26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berhemên ruhê xwebûnê -3: Mîr Bedirxan

Cizîra Botan…Herêmeke bêhempa. Herêmeke qedîm, xelata Mezopotamyayê, strîngeha keştiya pêxamberan, navenda evînên giranbuha, welatê Mem û Zînên nemir û dildarê Dîjleyê…

Li ser çemê Dîjleyê jî cotek çavreş ên xort, jîr, zana, wêrek û qelender; ortekî aborînas, sîyasetmedar, rêzdar û xwedan fikrên nû û pêşketî; xortekî dildarê welatê xwe û evîndarê Mezra Botan: Mîr Bedirxan…

Mîr Bedirxan, di sala 1803’yan de li Cizîrê tê dinê. Kurê Mîr Evdilla ye. Hê di zaroktiya xwe de ruhê pêşengiyê di kesayeta xwe de dihewîne. Jixwe Mîrtiyê jî, ji çelengiya kekê xwe yê mezin digire. Ya rast kekê wî Salih beg, ji bo mîrtiyê xwe têr nabîne û bi rûspiyên eşîrê dişêwire û birayê xwe Mîr Bedirxanî layiqê Mîrtiya Botanê dibîne û dide wî.

Mîr Bedirxan di pêvajoyeke qeyran û aloziyê de  derbasî mîrtiyê dibe. Alozî him di nav civak û eşîran de heye him jî di navbera mîrtî û hikûmeta Osmaniyan de heye. Mîr Bedirxan hê pir ciwan e. Hêza wî ya çareserkirina pirsgirêkên navxweyî û derve, wê gavê nîn e. Lê di nav demeke kurt de bi pêngavên encamgir  yek bi yek pirsgirêkan çareser dike. Ji aboriyê hetanî perwerdeyê; ji çandiniyê hetanî bazirganiyê; ji leşkeriyê hetanî siyaseta giştî, bi politikayên rast, durist û biedalet pêşketineke mezin çêdike û him di nav tevahiya welat de him jî di qada navneteweyî de deng dide. Ji zarokên welêt hetanî mezinên derveyî welêt, hezkirin û rêzdariyeke mezin dibîne. Ên bêwar û bêwelat mane, xwe diavêjin Botanê. Ên di bin zilm û zordariyê de ne, xwe dispêrin Mîr Bedirxan. Hemû ol, bîr û bawerî û netewe, xwe bi reng û dengê xwe ve bi awayekî azad, li Botanê û di rêveberiya Mîr de dikarin bijîn. Cizîra Botan û qadên Mîr Bedirxan, di nav çend salan de dibe cihê herî ewle, cihê herî pêşketî, cihê herî navdar. Her wiha, lêkolîner û nivîskarê Rus V. Dittel, di nivîsa xwe ya sala 1843’an de ji bo Mîr Bedirxan, wek pêşeng û rêberekî herî zana, pêşketî, biedalet û rêzdar; ji Botanê jî wekî cihekî herî ewle, xweş, binîzam û bipergal behs dike.

Mîr Bedirxan, bi pirsgirêkên kurdan û sedema têkçûna serhildanan jî baş dizane. Ji ber vê yekê giraniya xebatên xwe dide ser aborî û qeyrana navxweyî. Ji bo aboriya xweser û serbixwe gelek xebat dide destpêkirin. Di karê çandinî û cotkariyê de plansaziyekê çêdike. Bacê li gor pêdivî û dewlemendiyê saz dike. Li ser gola Wanê, ji bo kargiriya keştiyan xebatekê dide destpêkirin û rêya bazirganiya li welêt berfireh dike. Dewlemendiya bin axê jî derdixe holê û karê madenê bi pêş dixe û hêdî hêdî fabrikayan ava dike. Him ji bo kargirî û karmendiya keştiyan him jî ji bo çêkirina çek û barûdê gelek xwendekar jî dişîne Ewropayê. Di her alî de pêşketinên bingehîn û modern pêk tîne. Li aliyê din jî, ji bo aloziyên navxweyî, bi eşîr, civak û bajarên dûr re jî têkiliyên baş bi pêş dixe. Ji bo yekitiya neteweyî tifaqên xurt çêdike û bi esaleta xwe û tevgerên xwe yên bipîvan, bi exlaq û bi edaletê jî qebûlî û rêzdariyeke mezin dibîne. Piştî evqas geşedanan Mîr Bedirxan êdî ne tenê Mîrê eşîr û Botanê ye, di heman demê de pêşeng û pêşawayê tevahiya welat û kurdan e.

Di vê pêvajoyê de rewşa hikûmeta Osmaniyan jî ne baş e. Bi rûsan û Misirê re şer li ber derî ye. Osmanî, ji bo xurtkirina hêza xwe, polîtikayên navendparêzî demek dirêj e kirine meriyetê. Eşîr, xweserî û otonomiyan belav dikin û dixwazin hemû hêzên leşkerî û aboriyê di navenda hikûmetê de kom bikin. Wek her carê, ji ber paşveçûyîna xwe, vergî, leşker û îtaet zêde ji kurdan dixwazin. Mîr Bedirxan jî ji bo xebatên wî asteng nebin, ji bo cara dawiyê leşker ji hikûmetê re dişîne.

Di sala 1839’ an de artêşa Osmaniyan û Misirê tên beramberî hev. Leşkerên Mîr jî li aliyê Osmaniyan in lê artêşa Osmanî li hember hêza Misirê têk diçe. Mîr Bedirxan jî leşkerên xwe paşve dikişîne tîne Amedê bi cih dike. Piştî têkçûna Osmaniyan, Mîr Bedirxan biryara xwe ya leşkerneşandinê û nedayîna bacê ji hikûmetê re radigîhîne. Mîr Bedirxan ji bo azadiya welatê xwe agahî dişîne her derê. Di vê navbêrê de bi fesadiya îngilîzan, Nastûriyên Colemêrgê Mîrtî û serxwebûna Mîr Bedirxan nasnakin û di navbera Mîr û Nastûriyan de şerekî dijwar diqewime. Nastûrî zaiyateke mezin didin û paşve gav diavêjin lê dewletên Ewropayê vê yekê dikin hincet û ji bo kuştina Bedirxaniyan nîşe didin hikûmeta Osmaniyan.

Mîr Bedirxan jî xebatên xwe yên demdirêj gelek pêş xistiye. Ji bo yekitiya neteweyî tifaqên berfireh çêkiriye. Hikûmeta Osmaniyan jî naxwaze bi artêşa Mîr Bedirxan re şer bike. Gelek caran elçî dişîne gel Mîr Bedirxan lê belê biryar û armanca Mîr zelal e. Her tişt ji bo azadî, serxwebûn û berhema ruhê xwebûnê amade ye. Osmanî dixwazin tifaqa kurdan ji hev bixin û parçe bikin lê têrê nake. Mîr Bedirxan ser navê xwe pere derdixe, xutbe dide xwendin û qada serxwebûnê ji Mûsil, Rewanduz, Sebleh û Wanê, hetanê girê Sor, Wêranşar, Sêrt û Şengalê fireh û mezin dike.

Li ser evqas geşedanan Osmanî, di meha hezîrana 1847’an de bi artêşên mezin, du-sê aliyan de ber bi Kurdistanê ve dimeşin. Îngilîz jî cî bi cî alîkariyê didin Osmaniyan. Lê dîsa jî li gelek cihî bi artêşa kurdan nikarin û têk diçin. Li Wan, Amed, Sêrtê şervanên kurd dîrokekê dinivîsin. Mîr Bedirxan jî bi jîrî, wêrekî û jêhatîbûna xwe kel bi kel digere û şer dike. Heybeta wî sekna wî û awirên wî yên bi hêvî û tijî îrade, ruh û bawerî dide şervanan. Paşayên Osmaniyan jî ji bo hêzên xwe xurt bikin bi fitne û fesadiyê, bi pereyan û bi statuyên şexsî hinek mezin û pêşengên eşîran dixapînin. Di şerekî pir mezin de biraziyê Mîr Bedirxan, Yêzdanşêr (Îzzettîn) ji bo îqtîdar û berjewendiya xwe ya şexsî, bi soza walîtiya tevahiya Kurdistanê, ber bi îxanetê ve diçe û bi lêşkerên xwe ve tev li artêşa Osmaniyan dibe û li hemberî apê xwe û li hemberî azadiya welatê xwe şer dike. Yêzdanşêr bi artêşa Osmaniyan re dikeve Cizîrê lê Mîr Bedirxan ronahiya çavên xwe ji wan re nahêle û careke din bajarê Cizîrê ji destên wan rizgar dike. Hêzên Mîr Bedirxan hêdî hêdî lewaz dibin û di demeke kurt de gelek bajar ji dest derdikevin. Mîr Bedirxan bi malbat û leşkerên xwe yên mayî re derbasî kela Dihê dibe. Li vir jî berxwedaneke mezin dide. Nêzî du mehan kela Dihê him dorpêçkirî him jî di bin bombeyên taybet de dimîne. Mîr Bedirxan û koma wî bêerzaq û bêçek dimîne û bêçare teslîmê Osmaniyan dibe.

Piştî serhildan û şerê Mîr Bedirxan, tevahiya malbata Bedirxaniyan mişextê Stenbolê dibin. Piştre jî bi polîtîkayên tecrîdê Mîr Bedirxan mişextî girava Gîrîtê tê kirin. Demên xwe yên dawiyê jî, li ser xwesteka xwe li Şamê derbas dike. Her çiqas ji welêt dûr mabe jî, dizane ku şoreşa ewil di jiyan û kesayeta mirovan de dest pê dike. Ji ber vê yekê zarok, heval û hogirên xwe her tim bi kurdewariyê mezin dike da ku ruhê azadiyê her zindî be.

Agirê serhildan û şerê Mîr Bedirxan li vir naqede. Jîndarkirina ruhê azadiyê, bi tevgera Mîr Bedirxan ve xwe digihîne asteke bilind. Êdî, di her kêliya jiyana kurdan de tu tiştek wekî berê nabe. Ruhê xwebûnê her roj pîvana xwe mezin dike û di her beşa jiyan û cîvakê de xwe nîşan dide. Serhildanên Bedirxaniyan dê bidomin…