4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê kurd xwedî li doza Dedeogullari derkevin’

Di 30’ê tîrmeha 2021’ê de li navçeya Meram a Konyayê ji malbata Dedeogullari ya kurd ya ji Qersê 4 jê jin 7 kes di êrîşa nîjadperest ya Mehmet Altun de hatin qetiklirin. Di 12’yê gulanê de malbatên Keleş û Çalik li hember malbata Dedeogullari êrîşa nîjadperest pêk anîbûn û ji ber tedbîr nehatibû girtin, komkujî pêk hat. Xizmên malbata Dedeogullari her tim diyar dikin ku lêpirsînek bi bandor nehatiye meşandin û malbat ji ber ku  kurd bûn hatin qetilkirin.

Yek ji çar jinên hatin qetilkirin dayik Îpek Dedeogullari bû. Xwişka wê Turkan Rifatoglu, têkildarî xwîka xwe ji JINNEWS’ê re axivî.

Îpek Dedeogulları di sala 1964’an de li Agiriyê yek 10 zarokên malbatekê hat dinê. Zarokatiya wê li Agiriyê derbas dibe û di temenê biçûk de tê zewicandin û li Qersê bicih dibe. Piştre ji ber hinek pirsgirêkan di 1989’an de koçî Konyayê dikin. Îpek heta roja komkujî hat jiyîn jî li Konyayê jiyana xwe domand

Turkan Rıfatoglu diyar kir ku xwişka wê jinek gelek rûken bûye û zirara wê nedigihişt tu kesî. Turkanê da zanîn ku têkiliya wê û xwişka wê gelek xurt bûye û her roj diçûn gel hev û her tim li malên hev bûn. Turkanê daxuyand ku rojekê dîsa dema li mala wan bûye, cîranên wan yê ulkucu Keleş ew tehdîd kirine û di 12’yê gulanê de jî êrîş kiriye. Turkanê wiha vegot: “Xwişka min got ‘Em bi şev êdî radizan ji derve deng hat. Me fêm nekir ku çiye. Em derketin derve me mêze kir ku dora kurê min Bariş girtine û lê dixin.’”

‘Têkiliya wê bi cîranan re baş bû’

Rıfatoglu bi lêv kir ku wê gelek bêriya xwîşka xwe kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îpek jinek hêja û baş bû. Her kesî ew wisa nas kir. Jinên taxê ew wisa nas dikirin. Di halê xwe de bû. Zirara wê ji kesî re tunebû. Têkiliya wê bi cîranan re baş bû. Dihat diçû. Rez û baxçeyên wan hebûn. Fêkî kom dikir. Sewalên wê hebûn. Ji wan gelek hez dikir. Dema xwe bi giştî li nav rez û baxçe derbas kir.”

Xwîşka Îpek Dedeogullari Turkan Rıfatoglu hêrsa xwe ya li dijî komkujiyê bi van gotinan anî ziman: “Xwişka min tu car ji hişê min naçe. Sohbetên me, li baxçe runiştina me tê bîra min. Her tim dikeniya. Ev nayên jibîrkirin. Em tu car wan jibîr nakin. Windakirina 7 nifûsî ne hêsane. Zarokên wê nav destê min de mezin bûn. Min gelek ji wan hez dikir. Navbera wan û cîranên wan yên Tirk ya Keleş ne baş bû. Wan jî ji kurdan hez nedikirin. Her tim ji xwişka min wan re digotin ‘Em ê we ji vir rakin’. Piştre jî agir berdan mala wan. Em edeletê dixwazin.”

Turkanê herî dawî banga xwedîderketina li dozê kir û got di serî de kurd divê xwedî li vê dozê derkevin û salona runiştinê tije bikin.