27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berhem Salih: Çare hilbijartinên pêşwext e

Serokê Iraqê berhem Salih da xuyakirin ku çareya bidawîanîna li krîza Iraqê hilbijartinên pêşwext e. Beriya çend rojan piştî ku Muqteda El Sedir biryar da ku bi carekê re xwe ji siyasetê vekişîne, pevçûnên dijwar di navbera alîgirên Sedir û komên alîgirên Îranê de derketin û di encamê de ji herdu aliyan 30 kes hatin kuştin. Sedir nerazîbûna xwe ji vê rewşê dabû xuyakirin û bang li alîgirên xwe kiribû ku dawî li hemû çalakî û meşên xwe bînin. Banga Sedir hinekî, aloziya Iraqê kêm kir û dawî li şer û pevçûnan hat lê rewşa siyasî ya Iraqê hê jî di krîzeke mezin de ye ji ber ku aliyên siyasî nikarin ji bo avakirina hikûmeteke nû li hev bikin.

Berhem Salih di berdewamiya daxuyaniya xwe de bang li aliyên siyasî kir û wiha got: “Hilbijartin dê ewlehiya siyasî û civakî ya ku hewcedariya herî girîng a gelê Iraqê ye, pêk bîne.” Lewre jî divê beriya lidarxistina hilbijartinan parlamentoya Iraqê were fesixkirin û li gorî destûra Iraqê ji bo fesixkirina parlamentoyê divê piraniya endamên parlamentoyê wê biryarê erê bikin.

Mustefa Kazimî: Heke alozî dewam bike ez ê istîfa bikim

Ji aliyekî din ve serokwezîrê Iraqê Mustefa El Kazimî bal kişand ser krîza siyasî û got ku heke ev alozî û krîz berdeweam bike ew dê ji peywira xwe istîfa bike. Kazimî bal kişand ser belavbûna çekan a ji derveyî kontrola dezgehên dewletê û wiha got: “Tiştê ku di van rojên dawî de qewimî û bû sedema kuştina 30 welatiyên iraqî, li ser me ferz dike ku divê çek tenê di destê dewletê de be.”