27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cudahiya şerê dawî yê Israîl û Filistînê

Di vî şerê dawî yê di navbera Israîl û Filistînê de  hin cudahiyên sereke hene ku ev şerê dawî naşibe yên berê. Cudahiya herî sereke ew e ku ev cara pêşî ye ne Israîl lê Filistînê şer daye destpêkirin, her wiha di asta şerê Israîl û ereban de jî ev şerê duyemîn e piştî yê 1973’an ku ne Israîlê dide destpêkirin.

Herdu rêxistinên çekdar ên Filistînê Hemas û Cîhadê bi navê ‘Şûrê Qudsê’ ev şer li dijî Israîlê dan destpêkirin ji ber binpêkirinên Israîlê ên li Mescîd El Eqsa û astengiyên wan ên li pêşiya merasîmên îbadetê. Lewre ev cara yekem ku şer di navbera herdu aliyan de ne ji ber êrîşa Israîlê ya leşkerî pêk tê lê ji ber Qudis û Mescid El Eqsa pêk tê.

Her wiha sedemeke din ên bingehîn ew e ku ev şer wekî nerazîbûnê li hemberî goftûgoyên li ser hilbijartinên ku dihat plankirin ji bo Qudsê were lidarxistin. Rêxistinên Filistînê bi vê yekê xwestin bêjin ku bazarî di mijara Qudsê de nabe.

Her wiha tiştekî din ê girîng û cuda yê vî şerê dawî ew e ku rêxistinên filistînî vê carê dikaribûn pergala ‘Qubeya Hesinî’ ya Israîl derbas bikin û hin fûzeyên wan bi bandor li Israîlê bikevin.  

Pergala Qubeya Hesinî ya Israîlê pergaleke wiha ye ku dikare fûze û balafirên bê mirov ji ezmanan bîne xwarê beriya ku bigihê cihê xwe. Artêşa Israîlê herî zêde pişta xwe bi pergala parastinê xurt dikir lê dema ku di heman demê de ji Sûriye, Libnan û Xezayê bi sedan fûze werin avêtin hinek ji wan fûzeyan dikarin bigihên hedefa xwe û ev yek artêşa Israîlê dixe nava fikarên mezin.

Ji aliyekî din ve bikarnîna pergala Qubeya Hesinî ji alî madî ve jî barekî girane ji ber ku  çêkirina her betariyeke vê pergalê 50 milyon dolar lêçûnên wê hene. Her wiha her carê ku fûzeyekê dixîne li ser wan 50 hezar dolar dibe mal.

Tiştekî din ên herî balkêş ew e ku ev şerê dawî di demekê pêk hat ku gelek welatên ereb ji nû ve têkliyên xwe bi Israîlê re çêkirin û gelekan ji wan peymanên nû bi Israîlê re lidarxistin.

Wiha tê xuyakirin ku berdewamiya şer bi vî rengî ji bilî wêraniya ku ji Xelkê Filistînê re tîne û rojane bi dehan dibin qurbaniyên vî şerî. Ji bo gelê Israîlê jî hem maliyeke gelekî mezine û dê bandoreke mezin li aboriya wan bike hem jî saw û tirsa gelê Israîlê a fûzeyan bandorê li aramiya jiyana wan dike.

Lewre jî ji ber encamên giran ên ku ev şer bi xwe re tîne li gorî van daneyan wiha tê xuyakirin ku dê Israîlê ji ber van sedeman di demeke nêz de êdî rê li ber navbênkarî û agirbestekê veke.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê