18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berhema hunermendê efrîkî; Chasm

Daniel Popper hunermendekî efrîkî ye û ew bêhtir bi berhem û enstalasyonên xwe yên mezin û fantastîk tê naskirin. Peykerên wî yên ku behsa têkiliyên çand û mirovahiyê dikin pir zû tên nasîn. Xebatên Popper li festîvalên huner û muzîkê tên nîşandan. Xebata wî ya bi navê “Chasm” (Dulêr, kendal) ku di sala 2019’an de çêkiribû hîna di rojevê de ye û dê îsal jî li festîvala “Electric Daisy Carnival” (EDC) ya Las Vegasê were nîşandan.

EDC yek ji festîvalên elektronîk yên dansê ye û festîvala herî mezin ya bakûrê Amerîka ye. Festîvala ku her sal li Las Vegasê tê lidarxistin tenê bi muzîkê re eleqedar nabe her wiha enstalasyonên hunermendan jî li festîvalê xwe nîşanî temaşevanan didin. Xebatên li vir tên nîşandan bêhtir fantastîk in. Xebata “Chasm” ya Popper jî yek ji van enstalasyonên fantastîk e. Bi qasî 24 metre dirêje e û serê jineke ku dibe du şeq nîşan dide. Lê rûyê ku dibe du şeq bi demiran ve bi hev ve daniye. Peykerê Popper ji hêla hunermendê AA-Ron û hevalên wî ve bi grafîtîyê hatiye pêşxistin û garfîtî jî le ser peyker hatiye zêdekirin.

Ev xebata Popper îlhama xwe ji şikestinên nav civakê digire. Ji ber wê jî wî navê “Dulêr” li xebata xwe kiriye.

Peykerê Popper metaforeke ji bo têkiliyên di navbera çand û mirovan de. Wî xwestiye girêdana di navbera çand û mirovan de nîşan bide. Di 20’ê Gulana 2022’an de ev peyker dê li festîvala EDC dîsa were nîşandan û heya 2023’an li wir bîmîne.

Çavkanî:Yenî Ozgur Polîtîka