26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bernameya Hefteya Windayan

Navbera 17-31’ê gulanê wekî Hefteya Têkoşîna Dijî Windayan hatiye destnîşankirin. Girêdayî vê hefteyê şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê bernameya xwe aşkera kir. Şaxa ÎHD’ê bi daxuyaniyekê bang li rayedaran kir û got: “Windayan bi silametî bigihînin malbatên wan.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber pandemiyê piraniya bernameyên wan dê bi awayekî online bên lidarxistin.

‘Windayan bi silametî bigihînin malbatên wan’

Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî di daxuyaniyê de axivî. Yolerî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi sedan welatî di bin çavan de hatine windakirin û wiha berdewam kir: “Li hemberî vê rewşê bêdengiyeke mezin heye. Dewlet wekî polîtîkayeke bipergalî û bi zanebûn bê ceza dihêle. Ev 26 sal in xismên windayan têdikoşin. Ji windayan divê têkoşîne xurttir û bibandortir bê dayîn.”

Divê peymana navneteweyî bê îmzekirin

Her wiha Yolerî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser windakirinên ku di dema Rewşa Awarte (OHAL) ya sala 2016’an de hatibû îlankirin û ev wiha pê de çû: “Windayan bi silametî bigihînin  malbatên wan. Hûn di mijara windakirinan de berpirsiyar in û divê hûn vê berpirsiyariyê bi cih bînin. Divê hûn demildest Peymana Navneteweyî ya Der barê Parastina Hemû Kesan a Beriya Windakirina bi Zorê îmze bikin û qayîdeyan bi cih bînin.”

 Bernameya Hefteya Windayan wiha ye:  

“* 19’ê Gulanê: Hasan Ocak û Ridvan Karakoç dê li Goristana Gaziyê li ser gorên xwe bên bibîranîn. (11.00)

* 22’ê Gulanê: Wê Dayikên Şemiyê di hefteya 843’yemîn de çalakiya xwe bi awayekî online pêk bînin. (12.00)

* 25’ê Gulanê: Wê Dosyeya Cemîl Kirbayir, di paneleke online de bê nîqaşkirin. (20.00)

* 29’ê Gulanê:  Wê Dayikên Şemiyê di hefteya 844’emîn de çalakiya xwe bi awayekî online pêk bînin. (12.00)

* 30’ê Gulanê: Komîsyona Dijî Windayan a Şaxa ÎHD’ê di paneleke online de polîtîkayên bêcezahiştinê nîqaş bike. (20.00)

* 31’ê Gulanê: Wê ÎHD li ber avahiya şaxa xwe ya li Beyoglûyê, derbarê bidawîbûna hefteyê de daxuyaniyek bide çapameniyê. (19.00)