26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Elewî li dijî projeya rantê bibertek in

Li bakurê Kurdistanê deverên dîrokî û pîroz di hedefa dewletê de ne. Ji hêla dewletê ve di bin navên cuda de mudaxaleyî van deveran tê kirin û tên talankirin. Navçeya Heskîfê ya Êlihê ku xwedî dîrokeke 12 hezar salan bû, bi vê polîtîkayê di bin ava Bendava Ilisûyê de hat hiştin. Dîsa navçeya dîrokî Sûra Amedê beşeke wê ya mezin hat hilweşandin û di bin navê nûkirinê de pêşkêşî kesên nêzî dewletê hat kirin.

Niha jî Çaviyên Çemê Mûnzûrê di bin navê turîzmê de di hedefa delwetê de ne. Çaviyên Mûnzûrê weke ku ji navê wan jî diyar e, çavkaniyên destpêka çemê Mûnzûrê ne. Çemê Mûnzûrê li Dersimê di nav geliyekî kûr û dirêj de diherike û ji aliyê elewiyan ve pîroz tê qebûlkirin. Li gel pîrozî û nerazîbûnên elewiyan jî dewletê heta niha li ser vî çemî bendavên enerjiyê çêkirine û nirxên baweriya elewetiyê binpê kirine.

Her tişt bibe bipere

Weke ku ev ne bes be, niha jî ji bo rantê dixwaze mudaxaleyî çaviyên çem bixwe bike. Ji bo mudaxaleyê walîtiya Dêrsimê, projeyeke sererastkirina çaviyan amade kiriye. Pîroziya elewiyan weke “qirêjî” hatiye qebûlkirin û ji bo vê jî armanca projeyê weke “tunekirina qirêjiya dîmenan” hatiye diyarkirin. Li gorî projeyê wê hinek pir, otoparq, ciyê kampan, pez serjêkirinê û seyranê bên çêkirin. Wê têketina çaviyan jî bibe bi pere.

Çaviyên Mûnzûrê li navçeya Pulur a Dersimê ne. Li herêma çaviyan 40 çavî hene û bi xweşikahiya ya xwezayî balê dikişînin. Çavî ji bo geşt û guzariya Dêrsimê jî gelekî girîng in. Di mehên havîn û payîzê de bi hezaran kes ji bo seyranê diçin çaviyan û rojên xweş li vir derbas dikin. Ji ber ku hemû tiştên heyî xwezayî ne ger û geşta li vir niha bêpere ye lê heke proje pêk were dê êdî kes bi hêsanî nikaribe bê van çaviyan.

Cem gerandin

Hemû sazî û rêxistinên elewiyan ên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî projeya ku tê xwestin li çaviyan bê çêkirin. Di nav hefteyê de bi dehan sazî û rêxistinên elewiyan li dijî projeyê daxuyanî dan. Sazî û rexistinan di daxuyaniyên xwe de destnîşan kir ku çavî ji bo wan ziyaret in û ne cihê rantê ne. Rêxistinan bang li desthilata AKP’ê kir ku destê xwe ji çaviyên wan vekişîne û ji baweriya elewiyan re rêz bigire.

Tevî van daxuyanî û nerazîbûnan jî kemçe û makîneyên kar ên giran bi maşîneyên zirxî re ketin herêma çaviyan û bi dest talanê kirin. Welatiyên elewî yên li herêma piştî vê yekê çûn çaviyan û li dijî projeyê cem gerandin. Welatiyan piştî cemê li dijî projeyê dia kirin û xwestin ku navenda wan a pîroz ji bo bazirganiyê neyê talankirin.