê jî ji qîrê û bajar-bajariyê hez nakim, tiştên weke sinema, erebe û elatrîk ne tê de.

Bêhna qîrê weke bêhna mêtingeriyê, bêhna xerîb, xerîban di hişê min de rûnişt. Xerîb, nenasên ji welatên dinê, xeterî ne! Ew serdest in û serdest her tim kedxwar, xwînmij, qûnde, beradayî û serseri ne, neyarên azadiyê ne.

Wê biwêj û gotinên ku “qîr” tê de derbas bibin di hişê min de govendê bigirin;

-“Tu bûyî qîr, tu bûyî donê qîrê û bi rûyê min ketiyî, bi heft avan bişom jê naçe,” di gelek kilaman jî ev tê qîrîn.

-Donê qîrê ye , jê nare, tu qîra Şam û Helebê yî, ji yekî/a belayên jiyanê re tê gotin.

-“…ez ê herim Diyarbekira xopan ser boyaxê reşkirinê…” reşa qîrê, nepejirandin, red kirin, ji kilama Hesenê Mala Mûsa.

Hiş û zanîna min pir guherî bû.

Tiştên ku ez ê ji zarokan-sêlekan re bibêjim pir û pir in. (Bidawî bû)

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê