27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ozgokçe: Ji bo rewşa Aysel Tugluk me ji CPT re nivîsî

Siyasetmedar Aysel Tugluk 5 sal in li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Kandirayê ya Kocaeliyê tê girtin. Tugluk a ku 10 sal ceza lê hatiye birîn pirsgirêkên tenduristiyê dijî û du sal in jî teşhîsa demansê lê hat danîn. Rewşa wê roj bi roj girantir dibe. Tevî rapora ku SaziyaTipa Edlî (ATK) ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî,  ATK’a Stenbolê berovajî vê rapor da û got ‘dikare di girtîgehê de bimîne’. Li hember vê bi hezaran jinî bertek nîşan dan û kampanya pêk anîn. Herî dawî bi sernavê ‘Ji bo Aysel Tugluk 1000 jin’ kampanya hat destpêkirin û jinan azadiya Ayselê xwestin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm tayînê şûna wê hatiye kirin parêzer Bedîa Ozgokçe, der barê rewşa Aysel Tugluk , êrîşên li hember wê û kampanyaya tê meşandin de axivî.

Bedîa Ozgokçe bi lêv kir ku Aysel Tugluk di xebatên Wanê yên Tevgera Civaka Demokratîk (DTH) û Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de nas kiriye û got Ayselê profîla jineke xurt e û wiha nirxand: “Di asta avakirina DTP’ê de hevserokatî hat îlankirin. Aysel yekemîn damezrînera jin û hevseroka wê bû. Wê demê hevserokatî baş nehatibû fêmkirin lê Ayselê di têkoşîn û şîdeta li hember jinan de nîşaneya pêngava samîmî bû. Dema parlamentera Wanê hat hilbijartin, ji me nêrîn digirt. Wê demê li Wanê nû saziyên jinan û kooperatîf dihatin vekirin. Tugluk li nêrîna siyasî mêze nedikir û hewl dida jinan di nokteya hevpar de bîne gel hev û digot wê bandorek erênî li pêvajoya qanûnî bê kirin.”

Hedef hevserokatî bû

Ozgokçe destnîşan kir ku Aysel Tugluk ji ber gelek sedeman hedef tê girtin û wiha got: “Aysel hevserokek damezrîner e. Hedefa hikûmetê ya herî mezin hevserokatî ye. Ji endamtiya rêxistinê doz tê vekirin. Ev hem êrîşa li hember bernameya partiyê û hem jî li dijî pergala hevserokatiyê ye. Bi vî awayî li ser Ayselê ji kurdan tol tê girtin.”

‘Girtîgeh bûne malên mirinê’

Bedîa Ozgokçe balkişand ser rewşa girtîgehên Tirkiyeyê û ev tişt got: “Li girtîgehan binpêkirinên mafan ên mezin tên jiyîn. AKP’ê îdia kir ku ‘ji îşkenceyê re sifir tolerans’heye lê di 7 salên dawî de li hember HDP û kurdan êrîşên cidî û cezayên mezin hene. Em di pêvajoyek tarî de derbas dibin. Dewlet heman dewlet e. Di pêvajoya pandemiyê de pêkanînên rejîma înfazê girantir bûne. Bi awayên kêfî mirov tên girtin û girtîgeh bûne malên mirinê.”

Hevşaredara berê Ozgokçe balkişand ser piştevaniya jinan a ji bo Aysel Tugluk û got jinên li surgunê ji bo berdana Ayselê gelek xebatan dimeşînin wiha rave kir: “Me di demên dawî de wek siyasetmedarên jin metneke çapemeniyê amade kir. Me ji çapemeniya Ewropa û Tirkiyeyê re aşkera kir. Me banga kampanyayê, piştevaniyê kir. Wê di vî alî de gelek kampanya hebin. Bi nameyekê rewşa Ayselê îzah kir. Me rewşa girtiyên nexweş ên siyasetmedarên kurd vegot. Me ji parlamentoyên eyalet û parlamentoya dewletê ya Elmanyayê re ragîhand û me randevu girtin.”

 ‘Me ji CPT re name şand’

Bedîa Ozgokçe destnîşan kir ku name ji saziyên Konseya Ewropa û parlamentoya Ewropayê re şandin û daxwaza randevuyê kirine. Ozgokçe wiha doman: “Ji Komîteya Şopandina Konseya Ewropayê re nameyek berfireh şand. Em dixwazin bi van saziyan re hevdîtina rû bi rû bikin. Me ji Komîseriya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê re nivîsî. Me ji parlamenteran xwest ku bi pêşnûmepirsan rewşa girtiyên nexweş di rojevê de bihêlin. Me ji CPT’yê re nivîsî. Me xwest CPT bê Tirkiyeyê û di vê mijarê de em hevdîtinekê bikin. Me banga kampanyayan li Rêxistina Maf a Navneteweyî kir. Me ji Doktorên Sînornenas re name şand. Me ji çapemeniya Ewropa û cîhanê re nivîsî. Me ji Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê daxwaza hevdîtinê kir. Di 24’ê Çileyê de wê civînên Konseya Ewropayê dest pê bikin. Ger ku şertên fîzîkî yên civînê pêk bên em hedef dikin ku bi heyeta xwe re li wir civînekê bikin. Şertên pandemiyê astengiyê bikin jî em ê bi name, onlîneyê xebatên xwe bimeşînin.”

Çavkanî: JINNEWS