27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêjing – Keyhan Kelhur

Çanda Mezopotamyayê çandeke qedîm û xwedî bingeheke têr û tije ye. Parçeyek ji vê bingeha ku bingeha xwedî çanda dewlemend jî rojhilatê Kurdistanê ye. Ji muzîkê bigire heta sînema û wêjeyê di gelek beşên çand û hunerê de hunermendên serkeftî gihandîne. Belê temaşevanên hêja em ê vê hefteyê ji we re qala hunermendekî serkeftî û yê ku li ser dika cîhanê tê nasîn Keyhan Kelhur bikin.

Kelhur hunerwerekî kurd û vîrtuozekî kemançeyê ye. Stranên xwe hem bi kurdî hem jî bi fariskî distrîne.Keyhan Kelhur di sala 1963’yan de li Tehranê hatiye dinê. Di 7 saliya xwe de ji Ahmed Mohajer perwedeya bingehîn a muzîkê digire û li gel vê yekê ji gelek mamosteyan p erwerdê digire. Kemançe, sêtar û gelek amurên muzîkê lêdixe û vokalîstiyê dike. Bestekar e. Wekî zanyarê kemançeyê tê nasîn. Hîn di 13 saliya xwe de di Koroya Radyo û Televîzyona Neteweyî ya Îranê de dest bi xebatê dike. Vê pêvajo 5 salan berdewam kiriye. Di 17 saliya xwe de, di organizasyona herî girîng a bi navê Shayda Ansamblesî de ku di bin banê Navenda Çanda Chavosh de ye, dest bi xebatê dike. Kelhur di xebatên xwe de bi gelemperî muzîka klasîk a Îranê û muzîka kurdî sentez dike.

Hunermend li Roma û Ottowayê perwerdeya muzîka klasîk a rojavayî digire. Lê wexta ku perwerdeya muzîka rojavayî digire û li cîhanê jî tê nasîn, dev ji çand û koka xwe bernade. Her tim di xebatên xwe de çanda xwe derdixe pêş. Wexta ku ji Zanîngeha Carleton mezun dibe, dibe hemwelatiyê Kanadayê û piştre diçe Amerîkayê. Di dawiya salên 1990’î de bi gelek hunermendan re albumên solo amade dike. Kelhur, Muhamed Riza Shajarîan û Shahram Nazerî ku vokalîstên navdar ên Îranê ne, ji wan re kompozîtoriyê dike. Li gel vê yekê bi muzîkjenên navdar Faramarz Payvar û Hosseîn Alîzadeh re gelek caran derketiye ser dikê.

Di sala 2000’î de bi Muhammed Riza Shajarîan re albuma Night Silence Desert derxist. Ev album ji aliyê AFIM’ê ve xelata Albuma Muzîka Kevneşopiya Herî Baş a Cîhanê wergirt. Ji bo ku bi dehan hunermendên navneteweyî re bixebite di sala 2000’î de wî bangê Massachusettsê kirin. Ev proje her çû mezintir bû û bi navê Silk Road Ensemble re hat nasîn.2 berhemên wî di sala 2004’an de dibe Berbijarê Xelata Grammyê. Di 2017’an de bi hunermendê vîyolonselê Yo-Yo Ma re albumek çêdike û xelata Grammyê werdigire. Di sala 2018’an de Xelata Giyana Mirovahiyê ya Issac Stern wergirt. Di 2019’an de jî di Fuara Muzîka Womex a Cîhanî de Xelata Hunermendê Salê wergirt. Li Tehranê bi Zohreh Soltanabadî re hevdu nas dikin. Piştî hilbijartinên 2009’an a serokkomariyê ya Îranê tê protestokirin, bi Zohreh Soltanabadî re dizewice û dîsa diçe Amerîkayê. Lê piştî sala 2017’an vedigere Îranê û niha li Tehranê dijî.

Kelhur bi hunera xwe li dijî şer disekine. Di 13’yê cotmeha 2019’an de bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Serêkanî û Girê Spî dabû û konsera xwe ya li Tirkiyeyê betal kiribû. Di daxuyaniya betalkirina konsera xwe de wiha gotibû: “Kurd dikarin bi berxwedana xwe êrîşan têk bibin û hêza wan a têkbirina êrîşan jî heye.”