26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di navbera hunermedî û dînîtiyê de

Nivîskar û şêwekar Fewzî Bîlge heta niha 6 pîrtûkên çîrokan, 2 pirtûkên helbestan û romanek nivîsandine û çap kirine. Li kêleka nivîskariya xwe, di warê xêzkariyê de jî bi tabloyên xwe yên bedew derdikeve ser dika şêwekariyê. Me xwest der barê kar û xebatên wî de vê hevpeyvînê bikin.

Fewzî Bîlge bêtir xwe li ku dibîne û di kîjan hembêzê de xwe rihetir hîs dike; di hembêza çîrok, roman, helbest an jî di cîhana rengan a şêwekariyê de? Tu dikarî ji kerema xwe hinekî behsa vê azmûna xwe ya di nav vê cîhana rengîn de bikî?

Bawer nakim dilbijokî be. Bêtir ji hezkirinê ye tu dibêjî qey ez xwe di hembêza hemûyan de dibînim lê ya ji bo min ku ez qet nikarim dev jê berdim, ya jêneger wênesazî ye. Min morîka şîn daye gişan lê dibê qey ez herî pir ji wê hez dikim. Ne xem e ew ji bo min kêfxweşî û pêşketinek e.

Ez texmîn dikim ku tu gelek caran sûdê ji vê yekê werdigirî û carnan mijara helbesteke xwe dikî tabloyekê an jî gelo berevajî jî dibe; yanî bi gotineke din mirov dikare bêje bi piranî li ba Fewzî Bîlge pêşî helbest dibe tablo an tablo dibe helbest?

Wekî tê zanîn hemû beşên hunerê hem hevdu hem hunermendan xurt dikin. Hemû beşên hunerê bedew in û gava hemû bedewî li cihekî bicivin, ew cî an jî kes te bivê nevê bedewtir dike. Nizanim çiqas rast e lê ez wiha dinirxînim.

Ji loma, carnan wêneyekî min vediguheze helbestekê, an jî  carnan çîrokek  vediguheze wêneyekî. Encam çi be ez bi wê rewşê qayil im.

Ez bala xwe didim te piranî tu di qorziyeke xalî û bêdeng  de karê xwe dikî. Hema bêje ji gava me hev naskiriye her tim torfelaqî em li hev rast hatine?

Rast e hevalê hêja. Gelek kes dibêjin tu mirovekî veşartî yî. Dibêjin ne ji berhemên te be haya kesekî ji te çênabe û em ê qet ji te haydar nebin. Ma ya girîng jî ne ew e ku mirov bikaribe berheman biafirîne; ma dengê defê ji dûr ve ne xweştir e! Ez di mijara zemên de pir çikûs im; dibêjim qey loma zemanê xwe bêtir li xwe xerç dikim, ji xwe re hiltînim. Ez ji çikûsan hez nakim lê çikûsiyên wiha jî diparêzim. Dizanim ger ez xwe bi tenê nehêlim nikarim li ser berhemên xwe bixebitim. Di ciwaniya xwe de min piraniya zemanê xwe dida mirovan û anha êdî ewqas zemanê min nemaye. Jixwe min têra xwe li wan belav kir, ew bese. Ji bo ku ez bigihêm xeyalên xwe mecbûr im jiyaneke wiha bipejrînim. Xeyalên min pir in û hîn negihiştime gelekan.

Dibêjim qey tu jî mirovekî pir mijûl î û ji bo min jî girîng e. Salê mehê carekê be jî em torfelaqî li hev rast tên lê di wê baweriyê de me ku em hinekî hev dişopînin û ji hevdu haydar in.

Wekî tê bîra min li Êlihê hin şagirtên te yên şêwekariyê hebûn. Ew xebat giha çi astê û haya te ji wan şagirtên te heye, tu dikarî hinekî behsa wê xebatê bikî?

Di sala 2000’an de li Êlihê kargeha min a hunera şêwekariyê hebû. Piştî çend salan me dest bi xebatên wêjeyî jî kir. Min her du beş bi hev re meşandin. Ew kargeh nêzî 15 salan xebatên xwe domandin. Di vê kargehê de gelek wênesaz û wêjevan gihan. Hinek ji wan jî niha bi nav û deng bûne. Li gorî min girîngiya vê kargehê ew bû ku cara yekem li bajarekî kurdan 15 salan bi zimanê kurdî perwerdeya wêje û wêneyî hat dayîn. Ew kargeh bandorek mezin li wî bajarî û heta li bajarên me yên din jî kir.

Wekî mînak; gelek komên xwendinê, maseyên wêje û hunerê çêbûn û hinek hîn jî xebatên xwe didomînin.

Ez gelek kêfxweş im ku min 15 salên xwe da wî bajarî û kir ku gelek hunermendên ciwan derên holê.

Di vê kargehê de zimanê hunerê û şêwekarî bi pêş ket û ew jî li gor min pir girîng e.

Piştî 15 salan xebatên wê bi dawî bûn. Ew pêvajoyeke girîng e bo huner û şêwekariya kurdan.

Mesela Dêrika çiyayê Mazî çi ye? Navçeyeke ewqas biçûk bi qasî bajarekî mezin nivîskarên wê hene. Çima ew jî wek Amûda Binxetê hem bi dînên xwe, hem bi çêrên xwe û hem bi hejmara zêde ya nivîskarên xwe bi nav û deng e?

Dêrika çiyayê Mazî bajarekî pir kevnar e û xwedî çand û dîrokeke pir xurt e. Dibêjim qey sedem jê ev e ku hunermendên baş û kesayetên girîng lê digihên. Bi awayekî din jî dînên wî jî wekî te gotî bi qasî yên Amûda Binxetê pir in. Ez dibêm di navbera dînîtî û hunermendiyê de nuanseke biçûk heye. Yên ku dîn nebûne hunermend mane, yanî bûne hunermend. Dînîtî û hunermendî du tiştên pir nêzî hevdu ne. Weke ku te got; li Dêrikê û mirov bibêje li herêma Mêrdînê rastir e. Gelek hunermendên baş lê gihane û sedemên wê yekê pir in lê yek ji sedemên herî girîng, ew herêm dest ji çi berde ew dev ji zimanê xwe bernade ango dev ji çanda xwe bernade. Nivîskarî yekser bi ziman ve girêdayî ye. Herêmeke ku zimanê xwe bi kar neyne wê çawa bikaribe wêjeyeke baş biafirîne.

Wê çawa zimanekî argoya wî xurt, her tiştê wî xurt peyda bike. Nivîskariya vê herêmê bi zimên bi pêş ketiye.

Gava zimanek bi pêş bikeve jixweber fikir û raman û hemû teyisînên aqil bi pêş dikevin.

Tu rewşa şêwekariyê ya li Bakur çawa dibînî û bi giştî di nav kurdan de?

Rewşa şêwekariya kurdan roj bi roj pêşdetir diçe. Li gorî min di asteke baş de ye.

Bi taybetî van demên dawî ez navê gelek wênesazên ciwan û jêhatî dibihîzim. Wêne û wênesazî ji ber gelek sedemên dîrokî, civakî û olî hetanî salên 90’î pir hejar bûn lê niha rewş ne xirab e. Ciwanên nû hêviyê didin me ku siberoj wê pir baştir bibe.

Heke rewşa siyasî yanî pirsgirêkên siyasî çareser bibin, wê huner û hunermend bêtir zemînê bibînin ku pêşdetir biçin.

Wêne û wênesazî her diçe xwe li ser vê xakê dide hezkirin. Hezkiriyên wêneya pir in lê weke ku min got; divê pirsgirêkên siyasî bên çareserkirin. Wê demê wê bê dîtin ku kurd çiqasî ji wêneyan ji peykeran hez dikin.

Wekî em dizanin têkildarî û elaqeya xelkê me zêde bi vê hunerê re tune. Tu ewqas tabloyan çêdikî û ez dizanim ku alav û boyaxên xêzkirinê jî gelekî buha ne, gelo hatineke ku têra lêçûnên te bike heye an jî tu çawa dikarî berdewam bikî û lêçûnên xwe çawa peyda dikî?

Mijara ku ez qet naxwazim qala wê bikim mesela pera ye. Bela ku pir ji wêne û wênesaziyê hez dikim ez tiştên wiha qet nafikirim. Hezkirin girîng e. Ma gava şervanek şer dike dibêje gelo hûn ê çiqas pere bidin min. Na, ji bo wî şervanî ya herî girîng hezkirin e, hezkirina welatê wî ye û dikare ji bo tiştê jê hez dike bimire jî.

Ez jî ji welat û zimanê xwe hez dikim û bi kêf bi vî karê xwe re mijûl dibim. Ew kêfxweşî besî min e. Wekî din jî dikarim bêjim ku tenê li bajarê Amedê 5 hezar xaniyên min hene bi gotineke din her tabloyek xwe bi xaniyekî nadim. Lewre ez gelekî dewlemend im.

Çi xebatên te yên nû hene; çi di warê nivîsê de çi di warê şêwekariyê de?

Wekî ku tu jî dizanî di van demên dawiyê de, min bêtir kesayetên ku ji wan hez dikim, kesayetên girîng wekî portre xêz dikim û parve dikim.

Romaneke min a bi navê Qijalk wê di demeke nêz de li weşanxaneya Lîsê çap bibe. Çend roman, çîrok û helbestên min ên amade hene ew jî li hêviya çapê ne. Wekî din jî ez niha li ser ferhenga biwêjên hunerê dixebitim û bawer im ew jî dê di demeke nêz de amade be.

Fewzî Bîlge kî ye?

Fewzî Bîlge di sala 1962’an de li Dêrika Mêrdînê hatiye dinyayê. Malbatê bi çêbûna wî re koçî Qoserê kiriye û wî heya lîseyê qedandiye li vir jiyaye. Piştî wê malbata wî koçî Stenbolê kiriye û wî li wir bêtir guh daye hunera şêwekariyê. Berê li Stenbolê gelek pêşangeh li dar xistine; piştre li bajarên Edene, Antalya, Îzmîr, Amed, Mêrdîn, Batmanê û piştre jî li Almanyayê li bajarê Selê. Ji aliyekî din ve Bîlge di warê nivîskariyê de jî gelek çalak xebitiye û heta niha 9 pirtûkên helbest, çîrok û roman nivîsandine.