4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên ji Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê serdana Spanyayê kirin

Jinên ji Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê çend roj berê serdana Spanyayê, herêmên Katalonya û Baskê kir.Berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Narîman Evdikê têkildarî mijarê bi ANF’ê re axivî. Narîman Evdikê diyar kir ku şandeya wan a ji 3 jinan pêk dihat, bi vexwendina Şaredariya bajarê Dorango, Parlamenta Katalonya û Baskê derbasî bajarê Dorangoyê yê Spanyayê bû.

Narîman Evdikê anî ziman ku destpêkê ew derbasî herêma Baskê bûn, beşdarî pêşangeheke pirtûkan bû û got, di wê pêşangeyê de berhemên li ser Rojava û berxwedana Kobanê yên bi zimanê Baskê hatibûn wergerandin hatin nîşandan.

Narîman Evdikê anî ziman ku piştre derbasî Katalonya û Madrîdê bûn û got, “Li her sê herêman jî bi nûnerên partiyan û parlamenteran, endamên desteyên çandî, zanîngehan re hevdîtin kirin. Ji bo danasîna berhemên Rojava li derveyî welat, ev gaveke baş bû.”

Serdaneke girîng bû

Berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wan di serdan û hevdîtinê de qala pergala rêveberiya xweser kirine ku gelên herêmê hemûyan di nava xwe de vedihewîne û diparêze. Narîman Evdikê got, “Ev serdan ji bo me jinan her wiha xwedî wateyeke cuda bû. Bi vê şandeyê re jî hat nîşandan û ispatkirin ku jin nûnertiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dikin.

Li Katalonyayê di hevdîtinan de hat xwestin, ku piştî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Katalonyayê ve bi fermî hat naşi. Êdî gavên nû di vê çarçoveyê de bêne avêtin. Her wiha li Madrîd û herêma Baskê jî di hemû hevdîtinan de me xwest ku li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabin û Rêveberiya Xweser nas bikin. Nameya Komîteya Penaberên Serêkaniyê jî radestî parlament û saziyên mafên mirovan hate kirin.”

Narîman Evdikê diyar kir ku çapemeniya Spanyayê jî şandeya wan ji nêz ve şopand û rojane cih dan serdana wan.

Çanda Rojava dan nasîn

Hevseroka Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Rewda Hesen jî bal kişand ser mijarên di hevdîtinan de hatin nirxandin û got, “Bi Desteya Çandê ya Herêma Baskê û Şaredariya Dorango re hevdîtin hate kirin. Di hevdîtinê de pergala Desteya Çandê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan nasîn. Ji bo projeyên xwendina bilind a têkildarî muzîk, sînema û şano ya li Rojava, li ser girîngiya hevkariya navbera herêman hat rawestîn.”

Rewda Hesen diyar kir ku li Parlamentên Madrîd û Baskê jî di hevdîtinan de rewşa siyasî û aborî ya herêmê, her wiha dagirkeriya dewleta tirk nirxandin û ji rêveberiya Spanyayê hate xwestin ku çekan nefiroşe dewleta Tirk. Ji ber ku li herêmê li dijî sivîlan bi kar tîne.

Rewda Hesen anî ziman ku di serdanê de her wiha hevdîtin bi berpirsyarên PEN a yekîtiya nivîskaran re hat kirin  ji wan hatiye xwestin ku  di navbera rewşenbîrên Rojava û yên Spanyayê de pireke têkiliyê bê avakirin.