5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bernameya 8’ê Adarê hat eşkerekirin

TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê wê îsal di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê de li 11 bajarên ku erdhej pêk hatî bi jinan re bicivin

Bernameya 8’ê Adarê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar bû. Bernameyên 8’ê Adarê dê li 11 bajarên ku ji erdheja Mereşê bi bandorbûyî pêk bê.

TJA di 25’ê sibatê de bi dirûşma “Hevgirtina jinê dide jiyîn”, Meclîsa Jinan a HDP’ê jî di 26’ê sibatê de bi dirûşma “Em ne tenê ne bi hev re ne, Jin jiyan azadî” starta 8’ê Adarê dan û bernameya xwe ya çalakiyan aşkera kirin.

Bernameya çalakiyan a 8’ê Adarê wiha ye: 

Jinên TJA’yî yên ku dê li Serhatê bên cem hev, wê di 1’ê adarê de bi beşdariya parlamenterên HDP’ê Dîlan Diyet Taşdemîr, Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Şevîn Coşkun li Meletî bin.

Bi tevlîbûna endamên TJA’yê yên herêma Egeyê û parlamenterên HDP’ê Tulay Hatîmogullari û Serpîl Kemalbay, jin wê di 3’ê adarê de li Hatayê bin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran dê di 4’ê adarê de bi hevserok û hevberdevkên HDP’ê re li Hatayê bin.

Jinên ji bajarên Anatoliya Navîn bi tevlîbûna Cîgira Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenter Fîlîz Kerestecîoglû û Muazzez Orhan di 4’ê adarê de dê li Dîlokê bin.

Jinên herêma Marmarayê wê di 6’ê adarê de bi tevlîbûna wekîlên HDP’ê Oya Ersoy, Huda Kaya, Zuleyha Gulûm û Dilşat Canbaz li Mereşê bin.

Jinên TJA’yî yên Êlihê di 1’ê adarê de bi tevlîbûna Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca, ji Amedê di 3’ê adarê de bi tevlîbûna wekîlên Dêrsim Dag û Remziye Tosun, ji Sêrtê di 5’ê adarê de bi tevlîbûna Parlamentera Nûran Îmîr, Berdevka HDP’ê Ebru Gunay û Parlamenter Pero Dundar dê di 4’ê adarê de ji Merdînê biçin Semsûrê.

Di vê çarçoveyê de wê di 7’ê Adarê de Civîna Koma Jinan a Meclîsê pêk were û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan wê biaxive.

Bi pêşengiya TJA’yê wê di 8’ê Adarê de li Êlih, Sêrt, Şirnex û Merdînê meşên girseyî bên lidarxistin. Her wiha wê li gelek bajaran bi tevlibûna TJA, Meclîsa Jinan a HDP’ê û platformên jinan daxuyanî bên dayîn.